• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şêx Ubeydullahê Nehrî 29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN (Ji Bo Zarok û Ciwanan) (Rêzenivîs 11)

Şêx Ubeydullahê Nehrî 29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN (Ji Bo Zarok û Ciwanan) (Rêzenivîs 11)


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Pûşper 9, 2015, 12:37


 

Şêx Ubeydullahê Nehrî

Gelî xoşevîstan; îjar vê şevê jî min yekî bi şaşik dît, li ba wî bûm. Sal 1879 bû. Ez  dîsa li welatê Bedirxan, li warê Xanê mezin bûm. Salên piştî ku Bedirxanî êdî bi temamî têk çûbûn. Pergala vî welatî nemabû. Êdî ne mîr hebûn ne Xanên ku ji Osmaniyan cûda û serbixwe hebûn. Tiştên ku min ji berê de dîtibûn û yên aniha qet ne wekî hev bûn. Tiştekî din hatibû holê, tabî xweza qet ji valahiyê hez nake, tiştekî din dewsa wan dagirtibû. Di tevgerên mirovan de, di sohbet û çîrokên mirovan de, di kêf û û şahiyên wan de ev xuya bû, min dinêrî û hîs dikir.

Îjar rûmeta serokên olî pir bûbû. Şêx, Mela, Ewliya û Seyid. Van kesana jî ev firsend bi kar dianî û heta kurdewarên mezin jî ev yek dikirin rêça xwe. Yê ku ez li ba wî bûm jî yekî bi navê Şêx Ubeydullah bû. Digotin neviyê Şêx Evdirrehmanê Geylanî ye. Li devera Wan û Çolemêrgê binecîh bûn. Ew deverên xweş yên Wanê Bedlîsê û Çolemêrgê giş yên wan bûn.

Şêx Ubeydullahê Nehrî ligel Osmaniyan ket şerê Rûsya û bû fermandarekî Osmanî. Ubeydullah di şerê Rûs de ne serkeftî bû. Lê dîsa bandora wî li ser êl û eşîrên Kurdan berdewam bû. Di xela û birçîmanên şeran de pir alîkarî bi Kurdan re dikir, bi vî awayî  navdar bûbû. Li gorî xuyabû û min didît û li gorî ku mirovên wê herêmê qal dikirin; gelê wî jî ew wekî Resûlê xwedê bi nav dikir, ewqas li ba wan û di çavên wan de mezin bû. Fikreke wî ya netewî çêbûbû û pir li ser disekinî. Pir li ser siûdê disekinî û digot “Kurdan siûd zeft nekiriye tu carî.” Îjar wî digot; “ezê perçeyê axa Kurdan ya li Îranê û ya li alî Osmanî bikim yek, encex bi vî awayî em ji bêsiûdiyê xelas bibin.”

Êdî bi salan her tişt li ber çavê min diqewimî. Ji ber vê fikra Şêx Ubeydullahê Nehrî împeratorî tirsiya û xwest dorê lê bigire û wî ji fikra wî ya Kurdîtiyê vegerîne. Ji ber wê yekê Şêx Ubeydullah di sala 1883’yan de mişextîyî Mekkeyê kirin. Dû re Padişah ew efû kir, dîsa vegeriya welatê xwe. Gelek eşîrên Kurd qanih kirin ku alîkariya wî bikin. Rûmeta yên derveyî Kurdan jî zanîbû û diçû serdana wan; têkilî bi Ermenî û Suryaniyan re danîbû. Ji bo şeran her tim temî li wan dikir û di şeran de digot; “hûn ala sipî bi malên xwe vekin bes e, şervanê Kurd dest we nadin.”

Di vê xewnê de dîsa min dît di demek kin de 50 hezar şervan da ser hevdû û dîsa di demek kin de çiya, deşt û newal dan ber xwe. Tiştek nikarîbû li ber wî û hêza wî bisekiniya. Çû heta Ormiyê û Tebrîz, bidest xist. Îranî ketibûn tev, ne ji bo deverên Kurd, ji bo welatê xwe gişî ketibûn tev, pir tirsiyabûn û dîsa dest bi fen û fûtan, dest bi konevaniya dinyayî kiribûn. Ji bo vê yekê Îraniyan serî li dewletên Ewropa da. Ordiyên Rûsya û Osmaniyan, Hêzên Nehrî dorpêç kirin û ew teslim girtin, bi vê yekê re Şêx jî, Şêx Ubeydullahê Nehrî jî têk çû.

dîtin: 444

Pêveker:

Şêx ubeydullahê nehrî 29 xewnÊn serhildanÊn kurdan ji bo zarok û ciwanan rêzenivîs 11