• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê

Siyaseta Kurd, ziman û tiştên hatine holê


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gulan 24, 2014, 1:33


Gellek caran û di gellek deman de ev tişt hatiye gotin “çima siyasetmedarên Kurd bi tirkî siyasetê dikin”. Dema ku min di 94-95’an de dest bi nivîskariya rojnameya Azadiya Welat kir jî heman tişt me bi xwe digot û di gelek saziyan de ev niqaş çêdibûn. Heta kesên ku di Azadiya Welat de wekî berpirsiyar bûn jî carinan ji bo van nîqaş û xwestinên axaftin û nivîsandina zimanê kurdî ji alî siyasetmedaran bi bertek û xeydan rûbirû diman dikarim bibêjim. 5-6 sal derbas bûn sala 2000 î û salên piştî wê jî heman nîqaş êdî hê bi berfrehî, hê vekirî û hê bi dengekî bilin hat bilêvkirin. Çîroka siyasetmedaran jî heman tişt bû, wan jî heman tişt heman berevanî ji bo zimanê siyaseta xwe dikirin “em mecbûr in, ma ka tu berhem heye ku siyaseta bi kurdî fêrî me bike?” û filan û bêvan. Rast bû, wan jî rast digot. Berhemên siyasetê tunebûn, tu kesê ku bi alfabeya latînî di dibistnanan bi kurdî nexwendibû, tu kesî zanîngeh nexwendibû bi kurdî û doktorayên xwe bi kurdî nekiribûn li bakurê Kurdistanê.

Me nivîskaran jî carinan neheqî li wan dikir û li mirovên kurd jî dikir ku çima mirov bi kurdî naaxwînin û çima pirtûk hindik tên firotin. Bawer im hinekî jî di vî warî de em dîsa wekî serdestên xwe difikirîn û me serdestên xwe ango tirk dikirin mînak ji xwe re. Ku bi hezaran pirtûkên tirkî bihatana weşandin me digot “çima yê kurdî jî ne wisa ye?” Ku siyasetmedarên tirk bi awayekî serbest herikbar li qadan bi tirkî diaxivîn me berê xwe didan siyasetmedarên xwe ku çima ew jî bi kurdî wisa naaxivin”.

Lê me ji bîr dikir ku em di çi halî de ne. Me dîroka xwe, me rastiya civaka xwe jibîr dikir. Me jibîr dikir ku hê çend sal berê ji bo axaftina zimanê kurdî bi sedan kes ketin zîndanan. Me jibîr dikir ev 90 sal in ku dibistanên zimanê wan yê bi tirkî li her deverê Anadoliyê, li her tax û gund û bajaran heye, me jibîr kiribû ku ev 90 sal in ku mirovên wan siyasetmedarên wan di zanîngehan de doktorayê xwe bi tirkî kirine. Me jibîr dikir ku ev 90 sal in ku mirovên xwendevanên wêje û zimanê tirkî bi tirkî perwerdeyê dibînin û bi dehmilyonan kes di wan zanîngehan re derbas bûne û li ser wan pirtûkên wêjeyî yên tirkî perwerdehî dîtine û ji bo wan pirtûkana ezmûn bûne û di kurs û ezmûnan de pirs li ser wan bi hezarcaran hatine kirin. Me ji bîr kiribû ku hemû jiyana wan ji bêgavî ji mecbûrî bi tirki ye û li her derê tirkî zimanê fermî ye. Ew jiyana wan e ku ew ne bi tirkî be nikarin gavekê biavêjin. Ne hewceyî ku kesî ji wan re bigota “bi tirkî biaxivin, binivîsin”, ji ber pergala perwerdeyê, ew ziman ji bêgavî diket jiyana herkesi.

Belê me jî digot qey civaka me di heman rewşê de ye. Ku li ewropa jî projeyek nivîs, wêje û weşangeriyê çêbiba bi zimanê biyan gelek kesan digot bila yê me jî wisa be.

Lê belê teqez divê mirov rastiya civaka xwe zanibe. Him başiyên wê him nebaşîyên wê. Ku mirov tenê nebaşî û neyiniyên welatê xwe civaka xwe zanibe an jî mirov tenê başî û xweşiyên wê zanibe ez bawer nakim ku mirov civaka xwe nas dike.

