• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berxwedana Cizîrê

Berxwedana Cizîrê


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Êlûn 21, 2015, 9:56


BERXWEDANA CIZÎRÊ – DÎMEN
Dema êrîşa li ser Cizîrê min seh kir min dizanî domdar be lê min nedizanî bajêr ji çar hêlan bipêçin, ji av, kehrebe, têkîliya cîhanê jê qût kirî êrîşekê bajon ser. Gava êrîşî Farqîn, Varto û Geverê kirin min dizanî dor werê Cizîrê. Weke din, dîsa min dizanî Cizîr ji gef, zilma Dewleta Tirkan re serî  natewîne. Ji ber vê sedemê Dewlet êrîşa herî bandor; bi planên pîvayî, tîmên xwe yî  taybet (ji sêwîxaneyan jixwe re bi salan xwedî dike), bi hevkariya Daîşiyên wehş şereke tolhildana Kobaniyê da destpê kirin.
Dema tîmên taybet, daîşiyên wehş bi otobosên bi zirh anîne bajêr li caedeyên girîng gerandine, li dor taxan birine-anîtine ji bo erdnigariya bajêr, niştecihên bajêr baş nas bikin, operasyona qetlîamê bêqisûr rêve bibin.
Çima Cizîr?
Ji ber ko bajarê herî gûpe gûpa Kurdistanê deng dide.
Ji ber ko kîjan hêlê welat neheqiyek hebe sîngê xwe dike nîşan ji dijminan re, hemêza xwe vedike gelê xwe re.
Ji ber ko bi yekîtiya xwe, bi wêrekî, kelecana xwe ya şoreşê têra xwe balê dikêşa.
Ji ber ko herî zêde tevlîbûna ciwanan bo rizgar kirina Kobaniyê ji Cizîra Botanê bû!

