• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Taximê Olîmpî gihişt Istgeha Navnetewî ya Ezmanî

Taximê Olîmpî gihişt Istgeha Navnetewî ya Ezmanî


barkirin: Êlûn 27, 2013, 2:48


Taximekî din gihişt Istgeha Navnetewî ya Ezmanî. Firîna Keştiya bi pilot `Soyoz` û pêvgirêdana wê bi Istgeha navnetewî re di rêjîmek normal de birêveçû. Astronotên rûsî Olêg Kotov û Sêrgêy Ryazantsêv, jibilî bernama berfireh ya ezmûnan, wê misyonek ne jirêzê jî pêkbînin. Ew gerek di meha Mijdarê de çiraxa Olîmpyadê `Soçî-2014` li ezmanê vekiri pêşkêşbikin.

Taximekî din gihişt Istgeha Navnetewî ya Ezmanî. Firîna Keştiya bi pilot `Soyoz` û pêvgirêdana wê bi Istgeha navnetewî re di rêjîmek normal de birêveçû. Astronotên rûsî Olêg Kotov û Sêrgêy Ryazantsêv, jibilî bernama berfireh ya ezmûnan, wê misyonek ne jirêzê jî pêkbînin. Ew gerek di meha Mijdarê de çiraxa Olîmpyadê `Soçî-2014` li ezmanê vekiri pêşkêşbikin.

Keştiya bi pilot `Soyoz` li gor neqşê teknîkî yê nûjen, bi giştî di 6 demjimêran de gihişt heta Istgeha Navnetewî. Di salên berê de jibo vê çûnê du roj pêwîstbûn. Care sêyane, ku Olêg Kotov vê firînê pêktîne. Muhendis Sêrgêy Ryazantsov û astronotê emerîkî Maikl Hopkins cara pêşîn di vê firînê de beşdar dibin. Rêberê Navenda amadekirna astronotan Sêrgêy Krîkalêv destnîşandike, ku taybetmendiya vê taximê ew e, ku herdû astronotên rûsî bi pişekariyên xwe -bijîşkin.

Olêg Kotov berya gelek salan wek bijîşkê leşkerî derbasî Navenda amadekirnê bû. Paşê, ew wek astronot hat amadekirin û perwerda muhendiî û firînê wergirt. Ew wek muhendis û wek fermandar jî firyaye gerdûnê. Sêrgêy Ryazanskî cara pêşîn difire. Çarenûsa wî jî wek çarenûsa Kotov e. Ji bilî perwerda bijîşkî, wî jî perwerda muhendisyê wergirtiye. Maikl Hopkins bi astronotên me re firya, lê ew wê li beşê emerîkî yê Istgeha Navnetewî kar bike.

(Dawiya deng)

Ne bi gelkî berya destpêka firîna `Soyoz` rêgeha Istgeha Navnetewî jibo 900 metrî hat bilindkirin. Ev serrastkirin hat kirin jibo firîna li gor neqşê 6 demjimêran bê misogerkirin.

Di bernama astronotên rûsî de bi dehan ezmûnên zanistî hatine plankirin. çar ji van ezmûnan –asasî ne. Ev ezmûn derbarê teknolojiya beolojî, teknîkî, lêkolîna Zemîn û gerdûnê, perwerde û nasyarkirna lêkolînên ezmanî ne. Ew divê pêşwaziyê li 5 keştiyên bar bikin. Di meha Şibatê de, di dema, ku ew ji kar vala bin, wê li listkên Olîmpyadê Soçî binerin. Bê guman, di dema firîna rêgehê de ew nikarin bi awakî tam weşana van lîstkan wergirin, lê astronotan êdî hinek ji pêşbaziyên vê Olîmpyadê spariş kirne. Lê berya vê yekê ew divê misyona xwe ya olîmpî pêkbînin. 7 Mijdarê taximê 39-mîn rêwîtiyê wê çiraxê olîmpyadê bighînin Istgeha Navnetewî ya Ezmanî. 9 mijdar Olêg Kotov û Sêrgêy Ryazantsov wê vê çiraxê li gerdûna vekirî hilgirin. Piştî du rojan çiraxa olîmpyadê wê jibo zemînê bê vegerandin.

dîtin: 401

Pêveker:

taximê olîmpî gihişt istgeha navnetewî ya ezmanî