• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şingal, Ferman û rewşenbîrên Kurdên misilman! | Selîm Biçûk

Şingal, Ferman û rewşenbîrên Kurdên misilman! | Selîm Biçûk


barkirin: Êlûn 13, 2014, 12:37


Ҫavdêreke europî ku di rojên komkujiyê de li Rojavayê Kurdistanê bû. Bi kamîre û qelema xwe dîmenên êşê, dîmenên mirinê, şewata serpêhatiyên qurbaniyên komkujiyê û girî û hawarên wan tomar dikir. Ji Rojava heta bi Zaxo karwanên mirovan li bin dar, kevir û kolanan, birçî, tî bi mirinê re di qayîşê de, her yek sed çîrokên êşê, her yek bi dehan trajedî, vê çavdêrê ji belans û hevhengiyê dixin, qelema xwe, kamîra xwe diavêje erdê û dibêje: Êdî ne qelem, ne kamîre sûdê tînin, çekekê bidin min ez ê herim şer …
Li aliyê din piraniya rewşenbîrên kurd, wek ku li wê zemînê, li ser wê xakê tiştek nebûye tevger dikin. Helbet e kes ji wan naxwaze çekan rakin û herin şer, lê qelema xwe ber bi ku ve dixebitînin gelekî seyr û balkêş e.
Di serkeftinên ku li ser xwîn, jikokêrakirin û jinên li bazaran tên firotin de mest û serxweş bûne. Serokê filan dewletê hat Kurdistanê, bêhvan dewletê çek û pere anîn Kurdistanê, serokê Kurdistanê hat, serokê Kurdistanê çû, qehremanên Kurdistanê dinya hejandin, diplomasiya kurdan pêş ve diçe …!
Lê Șingal û êzîdî?!
Nêzî pênc hezar jin ku li vir û wir tên firotin, rojê deh zinêkarên taristanê li jinekê siwar dibin, pênc hezar kuştî û serjêkirî, 200000 hezar derbider ku kesek nizane wê çarenûsa wan bibe çi û dubarekirina 73 carî ji vê fermanê bala kesekî nakişîne, kes napirse ka çima ev ferman çêbû? Kî berpirs e? Ҫare çi ye? Ҫima em berpirsên wê leheng û qehreman dibînin û şahî û dîlanan jê re digirin? Me di fermanên berê de çi kir? Ҫima me nikaribû rê li ber vê fermanê bigirin? Ev çi diplomasî ye li ser cendek û seriyên jêkirî û hawara jinan li bazarên şerefê? Û bi hezaran çima dikarin bên pirskirin, lê xuya ye kumê serşoriyê germ e, bêdengî û di ser babetê re hilgavtin êşa serî û wijdan kêm dike!!!
Dîrok xwe dubare dike û dîsa komkujî bi destê hin kurdan tê kirin û hin jî bêdeng dimînin. Ya sosret û kambax jî ew e ku gelek hene rûyê tawanan boyax dikin, lêvên wan hemra (sor) û bodra dikin û xweşik û delal dipêçin û pêşkêşî mirovahiyeke sexte dikin!
Eger heta niha, piştî 1400 salî û 73 fermanan wext nehatibe ku her kurdek û li pêş her kesî rewşenbîrê kurd li pêşiya neynikê (ayîne, mirêk) raweste û baş li xwe temaşe bike û li xwe mukur were û bi dengê bilind nebêje: Me çi kir? Em çi dikin? Em ê çi bikin? Wê çaxê tirên, pskilêt û heta ker jî ji me derbas dibe û rê hemî tên girtin.
Encam jî, Kurdistan ji êzîdiyan tê rizgarkirin, ew ber bi çarenûseke ne diyar ve diçin û li derbideriyê winda dibin. Rengekî din wê ji baxçeyê kurdistanê biqele û tune bibe.
Êzîdî wê nefretê ji wê rojê bikin ku kurd hatin jiyanê û niha jî piraniya wan di wê rewşê de ne!
Gelê ku dîroka xwe ji hev nejene û tiliyên xwe ber êşa wê ve neke, nihoka xwe pak û paqij neke wê dahatûya wî pir tarî be, wê dahatû jê re nebe. Ev zagonek jiyanê ye.
Yên ku xwedî li vê zagonê derkevin rewşenbîr in û rewşenbîrên kurd mixabin bêdengiya goristanê û halana şerê aşên avê ne, Donkîşot in. Pirsa Șingalê û êzîdiyan ne pirsa siyasetekê, yan partiyekê yan rêbazekê ye. pirsa Șingalê û êzîdiyan pirsa neteweyekê ye, birîna neteweyekê ye, birîneke dîrokî ye, hîn xwîn û êşê dirijîne. Hin kes dibêjin bi gurkirina vê pirsê cudaxwazî çêdibe, hun kurd û êzîdiyan ji hev cuda dikin. Na ne xêr, bêdengiya li ser vê pirsê cudaxwaziyê çêdike, birînê kûrtir dike, bêbaweriyê mezintir dike û digihîne radeya dijminayiyê.

dîtin: 577

Pêveker:

Şingal ferman û rewşenbîrên kurdên misilman selîm biçûk