• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Silopî jî bû wekî Şengal û Kobanî, Artêşa dagirker her dever dorpêç kir

Silopî jî bû wekî Şengal û Kobanî, Artêşa dagirker her dever dorpêç kir


barkirin: Gelawêj 7, 2015, 6:11


Silopî ji serê vê sibê ve rastî komkujî û êrîşên artêşa Tirk ya terorist tê.
Îro ji serê sibê ve hemî taxên silopî ji aliyê hêzên artêşa tirk ya dagirker ve hatiye dorpêçkirin û amadeyiya komkujiyê tête kirin. Vê sibê di êrîşên destpêkê de 3 ciwanên Kurd şehîd ketin û ji sed kesî bêhtir birîndar bûbûn. Di demhijmêrên bihurî de hejmara kuştiya û birîndara nayê zanîn.
Bijîşkekî nexweşxaneya Silopî got ku leşkeran çek daye serê wî û gef lê xwarine da ku kesekî derman neke.
Wekî dîtir jî polês kesên birîndar yên ku wan digre êşkence li wan dike.
Kurdek ji yê hatî şehîdkirin bi çeka durbên ji dur ve hate kuştin.

Leşkerên Tirk belavî nav taxan bûne û her dever dorpêç kirine. Li gorî tevgera wan diyar dibe dixwazin herkesî bigrin û bi navê pevçûnê û şer komkujî pêk bînin. Îşev şeveke giringe dibe ku gelek kesan bikujin.

 

Rewanbej/Silopi/ Silêman T./

dîtin: 479

Pêveker:

silopî wekî Şengal û kobanî artêşa dagirker her dever dorpêç kir