• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şêx Xeyrî di parastina Şengalê de Şehîd ket

Şêx Xeyrî di parastina Şengalê de Şehîd ket


barkirin: Rezber 23, 2014, 7:02


Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ragihand êrîşên çeteyên DAIŞ ên di 19’ê Cotmehê li hemberî Çiyayê Şengalê destpê kirin îro jî li nuqteyên cuda berdewam dikin. Fermandariya HPG’ê ya Şengalê diyar kir ku hedefa çeteyên DAIŞ a li hemberî Çiyayê Şengalê komkujiya li hemberî zêdetirî dehhezar sivîlên xwe spartine vir e û wiha got: “Beşek mezin a van sivîlan jin, zarok û îxtiyar in.” Fermandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir Şêx Xeyrî yê endamekî leheng ê malbata Şêx e di şer û pevçûnan de şehîd ket Hat diyarkirin ku Şêx Xeyrî ji roja piştî komkujiyê heya roja îro di eniya pêş a şer de fedakarî û cesaretek mezin nîşan da û li hemberî çeteyan şer kir.

Fermandariya HPG’ê ya Şengal ku daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji 19’ê Cotmehê û vir ve li hemberî Çiyayê Şengalê destpê kirine îro jî di gelek nuqteyên cuda de dewam dikin. Fermandariya HPG’ê ya Şengal diyar kir di hedefa çeteyên DAIŞ de li hemberî zêdetirî dehhezar sivîlên ku xwe spartine Çiyayê Şengalê di komkujiyê re derbas bike ye û wiha dewam kir: “Beşek mezin a van kesên sivîl jin, zarok û îxtiyar in. Ev pêla êrîşan a ket roja xwe ya 5’an, ji aliyê hêzên me yên HPG û YBŞ’ê ve hatine rawestandin û li gelek cihan jî hatine şkandin. Li ser xetên Şîlo û Bare jî derbeyên cidî li çeteyên DAIŞ hatine xistin. Di nava 5 rojên berxwedanê de li gel hêzên YBŞ’ê hinek eşîret û cemaet ên ku negirêdayî ti rêxistinên siyasî ne di eniyen pêş ên şer de cih girtine û têkoşîn meşandine. Ji duh sibehê ve li ser xeta Solak çeteyên hewldan bikevin çiya ji aliyê hêzên me ve hatin rawestandin û hatine şkandin. Berfirehiya van şer û pevçûnan îro ji aliyê Navenda me ya Çapemeniyê ve hatiye aşkerakirin.

Mezinê me û şervanê Êzidî şehîd ket. Şêx Xeyrî yê endamekî leheng ê malbata Şêx e di şer û pevçûnan de şehîd ket. Hat diyarkirin ku Şêx Xeyrî ji roja piştî komkujiyê heya roja îro di eniya pêş a şer de fedakarî û cesaretek mezin nîşan da û li hemberî çeteyan şer kir.

Şêx Xeyrî li Şengalê ma, bi hêrs û helwestek mezin li hemberî axa û kesên di dilê xwe de xwe weke eşîrên mezin dibînin û tevî ku li ser vî navî ji hêzên cuda para digirin û çekan digirin jî lê li hemberî dijmin yek gule jî neteqandine, bi hesta xwe ya welatparêziyê ya hîn mezintir tevgeriyaye û di nava şehîdên Şoreşa Kurdistanê de cihê xwe girt.”

Her wiha hat diyarkirin piştî malbata Şêx Xeyrî ji Şengalê hat derxistin vegeriyaye Şengalê û li rex hêzên gerîla û YBŞ’ê bi şêweyekî aktîf tevlî berxwedanê bûye û di hemû berxwedanan de bûye xwedî sekn û bibiryarbûneke mînak.

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê got: “Bi zanebûna bi şehadeta wî me windahiyekî mezin a hindirîn jiya, di serî de ji malbata wî ya welatparêz, em dibêjin serê hemû gelê me yê Êzidî sax be” û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Em vî Şêxê Êzidî ê bi cesaret, rastbûn û dilnizmiya xwe dihat naskirin bi minet bibîr tînin. Weke şervanên azadiya Kurdistanê û soza me ji her rêhevalekî xwe yê şehîd re gotiye em ji bo vî şervanê leheng ê îxtiyarê Êzidî nû dikin û soza wê çeka wî, doza wî li erdê nemîne didin. Bersiva herî rast a em bidin bîranîna wî bi rastiya rizgarkirina Şengala azad û soza em ê têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê didin.”

dîtin: 329

Pêveker:

Şêx xeyrî di parastina Şengalê de Şehîd ket