• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Seyid Riza – Çiya Mazî | Rêzenivîs 15

Seyid Riza – Çiya Mazî | Rêzenivîs 15


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gelarêzan 16, 2015, 1:13


Gelî embasanî hêja, îjar di vê xewna xwe de ez çûbûm sala 1937’an. Dengê du kesan li vê derê dihat. Yek jê General Abdullah Alpdoxan, yê din Seyit Riza. Ev êla ku ketim nav wê, êla Hesenan bû. Seyid Riza li vir yekî navdar bû. Digotin “Seyid Riza di sala 1863’de li Dersim, Pûlûrê li gundê Lirtik hatiye dinyê. Ji eşîra Şêx Hesenan, şaxê Ebbasên jorîn lawê Seyit İbrahim bû. Jê re digotin Pîr Sey Riza.

General Alpdoxan dest pê kiribû çek-sîleh didan hevdû li vir û ji eşîrê xwestibû ku 200 hezar tiving bînin û bidin dewletê. Heke tunebe jî wê bikirin û bînin. Zimanê Kurdî-Zazakî jî qedexe bûbû. Mirov perîşan bûn û ji birçînan koçî Rojavayê Enedolê dikirin. Li her derê dibistanên bi razanî dihat avakirin. General Alpdoxan, biraziyê Seyıd Riza, Rêber kişandibû alî xwe, karê wî hêsan bûbû, agahî xweş dihatin ber destê wî.

Eşîrên herêmê ji zulmê û naheqiyê debar nekirin û şerekî gewre û giran dest pê kir. Deşt û çiya li bin guhê hevdû ketin. Kevir û kuçik ji serê latan hatin xwarê. Tofan û bobelat gelekî mezin bûbû. Pir mirov li vir jî hatin kuştin. Digotin lawê Seyit, Hisênê Reşik birîn bû, diya wî Elîf xanim ew teslimî Mît-îstixbaratê kir ji bo efûkirinê. Mît’ê ew girt û xist girtîgehê. Dibêjin Rêberê ku fermandarê Seyıt Riza bû, çû Elîşêr û xanima wî kuşt. General û walî ji Seyid re gotin “Were em li hevdû werin, aştiyekê çêbikin.” Seyît Riza çû Erzinganê ji bo li hevhatinê. Bi bêbextî ew girtin û xistin zîndanê. Wî jî li devê deriyê hukûmetê got; “ev hukumet şerefsiz e, derewkar e”. Û li wir peyveke din jî ji wan re dike hûn zanin;

“Mi bese nêkerd ke zûran û hîleyanê to de serê vejî mirê bi derd
La mi kî vera to da çok nêda erd, wato re bibo derd.” Ango  wisa digot; “Min çi kir jî bi derewên we re min serî dernexist ev ji min re bû dert, we jî çi kir we çongê min netewand ev jî ji we re bû dert.”

Ji bo ku wî dardekin, bi biryarên sexte temenê wî ji 74’an daxistin 54 an, ji bo ku lawê wî Huseyîn dardekin jî temenê wî jî ji 18 an derxistin 21’ê û birin ber sêdarê.

Roja 14 yê Mijdara 1937’an, roja betlanê ku mahkeme tunebû, bi şev û li ber roniya farên erebeyekê hat darizandin û bi deh hevalên xwe re hat îdamkirin. Got ku “ 40 lireyê min û seeta min bidin lawê min.” Wê demê dozger got “emê lawê te jî dardekin” wî jî got, “îjar min kilîtê koyî kerd vind (wê demê min kilîta çiyan winda kir.)” çend caran got “Lawê min berî min darde nekin” jî, lê belê lawê wî jî bi mexsusî berî wî hat îdamkirin. Li ser sehpayê wisa digot Sey Riza: “Ez heftê û pênc salî me. Ezê herim ba Kurdên din. Dê ciwan tola me hilînin” Peyveke wî ya din jî ku li ser kursiya sêdarê gotibû bûbû benîşt di nava devê mirovan de:

“Em Ewledê Kerbela nin, bîxeta nin, wisa nekin, şerm e, zulum e, qetl e ev.”

      Bi qasî min bihîst 40 hezar mirov hatin kuştin li vê herêmê.

    Di dawiya xewna min de kaniyên wê derê, piştî van bûyerana giş miçiqîbûn. Hema navê kaniyeke mezin aniha tê bîra min, kaniya Halvorî, mezin bû , ziyaret bû.

Erê xewn e lê biqasî xuya bû wek heyvekê derbas bûbû ji bûyerê, min dibihîst ji rojname û kovarên wê demê. Pir tişt di rojnameyên wê demê de hatibûn nivîsandin, pirên stranên bi saza baxlama dihat gotin ku min guhdarî dikir jî ji bo demê hatibûn nivîsandin. Bi tîpine mezin peyva ku di manşeta rojnameya Temps ê de xuyabû wisa dinivîsand;

Teqez dê sêdarên Dêrsimê di nava komên meytan de şîn bibin û kulîlk vedin.”

