• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Stêreyekê pembehî hate dîtin

Stêreyekê pembehî hate dîtin


barkirin: Gelawêj 10, 2013, 2:42


Zanyarên esmanî stêreyekê nû yê bi rengê pembehî keşif kirin. Ev stêra nû 57 salên tîrêjê ji cîhana me dûre.

Ajansa Esmanî ya Japon ku navendeka wê li eyaleta Hawaii ya Amerîkayê ye  bi teleskopa bi navê Subaru stêreyekê nû li boşahiya esmanî de peyda kir. Ev stêraya esmanî ya rengê pembehî li dora stêrkek mîna rojê dizivire.

Zanyar dibêjin di atmosfera vê stêreyê de ewrên dagirtî nînin, ji ber vê jî dikarin bi hêsanî lêkolîna ser rûyê vê stêreyê jî bikin. Astrofîsîkzanê NASA yê Michael McElwain, diyar kir ku heger derfet heba ku biçin vê stêreyê dê cîhaneka di rengê gulên gilasê de bihata dîtin.

dîtin: 457

Pêveker:

stêreyekê pembehî hate dîtin

Babetên nêzîk