• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Şiroveyên Rojnameyên Elmanî li ser destûrnameya Tirkiyê

Şiroveyên Rojnameyên Elmanî li ser destûrnameya Tirkiyê


barkirin: Rezber 5, 2014, 11:22


Niyaza Erdoxan ne zelale

Desturnameya ku destura tevgerên derveyî sînorî dide leşkerên tirkiyê û leşkerên biyanî li ser Tirkiyê ve derbas bibin di çapemeniya Elmanî de çawan hate şirovekirin?

Badische Zeitung ku li Freiburgê weşanê dike cih daye şiroveyekê ku zelalnebûna niyaza Erdoxan vedibêje.

„Serokkomar Erdoxan, li himber keriyek mêrkujên ku jêre „Dewleta Îslamî“ tê gotin dikeve nava şer de? An dê pêşî û destpêkê serxwebûna Kurdên Sûrî yên li ser sînorê Tirkî asteng bike? Eger ku ya duyem birêkxistibe ne tenê li gel milîsên terorîst yên DAÎŞ bibe cîran, di heman demê de dê arîşeya Kurdan ya Tirkiyê carekî dîtir gur bibe. Ev duhizriya Erdoxane, nezelalbûna niyaza wî berdewame.“

Mittelbayerische Zeitung ku li Regensburg ê weşanê dike vê şirovê dike;

„Enqere dikare dest bavêjê rewşê û Barack Obama ji çirava stratejîk derxîne. Lê li gel vê daxwaza Qesra Sipî Serokkomar Erdoxan ji pêkanîna vê qenciyê ji fermandarê leşkerî re ji misogeriyê gelek dûre. Hisabê Tirkan, ji bîrhatina hizrên biryara parlemenê bêhtir tevlîheve. Emerîka, li ser tunekirina xelîfetiyê û şervanên alîgirên tund û tujiyê kur dibe lê belê Erdoxan herî kêm bi qasî vêya derba xwe li rejîma Sûriyê û kêmnetewa Kurdan tîne. “

Nordwest-Zeitung ku li Oldenburg ê weşanê dike balê dikşîne ser daxuyaniya dawî ya Evdille Ocalan û şirove dike.

„Çarenivîsa Sûrî ji aşîtiya nava welatê xwe bêhtir balê dikşîne. Wekî ku eve qet pêk nayê zilamekî ku bi salaye girtî aşkere kir. Serokê Partiya Karkerên Kurdistan PKK Evdille Ocalan. Rêxistina ku wekî dijminê yekem yê dewletê tê zanîn ragihand ku eger li bajarê Kobanê yê Bakurê Sûrî nişteciyên Kurd ji aliyê milîsên Terorist yên DAÎŞ ve bêne kuştin dê şerê çekdarî yê Tirkiyê dîsan gur bibe. Ji vêya bêhtir tu tişt tirkî natirsîne. Li herêmê avabûna dewleteke Kurdî jî ji aliyê Enqerê ve qet nayête pejirandin. Dîsan jî destavêtina artêşa Tirkiyê di tekoşîna dijî DAÎŞ de wateya serdemeke giring radigre. Eger yek hebe ku keriyê mêrkujên DAÎŞ rawestîne ewe jî tirkiye. Eve nûçeyeke başe.”

Berliner Zeitung dinivîse ku Hevkariya Tirkiyê li gel Kurdên Sûrî dê bibe pêşketineke şoreşî;

„Herçend Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji bo Kurdên li Kobanêya ku hatî dorpêçkirin soza arîkariyê dabe jî, piştî vêya diviya bi lezgînî ev arîkarî dê çawan çêbibe rabighandana. Destavêtina Tirkî, ji bo serxwebûna Kurdên Sûrî û ji bo hevdîtinên aşîtiyê li Tirkî li gel Gerîllayên Kurd PKK tê çi wateye? Eger Davutoglu bixwaze ku parestina Kobanê li gel Kurdên Sûrî birêk bixe, eve ji bo Tirkiyê dê bibe serdemeke şoreşî û i bo tevayî herêmê jî dê bibe ronahiya hêviyê. “

Mearkische Allgemeine ya ku li Postdam ê weşanê dike cih daye van rêzikan;

„Armanca Tirkî ya demdirêj ku ragihandî ewe ku Serokê Dewleta Sûrî Beşar Esad ji desthilatê bête daxistin. Desturnameya ku destûra destavêtina leşkerî dide ji bo vê armancê jî dikare bête bikaranîn. Bi taybet pilana Erdoxan ku di erdên Sûrî de xeteke ewlekariyê çêbike di vî warî de balkêşe. Lê belê balkişandina Erdoxan ya li ser sedemên siyasî û civakî yê li pişta tund û tujbûna Suniyên Îraq û Sûrî jî rastîne.
Tirkî bi wê rastiyê tevdigere ku dema Emerîkî û Ewrûpî vegeriyan malê xwe neçare wekî cîranê Sûriyeyî û Îraqiya li herêmê di bin van mercan de bijî.”

 

DW
Berhevkar:Ercan Coşkun
Wergêr: Rewanbêj

 

dîtin: 408

Pêveker:

Şiroveyên rojnameyên elmanî li ser destûrnameya tirkiyê