• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Sitranbêja Nijeryayî bang li teroristan kir; Wan berdin min bibin

Sitranbêja Nijeryayî bang li teroristan kir; Wan berdin min bibin


barkirin: Hêzîran 29, 2014, 10:22


Sitranbêja Nîjeryayî ya navdar Adokiye bang li wan teroristan kir yên ku 276 keçik revandine. Di banga xwe ya ser torbendên civakî de got ku bila wan keçikan berdin şûna wana wêna bibin. Banga sitranbêja Nijeryayî bager di torbendên civakî de rakir.
Rêxistina tundî ya Îslamî Boko Haram di demên bihurî de 276 keçik revandibûn. Li himber vê yekê di torbendên civakî de helmetên cûrbecûr hatine destpêkirin da ku ew keçikana bêne berdan.
Sitranbêja Nijeryayî Adokiye ya 23 salî bang li koma teroristan kir da ku wan keçikan berdin. Li himber vê yekê hêrsa bi milyonan mirov girte ser xwe. Di encama vê hêrs û helwestan de Adokiye got ku ; “Ez dixwazim ku wan keçikan berdin. Şûna wan keçikan ez dixwazim ku keçikaniya xwe bidim” Her çend ji gelek aliyan ve ev helwest bûbe cihê hêrsê jî ji gelek aliyan ve jî gaveka wêrek hate dîtin.

adokiye_rewanbej adokiye_rewanbej_02 adokiye_rewanbej_03

 

dîtin: 438

Pêveker:

sitranbêja nijeryayî bang li teroristan kir wan berdin min bibin

Babetên nêzîk