• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Strana jiyanê; Roja karkerên cîhanê | Kakşar Oremar

Strana jiyanê; Roja karkerên cîhanê | Kakşar Oremar


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gulan 1, 2014, 1:59


Jiyana me bi hemû xweşî û rengînîyên xwe yên îro re deyndarê ked û xwîna hinek kesên mezine ku hê jî di civaka me de baş nehatine naskirin. Dema min bi rêya sîstema youtube guhdarî marşa „ L`Internationale“ a bi zimanê Fransî kir, wê melodî û peyvên xweş çend rêyên din jî nîşanî min dan:
Roja 1ê Gulanê kengî, çima û çawa çêbûye?
Marş an jî sirûda Înternasyonal ji hêla kê ve hatiye nivîsandin û çawa bûye marşeke navnetewî a karkerên cihanê?
Çîna karkerên Kurd çiqas ji ked û mafên xwe xwedî derketine û bi berawirdkirina çîna karkerên cihanê re îro rewşa karkerên Kurd çawaye?

Biryara yekê li Avustraliya
Ked û xebata mirovan bexteweriyê diafirîne û tevî hemû zehmetiyên destpêka hilanîna her pêngavekê, encameke baş bi xwe re tîne.
Yekemîn car 21ê April a sala 1856an bû ku karkerên welatê Avustraliya biryareke wiha dan:” divê em bixebitin ku di rojekê de tenê 8 saet kar bikîn û ev jî bibe bi yasayek dayîmî”.
Vê bixwe baweriyê rêyeke nû li ber jiyana wan vekir û salek piştre dîsa daxwazên xwe di mêtîngekeke din de jî beyan kirin. 30 sal piştre karkerên Amerîka jî di sala 1886an de dengê xwe tevlî dengê karkerên Avustraliya kirin. Di wê salê de wan hem daxwaz kirin ku 1ê Gulanê wek roja cihanî a karkeran bê destnîşan kirin û hem jî saetên kar di rojekê de dakevin 8 saetan.
Yekê Gulanê wek roja cihanî a karkeran bêtir navê xwe ji roja 1 heya 4ê Gulana sala 1886an standiye ku li piraniya îyaletên welatê Amerîka karkerên 1200 kargeh û karxaneyan dest ji kar berdan. Armancên wan dîrokî û mezin bûn. Bêtir ji her der derê li bajarê Çicago(Şîkago) komeke mezin bi qasî 90.000 kes ji karkerên bajar di qada navenda bajar de li dora hev kom bûn û ji dewlet û xwedîyên kapîtal û fabrîkan daxwaz kirin ku merc û rewşa karê wan baştir bibe û saetên kar jî di rojekê de bibine 8 saet. Polîs û hêzên asayêşê ji wan daxwaz kirin ku dawî bi meşa xwe a protestoyî bînin, lê wan nepejirandin û pêre jî dema polîsek hate kuştin, hêzên asayêşê dest bi golebarankirina karkeran kirin. Gelek kes hatin kuştin û birîndar kirin. Heşt kes ji wan karkeran wek pêşeng an jî birêveberên meşê hatine girtin ku 5 ji wan bi îdamê mehkûm bûn, du ketin bi awayê moebed û yek jî bi qasî 15 salan di girtîgehê de ma.
Xebera tirajêdiyek wiha li her dera cihanê belav bû û êdî ew roj wek „roja cihanî a karkeran“ hate binav kirin. Li gelek derverên cihanê karker û cotyar rabûn ser piyan û piştgîrî dane xebata karkerên welatê Amerîka. Bi awayekê ku îro ew roj bûye rojek international.
Ev bizav sal bi sal berfirehtir bû û sala 1889an hêza wan a mezin bû sedem pêkahatina „Kongireya Karkerên Înternational“ ku 400 berdevk têde amade bûn. Wan di wê kongireyê da du daxwazên sereke hebûn:
1. Bi awayekî fermî saetên kar di rojekê de bibine 8 saet.
2. Ji roja 1ê Gulana sala 1890an û pêde ew roj wek „Roja cihanî a Karkeran” bibe bi roja rihetê û tatîleke fermî.

Êdî ji wê salê û pêde qada bergirîkirina ji mafê karkeran sal bi sal berfirehtir bûye. Karker û zehmetkêşên civakê bêçek, bêtop û tang bûn, lê hêza wan a polayîn li dijî çîna burjwaz û desthilata hakim biser keft.