 

Heke siyasetmedarên kurd bi kurdî siysetê nakin û nekirin, heke mirovên kurd li gor dilê me bi kurdî naaxwin û naxwînin. Ev sedemek rastiya civakê û jiyana kurdan e, ku bi salan hat gotin û bi sedan nivîs pirtûk li ser hat nivîsandin û li gor dilê me nehat guherandin divê êdî mirov tiştekî din bibêje. Mirov rêbazek din bikar bîne. Mirov li sedemine din bigere.

Sedema yekemîn ku ‘heke mirov ne bêgav be ne mecbûr be, bi kurdî na-pe-yî-vin”‘. Heke zimanê kurdî li daîreyên fermî, fermî be li ser axa kurdan, heke di her derê jiyana kurdan de ew hebe, heke di dibistanan de heta zanîngehan bi zimanê kurdî perwerde hebe. Wê çaxê em jî vê pirsê nakin ku ‘çima kes bi kurdî napeyîvin?” Her tişt wê demê dê bi xwe çêbibin.

Îjar rêya vêya di ku re derbas dibe? Rêya vêya ji xwe herkes dizane ku di siyasetê re derbas dibe. Bi awayê siyasî divê ev tişt bê bidestxistin. Bi hewldanên wan siyasetmedarên ku em dibêjin “çima bi tirkî siyasetê dikin” bê bidestxistin. Yê min, ez bixwe êdî ji siyasetmedaran naxwazim ku bi kurdî siyasetê bikin. Ew hêvî jî nemaye û êdî ne hewce ye jî. Bila sozên ku dane û didin bînin cîh û li pey wan herin ew bes. Bila li pey soza xwe ya ‘perwerdeya kurdî” herin û dibistanên kurdî, zanîngehên kurdî û xweseriya kurdî bi dest bixin ew bes e. Ku vana bi dest ketin û bi hezaran dibistanên kurdî vebûn û bi sedhezaran zarokên kurdan û mirovên kurd di van dibistanan re derbas bûn, wê demê siyasetmedar jî dê ji wan derkevin û pêdiviya me jî bi wan kesên bi tirkî siyasetê dikin dê nemîne. Wê demê li her derê zimanê kurdî dê bi xwe têkeve qada jiyanê û bi dehhezaran xwendekarên Kurd li pirtûkên kurdî bigerin û li ser wan nîqaşan bikin û di ezmûnan de pirs li ser wan bê kirin.

 

Siyasetmedar dikarin bikin û wan siyasetmedarên kurd ku bi tirkî diaxivîn gellek tişt ji bo zimanê kurdî kirine jî. Ew siyasetmedarên ku em qal dikin bi taybetî yên PKK yî, yên BDP yî gelek tişt kirine ji bo zimanê kurdî. Mirov hinekî bîra xwe tev bide mirov dê mafê wan jî bide wen. Di sala 1992’an de Enstîtuya Kurdî li Stenbolê ava bû; heta niha bi dehan pirtûkên perwerdeyê derxistine û bi dehcaran kursên ziman lidarxistine û bi sedan mamosteyên kurdî gihandine.

 

Dîsa NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) pêşî li Stenbolê hat avakirin û dû re li gellek bajarên Tirkî û Kurdistanê hatin avakirin, bi sedan hunermend di vê derê de perwerdehî bi kurdî dîtin li ser hunerê û bi dehan komên muzîkê hatin avakirin û stranên gelêrî hatin gotin û yên nû hatin afirandin. Dengbêjî bi vê re ket rojeva kurdan û dinyayê.

Televizyona Med’ê hat avakirin di sala 1993’an de û li hemû dinyayê ji alî kurdan ve hat temaşekirin û gelek ders jê hat dîtin. Pê re jî kanala muzîkê jî gellek kar û xebat kirin di derbarê ziman û muzîkê de. Hema hema hemû dengbêjan xwe di van Tv yan de dan naskirin û klamên xwe gotin. Ev Tv nêzî 20 sal e ku xizmetê ji kurdî re dike.

