• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şeş firokeyên Emerîkî li baregeha Încîrlikê biceh bûne

Şeş firokeyên Emerîkî li baregeha Încîrlikê biceh bûne


barkirin: Gelawêj 9, 2015, 11:04


Şeş frokeyên F16 ên Amerîkî ji bo hevkariya oparasyona hewayî li dijî (DAÎŞ)ê li baregaha eskerî ya Încerlîk a Tirkiyê hatine bicîh kirin.

Bi cîh bûna wan firokeyên şerker du hefte piştî vê tê ku dewleta Tirkiyê ragehand destûra bikar anîna Amerîkayê ji baregaha hewayî ya xwe ji bo şerê bi (DAÎŞ)ê re daye.

Du firokeyên piştîvan û sêsed personelên Amerîkî jî tevî wan şeş firokeyan li Încerîlê ne.

Dewleta Tirkiyê destpêka payîza sala borî ragihand ku ji ber rayên cuda yên derbarê kirîza Sûriyê rê nade Amerîka ji baregaha Încerlîkê êrişê bikene ser (DAÎŞ)ê.

 

Tê payîn ku hejmara firokeyên şerker yên Amerîkî li baregaha Încerlîkê zêdetir bin.

 

 

Rewanbêj

dîtin: 151

Pêveker:

Şeş firokeyên emerîkî li baregeha Încîrlikê biceh bûne