Marşek û şoreşek cihanî
Li marşa jêr baş guhdar bikin:
http://www.youtube.com/watç?v=POH14-HMGFc

Bihîstina wê sirûdê hiseke taybetî di dilê mirovan de çê dike. Kelecanekê çêdike û ji mirov dixwaze ku bi hemû hêz û îrada xwe ji keda xwe xwedî derkeve. Belkî karkerek jin an jî mêr xwedî gelek tiştên weke nan, dirav(pere), mal û xanî nebe lê ew xwedî hêzeke wisa mezinin ku dikarin çeraxa dinê ji gera xwe bisekinînin.
Helbesta wê marşê sala li 1870an ji hêla kesekî bi navê Eugene Pottier(1816- 1887) hatiye nivîsandin ku di dîroka hunera cihanê de jî wek yekemîn sirûda protestokirinê tê nas krin:
Rabe ji xewê êdî rabe
Rabe cihana hêsîr û berdeyan
….
Divê ji reh û rîşê derxînîn
Cihana kevn a zor û zulmê
Şerê dawiyê ye ev, şerê ser û mal
Bila em yek bin hevalno,
Bi internasyonal rizgar dibe insan
….“
Ev marş di roja îro de bi gelek zimanên zindî ên cihanê hatiye wergerandin û gotin. Di nava me Kurdan de jî bi her du zaravên Kirmancî û soranî ji hêla gelek kom, stranbêj û hunermendên Kurd ve hatiye gotin:

http://www.youtube.com/watç?v=BYSXh7j6494
http://www.youtube.com/watç?v=Wxhbj9LVAx8

Roja yekê Gulan a her salê ev marş ji hêla milonha karkerên cihanê ve di mêtîng û meşên mezin de tê gotin û bihîstin.

Eugene Pottier kîye?
Eugene Pottier di 4ê Oktobera sala 1816an de li Parîsê di nava malbateke hejar de hate dinê. Lê ew kesekî çavvekirî bû û zû bi wê rastiyê hesiya ku çîneke taybet ked û mafê wan bi erzanî dixwen. Ew tevî ku heya dawiya jiyanê weke karkerekî feqîr û tengdest ma lê kesekî rewşenbîr bû ku bêtir ji kesên derdora xwe bi êş û elemên jiyana çîna karker û cotiyar hesiyabû. Ew hê 14 salî bû ku di sala 1830an de yekemîn marşa xwe li jêr navê“ bijî azadî“ çêkir. Ew di şoreşa 1848an de li dijî çîna burjwazî şoreşgerekî naskirî bû. Ji sala 1840an û pêde bi stranên xwe yên şoreşgerî dengê wî germahî dida xebata şoreşgerên Fransî. Wî bi sirûdên xwe hem banga şiyariyê di nava gel de belav dikir, hem jî ji kedkar û karkeran daxwaz dikir ku hev û din bigirin. Ji hêla din jî burjwaz û kedxwar tehdîd dikirin ku heya kesên weke wî hebin ew jî nikarin wiha rihet li ser serê wan jiyana xwe a xwînmêjiyê bidomînin. Li Fransa dewletên ku wan salan nunertiya çîna serdest û burjawaz dikirin jî ji helbestvan û hunermendê feqîr û hejaran ditirsiyan. Wî dikarî bi helbesteke melodîk text û payê wan bêxe lerzînê. Sala 1871an wî di çaxê „Komona mezin a Parîsê“ de bi piraniya dengan karî bibe endamê wê komonê û di hemû çalakiyên wê hikûmeta yekemîn a proletarî de kesê herî zêde bi liv û lebat bû. Piştî têkçûna wê hikûmetê berê çû welatê Ingilistanê û piştre jî reviya welatê Amerîka. Sala 1871an marşa xwe a naskirî „Internationale“ rojekê pştî têkçûna şoreşa 1ê Gulanê nivîsî. Bi wê marşê re wî tovê bîr û ramanên mafxwaziyê li her dera cihanê reşandin. Îro em bêtir ji her carê fêkiyê wê darêw di jiyana xwe de dibînin.
E. Pottier ji welatê xwe dûr ketibû û nedikarî vegere nava sinorên axa xwe, lê ew deqeyekê jî nesekinî. Sala 1876an helbestek li jêr nave:” Ji karkerên Amerîka ji karkerên Firansa re“ nivîsî. Naverok li dijî sîstema kapîtalîsimê bû ka bi xêra wan çawa jiyan karkeran di bin zulmê de ye, feqîrîya wan ji kû tê, keda wan diçe kû, bawerî û berxwedana wan çawa dikare rêya serkeftinê nîşanî wan bide. Ew sala 1880an vegerî walatê xwe û bû endamê partiya Karkeran. Ji 1884an heya 1887an du pirtûkên xwe li jêr nave “ helbestên şoreşgerî“ çap kirin. Pirtûk bi pêşwaziyeke bêhempa di yekemîn hefteya weşandinê de li bazarê neman.
Roja 8.11.1887an şaêr û dengê şoreşa karkerên cihanê E. Pottier di temenê 71 saliyê de xatra xwe ji jiyanê xwest. Karker û rewşenbîrên Ewropa li dora tabota wî kom bûn û bi ala sor xemilandin. Polîsên hikûmetê xwestin ala sor hilînin, lê dirûşmên bilind ku bi hemû hêza xwe diqêriyan:” bijî Pottier” ew tirsandin.
E. Pottier di nedarî û feqîriyê de mir lê marşa ku wî kire malê dîrokê îro jî li ser zimanê sedha milyon karkerên cihanê ye û navê wî zindî hêlaye.