Dema ji aliyê Nisêbînê ve ketim ceadeya Kobanî min qamyonek , texsiyek çepûrast  ji gulle û bombe avêtan felişî, jihev ketî min dît. Raste rast dimeşiyam beramberî taxa Sûr û Cûdiyê bi heyirî, bi çaveke qeyd girtî. Li erdê betonên ji avahiyan belawela reşiyayî, fîşekên cûr be cûr, dirûşmên li ser derabeyan…  Wek: ‘Bi Berxwedanê Emê Bibine Egîd’, ‘Bijî Berxwedana Sîlopî û Cizîra Botan’, ‘Tîma Pling’…
Bajar ji şerê heşt rojan nîv gêj, nîv hişyar xwe ve dihat. Gihame xaçerêya li ber  Çemkûrikê(Nûr) li ber rê, ceadeyan du kobra bê liv bala min kişand.
‘Gelo têde polês hene yan vala ne!?’
Ji pêşberî wan derbas bûm dîsa serê kolanekê nofek nîştecih li dora komek fîşek disekinîn digotin: ‘Bila kes destê xwe nedê, heyetek bê rapor bigire!’ Hinek zarok gulleyên cûr be cûr têdixist bêrîka xwe, jixwe her derî belawela derdiket pêşçavê me. Ji ber hotela Mem û Zînê ketim taxa Çemkûrikê(Nûr) ko sed mîtro şûn ve xendek, kîsên kûmê rêz, xaniyên gullebaran kirî, zarok-dayîk-xortên wan malan giş li devê derî şaşwaz, li dora xwe dinihêrîn. Dostên min Memedê Girê Çoliya, Mesûdê Goyî, Yûnisê Das difikirîm…  Gera me ya li çiyayê Cûdî, hevpeyvîna min ya taxê çend meh berê û rewşa niha…
Her der  bêhn pêketî bû lê dema hatim vê taxê ji gemarên xwarinê wêdetir bêhna goştên xirabûyî jî zehf dihat.  Ew çend zêde gemar van heşt rojan li kolanan kom bûbû, ser de jî xwarinên bazar, qesabên ko bê kehrebetiyê goştê wan xirab bûyî, şewatên dîwaran… pozê min bêhtir bêhnê dikir vêdê.
Min silav da koma li serê xendek û cihê mayîn li Kobrayekê teqandine.
Gotin: ‘Tu diçî ku ve?’
Min go: ‘Diçim cem dostê xwe Memed’
Yekî ji nav wan Memed  naskir, ket pêşiya min li kûçeyên teng û xirecirî. Nîvê kolanê ji dolê aveke xilbe dihat, zarok xwe li avê didan bi kêfxweşî, hinek rûkê xwe dişûştin, hinek vê avê vedixwarin, hinek jin jî bi cîranên xwe re ketibûn sohbeta efsaneyên van heşt rojan ko di nêv xelqê tê behs kirin…
Serê kolan digiha ber trafoyeke teqandî, avahiyên dorê jî şewat lê ketibî. Wek nioreke tije av serê kolan û nîvê Ceada Ozkan girtibî, gelek mirov jî lê difekirîn. Hatim ber zarokeke 6-7 salî got ‘ko lê fekin ev tîp(tûp) çi jê hatiye!’ Tûp dereke wê nemabû kûn lê neketî. Hevalê cem min got ‘ev tûp ji bo wana bixapînin danîtine ew jî bi gulleyên doçkayê lê reşandine. Hetanî vêdê çi fen û fûtan dijmin hatine xapandin, wan kişandine tam cihê vê avê bi mayîna veşarî Kobrayê wan teqandine îca’.  Her der biye kavilî, hinek dîwan hatine xwar, bêhna kizirînê têkîlî bêhna goştê dibe. ‘Eha!.. li wêdê ye hevalê te’.
Memed nêzî kargehê xwe cila bi derabeyan mijûl dibû ez bi lez ji piştê ve nêzî wî bûm. Min navê wî hilda fitilî li ser min û bi şaşwaziyeke kêfxweş li min fekirî. Me bi hesret hevûdu hembêz kir, halê hev pirsî. Go:’ Şivan hay ji xwe hebe van deran gelek mayîn hene. Kêlîka  din destê zaroka cîranê me yek teqaha! Ez tam cemidî bûm di cihê xwe de tu hatî cem min bira’
Wek gelek kolanan de min didît li vêdê jî minîbûs û erebeyên xorde haş bûyî, kulo kula evciqî diket ber çavê min. Niştecihên taxê menzera dora xwe dinihêrîn; milekî ve kêfxweş bûn ko zora dewletê birine, ava rojan nehatî  dihat êdî. Lê milekê ve gelo ji vir pêde çi bê, çawa çêbê wan hêdî hêdî dipêçaha.
Cihê mayîn lê teqaha bû şebekeyên avê jî pê re perçe bûbûn. Lewma gava waneya avê vekiribûn nîvê cadê, avê wê xendekê tije kiribî, ji dola nêzî xwe berjêr diherikî. Xendekek din dixûya sor dikir balê. J imin re gotin dibe xwîna polêsên li Kobrayê bin ew. Bêhnên gemara xwarinan têkîlî şewata goştê dibû dîsa kete pozê min bi tûjahî. Ez pê aciz bûm lê dîmenên şerî bala min bêhtir dibir ser xwe. Ez û hevalê xwe dest bi gera taxê kirin ko tu xaniyê fîşek lê neketî nîn bûn jixwe.
-‘Şivan pêl wî milî neke mayîn hene!’
Ez ji wê hêlê vegeriyam û pê re meşê ketim. Hema bêje di hemî kolanan de xaniyên fîşek, gulleya doçka û roket lê ketî dixûya.  Hema heşt rojan bê navber reşandine taxê. Dîsa mînûbûsek reşandî û çend mîtro pêde korçalek min dî. Sekinîm…
Ji xaniya sor ya tenişta min dayîkek derket bi hêrs, bi kerb behsa êrîşa Kobrayan kir. Ez û zarok vê odê bîn lê feke heta ber Qûr-anê gulle lê ketiye, feke derî polaye vêcarî dîwarê xanî şikandine. Me jî ji şibaka paş xwe avêt bexça cîran… du kes jê peya bûn çekan… erebî diaxivîn, bostek rihê wan hebî… ji hewşa cîranan du xort gihan hewara me li wan reşandin, Kobrayê siwar bûn ji paş ve kişahan…  Hindik mabû em bihatana kuştin Xwedê me hewand, Nebî Nûhê gornê wî li vê xakê ye me hewand. Deh mîtro dûrî vî xaniyê çala mezin min dît ko dîwara tenişta xwe jî bi xwe re biribû. Digotin vêdê tanqê zincir, bi palet teqandine, heke ev tanq biketa taxê sedan mirov hatibû qetil kirin. Herkes behsa wê kêliyê li ku bûn çawa çêbî dikin… ‘Ji piştê ve Kobra bit irs û hêca berê xwe da milê Febrîqa Ardî ko kolan teng bî, xaniyê dawî du ode ji nîvê ve xirakir û derket ji taxê.’
Nêzî wêdê dibim di rê de mejiyê polês li erdê li ser keviran mayî nîşa min dikin. Dema teqîna tanq, Kobrayê wan dibe gullebaranê zêde dikin ta ku tanqeke din ya ko parçê wan dide hev û dikêşe tê û hetanî miriyan dide hev, vedikeşe  ji taxê. Lê hin parçeyên miriyan li erdê mane. Em nêzî xaniya pîrê ko nîvî xirakirine dibin, halê wê dipirsin. Pîrêderûniya wê ji berk o xirabiye radibe sixêfan l ime dike, dibe ‘Çi hal e em tên kuştin, dewleta dagirker me piço piço dike… hey min…’ Mejiyê polês… Gazindên pîrê… Hevalê min î bêçare… Dewleta kûjer…

dîtin: 588

Pêveker:

berxwedana cizîrê