• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Hêzîran 20, 2014, 6:32


84 SAL LI SER ŞEHDETA LÎDERÊ KURD SIMKOYÊ ŞIKAK DERBAS BÛN.

SIMKO; EVÎNA KURDISTANÊ Û SINORÊN DESTÇÊKIRÎ

Helbestvanên navdarê Filstînî Mehmûd Derwêş derheqa Kurdan de wiha dibêje: „ Dema ji min dipirsin ka çima te li ser gelê Kurd helbest gotine, ez wiha dibêjim: Ji du taybetmendiyên Kurda ez tim sosretgirtî me:
1. Kurd heta li hemberî dijminên xwe jî kîndar nînin, ew dizanin ku zêdetir ji 2/3ka(du-sêka) Ereban li dijî wanin, lê dîsa jî dibêjin Ereb dostên me ne. 2. Kurd miletê herî bi îrade û xwedî hêza berxwedanê ne, çimkî Ereb bi lêxistina şeqekê esila xwe înkar dikin, lê di rewşekê da ku di dirêjahiya dîrokê da Kurd weke pelên daran ji hêla neyarên xwe ve hatine kuştin, hêjî dibêjin: em Kurd bûn û Kurdîn û yê Kurd jî bimînîn.“

25 salan berxwedana Simkoyê Şikak(1883 – 21. 06. 1930 ) li hemberî hêzên dagîrker gotinên Mehmûd Derwêş bi bîra min anîn. Wî ji bo diyarkirina qedera siyasî a gelê Kurd sinor nas nedikirin. Carna li bakur, demekê li başûr û carna jî li rojhilatê Kurdistanê bû. Li hemberî du zilhêzên wê demê yanî Osmanî û Qacarîyan şer dikir. Wan salan bi ked û xwînê, bi şer û berxwedanê, bi fîdakarî û hurmeta ku di nava gel de hebû, bû serokê bizaveke millî ku heya roja îro jî armancên wê baş nehatine naskirin û analîzkirin. Ji Mako heya Bane û Merîwanê Kurda wek kesekî zîrek û lêhatî, jê hez dikirin û ew ji xwe re lîder dizanîn. Jiyana Kurdan li pey serhildana wî derbasî pêvajoyeke din û nûtir bû. Çimkî wî kirasê serokatiya êl û eşîretê li ber xwe avêt û bû lîderek ku heta roja îro jî ked û navê wî di nava Kurdan bi rêzdarî tê bi bîranîn.

Îsmaîl xanê Şikak an jî Simko di sala 1883an de li Kela Çariyê hate dinê. Sala ji dayikbûna wî ew sal bû a ku Şêx Ûbeydulahê Nehrî wefat kiribû. Ew mirîdê wê malbatê û aşiqê rêbaza siyasî a Şêxê Kurd bû.
Li pey kuştina birayê wî Cewer axayê Şikak dijminahiya di navbera Kurdan û berpirsên dewleta Îranê de germtir bibû. Wî bi rêbazên dîplomatîk ji derfetên herî biçûk sûd distand ku qedera Kurda a siyasî bigûherîne û bexteweriyê bike bi para wan.

Name û gotinên dîrokî
Li pey şikestina artêşa Îranê û derxistina wan ji axa Kurdistanê Simko wek lîderekî dûrbîn û siyasetmedar nameyeke wiha ji fermandarê hêzên Îranî li Azerbayicanê( Zefer El-dulê ) re dinivîse:“ Hûn binêrin, netewên biçûk li cihanê ku hejmara wan gelek ji ya Kurdan kêmtire, çawa karîne mafê xwe ji welatên mezin yên weke Almaniya bistînin û bigehin serxwebûna xwe. Ger netewa Kurd jî nekare mafê xwe ji Îranê bistîne, hingî ji wan re mirina ji jiyana bindestî û koletîyê baştire.“.
Ew li pey bidestxistina kursiya êqtadarê nebû ku pêre bixwe, eşîret an jî malbata wî bibin xwedî desthlatdarî û malê dinê. Çimkî sedan sal bû ku xwedî mal û milkekî bêsinor bûn û di nava Kurdên herêmê de jî wek birêveber an jî serkêş dihatin dîtin. Simko di bersiva pirseke „ General Mistefa Paşayê Yamulkî (nunerê Kurdên Istembolê) de wiha dibêje:“ di rewşa îro de ez rêbertiya bizavekê dikim û hêşta me rêxistineke siyasî a taybetî nîne. Karê girîng û sereke yê me rizgarkirina axa Kurdistanê ye. Dema em gehiştin azadiyê û Kurdistan rizgar bû, girîng nîne ka kî yê bibe serokê Kurdistanê. Ez bixwe di vê derbarê de, di fikra serokatî û desthilatdariyê de nîme û tiştekî wiha naxwazim. Li ser „ al“ê jî ku we pirs kirbû, nêrîna min eve: dema Kurdistan rizgar bû, hingî em dikarîn li ser alekê bifikirîn ku sembol an jî remza welatê me be.“