Kar û karker li Kurdistanê
Dema em li rewşa welatê xwe dinêrin, mirov nizane ka li pey ewqas xebata salên dûr û dirêj ewqas bextreşî ji kû hatine û çima li axa me tim barana nifiran dibare? Çira evqas derd û ezab? Welatê me piştî zêdetir ji dused salan şerê ji bo azadî û serxwebûnê hemû rojê tê parvekirin. Mejiyekî parvekirî di nava me de ye heye ku fermana mirinê dide me. Welatê me wêran dibe û coyên hêsir û dilopên xwînê li ser singê wê dimeşin. Hêşta xewina avakirina hêlîneke serbixwe di serê me de ye. Armancên me Kurda pîroz û di vê navê de çina karker xwedî ramanên insanî ne.
Li Îran, Tirkiyê, Sûriyê û Îraqê karkerên Kurd wek hemşehiriyên derce du ne. bêwelatbûnê ked û jiyana wan jî erzan kiriye. Li bakurê Kurdistan karkerên Kurd li her derê hene û carna tê dîtin ku di metrepolên Tirkiyê de ji ber Kurdbûna xwe têne kuştin an jî mafê keda wan nayê dayîn. Karkerên Kurd li ser cade û kulanên Tehran, Isfehan û Şîrazê bi xwîna dilê xwe pariyekî nanê rojê derdixînin, lê ji gelek mafên xwe yên meşrû bêparin. Rewşa Sûriyê jî li ber çavane lê li rojavayê Kurdistanê Kurdan bi avêtina mezintirîn pêngava dîrokê ji dost û dijminan re îspat kirin ku ew hem bi axa xwe ve girêdayî ne û hem jî xwedî wê îrade û qabliyetê ne ku bikarîbin sîstimeke xweser birêve bibin. Li başûrê Kurdistanê jiyana karkerên ku li ser wilayetên Hewlêr, Dihuk û Silêmaniyê ne hinek ji a karkerên wilayetên Kerkûk, Musil, Xaneqîn, Mendelî baştire.

Spas ji bo dayîk û bavên ku bi ked û zehmeta xwe em mezin kirin. Ew ronahiya jiyana me bûn.
Ji bîr nekin ku karker kesên mezinin. Çimkî teknolojî ya moderna îro li hemû cihanê cara yekê bi destê karkerekî çûbûye. Avedanîya cihanê deyndarê xwehdan û xebata karkerên reş, spî, sor û gewre. Cihan a me tevane û werin em heya saxin qîmeta xwe û keda xwe bêtir bizanin. Ji dil spas ey hemû karkerên cihanê.
Jêder:
1. Berhemên Lenîn – cild 36
2. Yekê Mai û Rosa Luxemburg
3. Dîroka şoreşa Fransa bi zimanê Almanî

1gulan1 1gulan2 1gulan3 1gulan4 1gulan5 1gulan6

dîtin: 599

Pêveker:

strana jiyanê roja karkerên cîhanê kakşar oremar