• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şiroveyek li ser hilbijartinên herêmê

Şiroveyek li ser hilbijartinên herêmê


barkirin: Êlûn 29, 2013, 10:34


Li herêma Kurdistanê dê PDK hikûmeta nû damezrîne, YNK bi roxmê ku lewaz jî ket, ji bo diyaloga li gel hemû aliyan amadeye û Tevgera Goran hewl dide desthiladariyê biguhere.

Encamên hilbijartinên çaremîn yên parlamentoya herêma Kurdistanê doh bi şev hatine ragehandin. Li gor van encamên ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan aşkira kir, Partiya Demokratên Kurdistanê PDK bû yekemîn, Tevgera Goran bû duwemîn û YNK bû sêyemîn û Tevgerên Îslamî jî rêzên din yên li pey wan dagirtin.

Bê guman ev encam ne suprîz bûn. PDK û YNK di hilbijartinên çar sal beriya niha de bi yek lîsteyê ketibûn hilbijartinan û 60 ji % dengan wergirtibûn û bi hev re hikumeta koalîsyonê ava kiribûn. Di vê hilbijartinê de her partiyek bi lîsteya xwe beşdar bû. PDK rêjeya dengên xwe zêde kir û 719 hezar û 4 deng bi dest xist. Tevgera Goran ku ji nav YNK’ê veqetiya bi 446 hezar û 95 deng bi dest xist û bû partiya duwem. YNK ku li herêma Kurdistanê bi salane yek jê partiya mezin û kevine, partiya serokomarê Îraqê Celal Talabanî ye, 323 hezar û 867 deng bi dest xist û bû partiya sêyem.

Guhertinên di rêjeya dengên her sê partiyan de mohra xwe li hilbijartinên herêmê da. Partiyên din yên beşdarê hilbijartinan bûn nekarîn encamên berî anku encamên dihatin payîn biguherin û suprîzekê bikin.

Li gor van encaman hikûmeta nû dê bi destê PDK bihête damezrandin. Lê hejmara kursiyên PDK têrê nakin ku bi tenê serê xwe hikûmetê ava bike. Ji lewra pêdivî bi koalîsyonê heye. Ji bo koalîsyonê du senaryo amadene. Ya yekem dubare îtîfaqa li gel Yekîtiya Nîştîmane. Her weha dê partiyên îslamî û yên xudan kursiyek jî di nava vê îtîfaqê de cîh bigrin. Piştî hilbijartinan Fazil Mîranî diyar kiribû ku ew dest ji îtîfaq û hevgitina digel YNK bernadin. Ji ber vê PDK hilbijardeka xwe ya yekem de dê giraniyê bide vê koalîsyonê. Her çend diyar nebe jî, zehmete ku PDK digel Tevgera Goran de koalîsyona mezin ava bike. Ji xwe di srûşta Goran de opozîsyon û dijitiya PDK heye.

Senaryoya duwem jî ewe ku heger bêt û YNK di avakirina hikûmetê de cîh negre PDK dê digel partiyên îslamî, endamên kêmîneyan û partiyên xudan yek an jî du kursiyan 51 ji % rêjeya dengan berhev bike û koalîsyoen bi vê awayî damezrîne ku eve îhtîmalek pir dûr e.

YNK di hilbijartinên vê carê de mîna zarokê sêwî bû. Yekem car bêyî Mam Celalê damezrênerê partiyê beşdarê organîzasyonek weha yê mezin bû û ya hêvî dikir bi dest nexist. Her çend YNK ji encamên hilbijartinan ne razî jî be û xwîn wenda kiribe jî, diyare ku dê di avakirina hikûmeta nû de li gel PDK îtîfaqê bikin. Li gor îdîayên Goran, YNK ji ber îtîfaqa xwe ya li gel PDK’ê, ji ber bê îradebûan wê ya di qada siyasî de, her weha ji ber domadina gendeliyê dengên xwe wenda kirin. Lê YNK ji bo berdewam kirina rola xwe ya di desthiladariyê de jî beşdarbûna hikûmetê bo xwe giring dibîne.

Ji xwe yekser piştî diyarbûna encamên hilbijartinan berdevkê polîtburoya Yekîtiya Niştiman peyamek weşand û got ku YNK rola karîger û çaverêkirî ya xwe bo çareserkirina hevkêşeyên siyasî yên Kurdistanê bi berpirsyarî dibîne. YNK dibêje bi tevî dilgiranî û gilîyan jî ew rêz li biryar û îradeya demokrasiya gelê xwe digirin. Her weha yek jê kadroyê pêşeng yê YNK’ê û berpirsê desteya birêveber ya polîtburoya vê partiyê Mele Bextiyar jî diyar kir ku dê YNK beşdarê hikûmeta nû bibe.

Daxuyaniyên Mele Bextiyar hindek jî armancên Tevgera Goran aşkira radixe ber çavan. Tevgera Goran digel pariyên îslamî, di serdema borî de rola opozîsyonê girtibû ser xwe. Li gor daxuyaniyên Mele Bextiyar Tevgera Goran ji bo bidawî kirina desthiladariya PDK îtîfaqê pêşniyarê YNK dike û jê dixwaze ku herdu partî bi hev re hikumetê ava bikin.  Goran beriya ku bibe partiya duwem ev pêşniyar ji bo YNK ne dikir. Berovajî ji nav tabanê vê partiyê derket. Lê piştî van hilbijartinan û lewazkirina YNK vê carê jî hewl dide desthiladariya PDK têk bibe. Ji ber vê yekê evî pêşniyarê dibe YNK re û heta postê serok wezaretiyê jî dide YNK.

Lê mîna ku Mele Bextiyar jî diyar kiriye; rewş û senaryoyek bi vê awayî xizmetê asayîş û aramiya herêmê nake. Her çend di dema proseya dengdanê de hinek alozî û têbînî der barê sindoqan de hebin jî hemû kes qebûl dike ku ev hilbijartinên herêmê di nava hewayek baş û demokratîk de derbas bûn. Eve bo ezmûna demokrasiya Kurdistanê waneyek giring bû. Herêma Kurdistanê ji vê şûnde jî dê bi avakirina hikumeta koalîsyona berfereh vê tabloyê ronîtir bike. Hêvî dikin ku opozîsyon jî bi zanebûna berpirsiyariya xwe de be û bi rola xwe rabe. Heta ku asayîş û aramiya herêmê berqerar be, hemû tekoşînên siyasî û polîtîk dê ji bo pêşdeçûna herêma Kurdistanê bibin hemildanek.

Rewanbej.com

dîtin: 396

Pêveker:

Şiroveyek li ser hilbijartinên herêmê