Dîplomasî û ramanên azadiyê
Hemû armanca wî di pêngava yekê de azadkirina axa Kurdistanê ji qeydên dagîrkerên welatê wî bû. Ew berê li ser çêkirina malekê difikirî ku xwedî dîwar û ban, derî û hewşa xwe be. Sinorên wê malê diyar û eşkera bin ku xwediyê malê têde xwedî emniyet û pêre jî xwe bextewer bihesibîne. Ji bo vê armancê jî berî herkesî li deriyê Ingilîzan xist ku bi keyfa xwe ketibûn nava sinorên axa Rojhilata Navîn û bi peymanên cur bi cur qedera miletan diyar dikirin. Wan li Kurdistanê ne faktorên olî û netewî li ber çav girtin, ne jî guh dane daxwazên Kurdan yên dîrokî û civakî. Encama vê siyaseta wan ya şaş jî bû sedem ku axa Kurdistanê di navbera çar dewletên Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyê de bê parve kirin. Hemû hewldanên Simko ji pêkanîna dewleteke serbixwe li gel Ingilîzan bê encam man. Ew cara dawiyê bi rêya Mistefa Paşa Yamulkî bi Ingilîzan re dikeve nava peywendiyê û nameyekê ji wan re dinivîse. Di wê nameyê de Simko wiha dibêje:“ Ez û Seyîd Teha, soz û baweriyê didîn we ku ger dewleta Birîtaniya çek û silehan bide me, pişta me bigire û mercên me ji bo damezirandina deweleteke Kurdî bipejirîne, emê Tirkên nijadperest ji bajar û herêmên Wan, Erzrom, Sîwas, Hekarî û Bitlîs paqij bikin. Herwiha emê wan ji Rewandizê jî derxînîn û ji holê rakîn. Em dikarin bajarê Ankara jî bigirîn! Ger Birîtaniya rê bide me em di demeke kurt de dikarin bajarê Sine jî bistînîn û Îranîyan ji wira derxînîn.“

Urmiye û Simko
Ji sala 1918 heya 1922an Urmiyê navenda desthilatdariya Simkoyê Şikak bû. Di wan çend salan de wî bi hemû hêza xwe xebat dikir ku Kurda bêtir bi kok û esaleta wan bihesîne. Li ser van ramanên pîroz rewşenbîr li dora xwe kom kirin û dest bi weşandina ronajname û kovarekê kir. Hemû armanca wî ew bû ku di mejiyê Kurdan de „şoreşa zêhniyetê“ çê bike. Wî bi îsrar dixwest ku wan bi vê rastiyê biheîne ku ew jî miletin û dikarin bi ked û xebata xwe bigehin hemû xweziyên xwe. Ingilîz, Soveyet, Îran û heta hêzên din yên biyanî jî dizanîn ku ger Simko bi van armancên han serkêşiya doza Kurda li Îranê bike, ewê bigehe gemû armancên xwe. Ji ber wî jî artêşa Îranê bi hevkariya generalên şehreza di karê şerên giran û domdirêj de hêriş anîn ser Kurdistanê û sê navendên desthilatdariya Kurda ku Urmiye, Kela Çariyê û Mehabad bûn. Sala 1923an Simko rastî şikestê hat û neçar xwe digehîne bajarê Silêmanîyê. Şêx Mehmûd Berzencî(wek melîkê Kurdistanê) bi pêşwaziyeke fermî Simko dibe koşka xwe. Hingî Ingilîz, Îranî, Tirk û bi taybetî jî Kurdên çar aliyên Kurdistanê baştir pêdihesin ku Simko çavê lîderên Kurd de xwedî karîzmayek çiqas girane û çima pêşwaziyeke wiha şahane û dîrokî jêre hatiye amade kirin. Ew demekê li wira dimîne û di nava Kurdên başûrê Kurdistanê de rastî rêz û hurmeteke mezin tê.