Û li bin dom dikir yekî ji qefleyê sirgûnan; wekî me gotibû em bi rê ketibûn, erê… bi rê de porê jinan pirê wan jê kur kirin. Mirovên qefleyê hinek ji birçînan hinek ji betilbûnan û hinek jî ji lêdanê mirin. Hinek qîzan jî xwe ji tahtan berdan xwarê. Carinan jinan bi girî distiran,  li ser rewşa xwe. Yekê ji wanî:

 

Mijê girtiye ser xerzikên Pertekê

Min konê xwe vekir li çiyayê Mezgirtê

Min di Çemê Laçê de hûn hembêz kirin

Vala naçe Guleya Lawê Hesenê Gewê

 

Leşkeran jî ji ber ku bi Kurdî nizanîbûn, digotin “Ev çi xweş şerqiyan dibêje, dengê wê pir xweş e”

Piştî çend rojan bi rê de ku şervanên me hatin û em xelas kirin, em birin xistin şikeftekê û em çend rojan jî di şikeftê de man. Lê piştî çend rojan, bu cahnime, teyare ji ser serê me qut nedibû. Sibehekê zû devê şikeftê girtin û me xwe nedît. Agir, teqîn, wajîn û qîrewîr bi hev re belav dibû. Û pê re mejî belav dibû. Min bi çavên xwe mejî dîtin. Giş miribûn. Ez tenê mabûm, ez tenê filitîbûm. Xwezîka ez nefilitiyama. Bi çengurê min girtin û gotin “bû yalaniz” ango “ev tenê.” Û gotin “getir onî” wî bîne. Ez li cemseyekê kirim û dû re bi trênê tevlî bi sedan zarokên ciwan, qîz û law  em anîn Stenbolê. Qîz birin cîhekî din û em jî birin cihê sêwiyan. Tu zanî bi xwedê ez rast ji te re bibêjim dû re min sond xwar ku ez xwe nakujim ji bo tola xwe hilînim.

Yekî din jî ku ji qefleyê xelas bûbû di rojnameya Çiya dê digot (rojnameya Çiya di 1965’an de hatiye weşandin di hejmara 8’an rûpela 5’an de ev çîrok heye): keçikek ji leşkeran reviya xwe avêt êgir. Belê ew bûyer li gundekî cîranê me qewimî bû. Gundê … ; dema ku leşkeran mal şewitandin, zarokek ji malekê ji nava êgir reviya derve, lê belê nêrî ku leşker li ber derî ne, keçik dîsa bi qêrîn piloz bû, nizanîbû wê çi bike, û hema ji nigê nig de  bi şûnde vegeriya nava êgir û winda bû.”

 

Piştî ku rabûm ji xewê min tenê ev kir. Min li ser kaniyan lêkolîn kir. Ez dikarim bahsa çend heban bikim lê belê emê bi devok û zaraveyê wê herêmê ango dimilkî bibêjin. Tu zanî ji devok an jî zaraveyê Dêrsimê re dibêjin Dimilî an Kirdkî. Ew jî beşeke Zimanê kurdan e. Bi Dimilî ji kaniyan re Hinî tê gotin. Ez navê çend heban bibêjim:Hiniyê kemerî(kaniya Kevir), Hiniyê Çirtik ango kaniya ku di boriyê de diherike. Hiniyê Qale sipe (Kaniya Kalê rispî), Hiniye Xozu(kaniya xinzir), Hiniyê Serdin (Kaniya Sar), Hiniye Derî Çime (Kaniya devê çem), Hiniyê Burş, Hiniyê serî kemer (kaniya ser kevir), Hiniyê Pornagê, Hiniye Axsorige, Hiniye Harşî. Ev Kaniya Harşî, ya êla Demanan bû ku li dor wê jiyane, ev der ziyaret e û pîroz tê dîtin. Hiniyê Gola Kurd, Hiniyê Kemerî Kun (kaniya Kevrê lêdayî) Hiniyê Dizdû (Kaniya Dizan), Hiniyê Girmik (Kaniya Kulmikan), Hiniyê Pil (Kaniya Mezin), Hiniyê Hecûru (kaniya Hijîran), Hiniyê Golî Xizir, Hiniyê Xaskar; îjar ev ‘Xaskar’ Keça Duzgun baba ye, ava vê  ji bin tahtekê tê. Li gor baweriya herêmiyan yê ku baş be û vê avê vexwe av zêde dibe, lê yê nebaş be ew av kêm dibe. Hinek kaniyên din jî ev in;  Hiniyê Şert; ev kanî jî ya êla Heyderan e, cîhê ku ev kanî lê ye jî pîroz e, ji ber ku Heyderanî li vir jiya ne. Golê bûyerî; ev gol jî pîroz e li ba mirovên herêmê. (M.Çiya Mazî)

dîtin: 403

Pêveker:

seyid riza