• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sibê şev li RTL (Stern TV) temaşe bikin

Sibê şev li RTL (Stern TV) temaşe bikin


barkirin: Rezber 7, 2014, 8:21


Bi hezaran Kurdan bi rêka torbendên civakî û bi rêka, whatsapp, skype, viber û rêkên peywendiyê yên dîtir ji hevdûre ragihandin ku Îro dê di RTL a TV ya Elmanî de li ser Kobanê bernameyek bête weşandin û ji bo ku bala medyayê bête ser Kurdan bang hate kirin ku her kesekê ku dikare li vê bernamê an ku kanalê temaşe bikin. Lê belê piştî ku me bi rêka telefonê xwe gihande karmendên RTL ya Elmanya ku navenda wê li bajarê Kolne ye da ku em misoger bibin aşkere bû ku bernameya ku li ser siyasetê û rewşê radiweste bernameya Stern TV e û di heman demê de baskekî kovara STERN ya Elmanî ye û bi giranî li ser mijara Kurdan radiweste, kêlî bi kêlî rewşa Kobanê bo xwendevanên xwe bi rêka înternetê rave dike. Li gorî zanyariyên ku em gehanê de Sibê demhijmêr 22.15 ê Elmanya di kanala RTL bernameya Stern TV de dê mijara Kobanê bête şirovekirin.
Ji bo hişyariya hemî Kurdan kesên ku xelet tê gihiştî û peyama xelet gehandî nas û dostên xwe em radighînin û rast dikin ku bername sibê ye îro tu bernameyên siyasî yên RTL ê nînin.

 

Frankfurt/Rewanbêj

 

dîtin: 327

Pêveker:

sibê şev li rtl stern tv temaşe bikin