kaksar_simko2

Kurd û hikûmetên dîktator
Ji 1926 heya 1929an êdî rejîmîn ku axa Kurdistanê di navbera wan de hatibû parve kirin, bi hevkariya dewletên koloniyalîst ji hêla siyasî û dîplomasî ve tespît bûn. Ji hêla tekozkirina xwe ya leşkerî, çek û silehan jî bi hêztir ketibûn. Bi wê hêza xwe ya serkutker û mirovkûj sinorên destçêkirî kontrol dikirin. Wan carna bi bê li ber çavgirtina biçûktirîn mafên insanî li ser xalên sinor birr bi birr Kurd dikuştin. Kurdên ku sinor nas nedikirin û bi xizmên xwe re di nava dan û standinê da bûn, ger nehatana kuştin jî carna salên dirêj diketin zindanên reş û tarî an jî bi rişwet û diravekê zêde xwe xelas dikirin. Siyaseta wan li Kurdistanê xwedî nasnameyeke dîktatorane, tije tirs û lerz bû.Wan bi dasepandina sîstemeke dîktatorane karîn heya radeyekê bigehin armancên xwe antîdemokratîk, lê xebata Kurda li dor armamcên wan yên dîrokî û pîroz berdewam bû. Di wê rewşa dijwar û giran de Simko dîsa jî dixebitî ku bi rêbazên dîplomatîk rêyeke çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re peyda bike. Kesên li dora wî mîna berê çend hezar kes nebûn, belkî tenê çend kes bû ku di xweşî û nexweşiyan de li ba wî mabûn. Carna bêhîvî û sergerdan bû û carna jî hîvîyên wî bi paşerojê pir zêde bûn. Ew her carê li derekê bûn. Jiyana di şikeft, çiya, dul û gundên ser sinor ji wan re pir zehmet bû lê wî ji wan sinorên destçêkirî nifret dikirin.
Riza Pehlewî ku bi hevkariya Îngilîzan lê mîna xûlamekê hatibû ser textê pardişahiya Îranê baş dizanî ku kesayetiyên weke Simkoyê Şikak çiqas di nava civakê de bi bandorin. Heta ew hebin ewê jî nekarîbe erkên xwe yên xûlametiyê cî bi cî bike. Wî hemû hewlên xwe dan ku bi navê „hevdîtinên siyasî“ wî rakişîne nava sinorên axa rojhilatê Kurdistanê. Sala 1930an Simko bi armanca hevdîtinên siyasî û ji holê rakirina pirsgirêkên di navbera du aliyan da çû bajarê Şino. Li gel wî dehan siwar û gire-girên eşîretên Kurda hebûn. Dema em gehişt bajarê Şino hemû rojê ji roja berê bêtir Kurda xwe dida pal wî. Vê rewşê tirseke mezin xiste nava hakimên Tehranê û berpirsên artêşê li Kurdistanê. Tevî ku bi rêyên cûr bi cûr soz dabûn ku canê wî û hevalên wî di emanê de be, lê vê carê wan jî mîna bav-kalên xwe anku Sefewî û Qacariyan kirin. Hemû soz û bextê wan derew derket dema ku di roja 21.06. 1930an de bi kemîneke ji berê organîzekirî gole bi ser Simko û şervanên wî de barandin. Elbete baweriya Simko qet û qet bi bextê Riza Pehlewî nebû, lê salên der bi deriyê û hevnegirtina Kurdan ew neçar kir ku ji bo goftgûyan biçe Şino. Wî baş dizanî ku Riza Pehlewî yê dîktator jî di karê derew û hîlebaziyên xwe de mîna bav û kalên xwe yên berê li ser rêya wan nade aliyekê. Wî dizanî ku ew taybetmendî mîrasê wan yên sedha salane ku mixabin heta roja îro jî mele û birêveberên komara îslamî li ser wê şopa kirêt dimeşin.
Nivîskarê Ermenî Arşak Safrastyan di pirtûka xwe ya bi navê „Kurd û Kurdistan“ê de wiha dinivîse:
Serokekî Kurda li sala 1675an wiha gotiye: “Ez, ne Sultanê Osmanî, emperatorê vê xakê me, erê, dibe ku ewa ji min bi hêztir be, lê ez ji wî bi kok û binyat û xanedantirim”.
Simkoyê Şikak jî bi wê pêşîneya dîrokî û malbatî ji gelek hakimên Îranî bi esil û esaletir bû lê bi awayê namerdane ji hêla kesekî ve hate kuştin ku rojekê wek mêvan di destê wî de bû. Ger wî Riza Pehlewî bikuşta elbete yê qedera miletê xwe û berê rûbarê dîroka Îran û doza Kurdistanê jî bigûheranda. Lê wî nekarî li ser axa xwe namerdîyê bike û mîna wan hakimên fasid navekî xera li pey xwe bihêle.

Çend taybetmendiyên Simkoyê Şikak me bi gelek rastiyên nebihîstî dihesînin:
1. Simko bi li ber çav girtina sinorên siyasî carna li Wanê bû, carna jî li Selmas û Rewandizê bû. Wî ji bo çêkirina hevgirtinekê di navbera Kurdan de hemû hewldanên xwe kirin, lê li ser çanda xwe kemdîtina hinek Kurdan gelekî bi gilî û gazinde bû.
2. Di kar û xebata xwe de lîderekî semîmî bû, ji ber wê jî bawerî bi Ingilîzan nedianî û baş dizanî ku ew dixwazin bi wî bilîzin û ji bo armancên xwe bikar bînin.
3. Wî dixwst ku sewiya rewşenbîrîya Kurdan bilind bike. Ji bo vê meremê jî tim ji Kurdan re wiha digot:“ xwe nas bikin û bizanin ku hûn ji kesî kêmtir nînin. Bixwe bawer bin. Ger hûn xwe nas nekin û xwe ji kesên din kêmtir bibînin, hûnê tim bindest bimînin.“
4. Xebat û peywendiyên Simko hem di nava lîderên sernas yên weke Şêx Ehmedê Barzanî, Şêx Mehmûdê Berzencî û malbatên din yên naskirî li Kurdistanê hebû hem jî dixebitî ku bi rêya dan û standinên dîplomatîk dewletên weke Rusya û Ingilistanê bi rastiyên pirsgirêka Kurd bihesîne.

 

dîtin: 395

Pêveker:

simkoyê Şikak