 

Bi wê re girêdayî, TZP ya kurdî û Kurdî Der’ê bi sedan kurs li dar xistine û bi hezaran dehhezaran kes di van kursan re derbas bûne û hînî zimanê kurdî yê xwendinê bûne û bûne mamosteyên zimanê kurdî. KURDÎ-DER a ku bi Enstîtuyê ve girêdayî ye hema hema li her bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê şaxên wê hene, li gellek cîhên metrepolên Tirkiyeyê jî şaxên wê hene; wekî li îzmîr, Mêrsîn, Edene, Ankara wd. Hê jî ev kurs û perwerdeyî didomin.

Rojnameya Azadiya Welat wekî ‘Welat’ di sala 1992’an de dest bi weşana xwerû bi kurdî kir, ev nêzî 22 sal in ku bê navber weşanê dike. Qalîteya wê kêm be an ne kêm be jî, bi sedan xwendekar bi dehan nivîskar afirandiye. Hema hema pirên nivîskarên, bakur û rojavayê Kurdistanê di vê rojnameyê de nivîsandine û xwe bi xêra wê bi pêş xistine. Ez jî yek ji wan im. Yên ku aniha dijberiyê bi vê xetê dikin jî bi piranî di vê pergalê re derbas bûne û bi xêra vê rojname û enstîtuyê xwe di warê zimên de bi pêş xistine. Van kesên ku bûn nivîskar jî bi dehan pirtûk çap kirin û wan jî bi dehan xwendekar afirandin û ew xwendekarana jî hinek jê bûn nivîskar. Weşanxane hatin avakirin, wekî Aram û filan bêvan, bi dehan pirtûkên kurdî çap kirin. Ev hemû bi piranî bi saya van saziyana ango bi saya siyasetmedarên xeta PKK’ê û BDP’ê bûn. Mirov nikare înkar bike, nabe. Çiqas em dibêjin “çima bi tirkî diaxivin” jî, di navenda PKK’ê û KCK’ê de lijneyên ziman hene, belkî bi dehan kurs li serê çiyan bi kurdî hatine dayin. Pirê wan êdî bi kurdî diaxivin. Bi hezaran şervan-gerîlla bi kurdî dixwînin, bi kurdî dinivîsin û bi dehan gerîlla di girtîgehan de bi kurdî pirtûkan dinivîsin, bi dehan hatine çapkirin û hê jî tên çapkirin. Heta weşanxane gelek carî dosyayên ji şervanên ku di girtîgehandene tên, naweşînin, ji bêderfetiyê.

Bi baweriya min divê ev hemû kar û xebat li ber çav bê girtin û piştgiriya siyaseta niha ku dibêje emê perwerdeya kurdî bikin, emê dibistanan ava bikin û di her qadên jiyanê de kurdî bikin zimanê kartêker, bê kirin.

 

Îjar gelek kesên ku digotin û dibêjin “çima bi kurdî siyasetê nakin an jî çima bi kurdî na axivin û çima Kurd li zimanê xwe xwedîdernakevin?” jî bi kurdî naxwînin û nedixwendin. Gelek kesên ku van pirsana dikirin jî bi tirkî dikirin û di rojnameyên tirkan de bi tirkî dinivîsîn. Gelek kesan tenê ji bo ku di xetên berevajî BDP û PKK’ê de bûn ev pirsana dikrin. Gelo çend kesan ji wan pirtûkên kurdî xwendine û bi kurdî dinivîsîn an diaxivin? Ku herkesê vê pirsê dike jî bi kurdî biaxivin û bixwînin jî ne hindik e û divê her kes ji xwe dest pê bike. Hemû civak ji siyasetmedaran pêk nayê, bi milyonan mirov ji derveyî siyasetê ne. Kê, kîjan siyasetmedarî ji mirovan re gotiye bi kurdî nexwînin? Gellek carî ev dibe bahane ji mirovên xemsar re. Êdî dema axaftinê dema wan pirsanê ji siyasetmedaran tê kirin jî derbas bûye. Dema projeyên kurdî, dema projeyên akademîkûgiran hatiye.

(22.05.2014 Azadiya Welat)

dîtin: 290

Pêveker:

siyaseta kurd ziman û tiştên hatine holê