• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Stêrkê Hollywoodê deriyê mala xwe ji kurdekî êzidî re vekir

Stêrkê Hollywoodê deriyê mala xwe ji kurdekî êzidî re vekir


barkirin: Êlûn 7, 2017, 3:52


Stêrkê Hollywoodê George Clooney û hevjîna wî Amal Clooney deriyên xwe ji kurdekî êzidî re vekirin.

Kurdê êzidî piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ'ê koçberê Amerîkayê bû û niha li mala George Clooney û hevjîna wî Amal dijî û li Zanîngeha Chicago dixwine.

George Clooney ji kovara Hollywood Reporterî der barê wî kurdê êzidî de ku bêyî navê wî eşkere bike wiha got: “Bi otobûsekê diçû Mûsilê. Çekdarên DAIŞ'ê du ajokar kuştine û gotine  kesên ku biçin dibistanê em ê bikujin. Ew sax felitiye û hatiye Amerîkayê.”

Clooney her wiha diyar kir ku ji wî re gotiye: “Heke tu bixwazî bixwinî em ê piştgiriya te bikin. Em dikarin vê yekê ji bo te bikin.”

Amal Clooney hevjîna George Clooney jî parêzereke navdar a mafên mirovan e û bi eslê xwe lubnanî ye. Wê li Neteweyên Yekbûyî behsa çîroka jinên kurdên êzidî yên ji destê DAIŞ'ê rizgar bûne kiribû.

Amal Clooney di heman demê de parêzera çalakvana kurda êzidî Nadiya Mudrad e.

dîtin: 60

Pêveker:

kurdên Êzidî koçberên kurd george clooney amal clooney