• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Te got Serxwebûn

Te got Serxwebûn


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Gelawêj 13, 2014, 6:53


Bavê min di riya Şengalê de çêbûye û pîrka min Sara jî bûye mêvanê Êzidiya li çiyayê Şengalê. Xwediyên malê navê Sefer li bavê min kirine ji ber di seferê de çêbûye. Ji ber wê bû ye an ji ber karê bavê min yê qaçaxçitiyê bûye nizanim lê bavê min çiyayê Şengalê ji xwe re kiribû mesken û bi dehan dostê wî yê nêz çêbibû. Ez di biçûkaniya xwe de bi serpêhatiyên bavê xwe mezin bûm. Bavê min carekê pêl mayinekê kiribû û lingê wî jê bibû. Ez di çar-pênç saliya xwe de heta min dest bi dibistana seretayî kir rojekê jî ji cem bavê xwe ranabûm û wî behsa hemû jiyana xwe ji min re dikir. Di wê zarokatiya xwe de wek yekî gihiştî bi meha û bi sala min lê gohdarî kir. Herî pir peyvên “Çiyayê Şengalê” û “ Êzidî” bala min dikişandin. Beyî ku ez herim wir li her derê Şengalê geriyabûm û beyî ku yekî ji wan nas bikim te digot qey dinav wan de mezin bibûm. Piştî ku bavê min rehmet kir cara yekem ji bo dîtina wan ez çûm Laleşê. Piştî sohbeteke xweş bi awayekî hêstiyar min behsa bavê xwe ji mezinê Êzidiya re kir. Gava got min bavê te nas dikir û dosteke baş bû ji kêfa hêsir niqutîn hundirê min.

Cara duyemîn jî gava min serê sibehekê bihîst ku wahşên Daîşê êrişî Şengalê kiriye her tişt careke din di ber çavê min re derbas bû. Bavê min, zarokatiya min, gelê Êzidî û çiyayê Şengalê…

Belkî tesadufek bû lê min vê demê wersiyoneke din ya çîroka Derwêşê Êvdî dixwend ji romana “Evîna Mêrxasekî”.

Piştî van hestên xwe ezê çawa derbasî mijareke siyasî bibim û behsa vê qirkirina Êzidiya bikim, çawa behsa li berxwedana pêşmergeyên qehreman bikim ez jî nizanim.

Ez ne şaş bim heta çend meh berê birêz Berzanî behsa serbixwebûna Kurdistanê dikir û digot êdî wext hatiye. Diyar e kêfa me dianî û destê xwe li ser serê me zarokan re dibir. Kêfa me hemûyan dihat bi van daxuyaniyan.

Hin çalakvanên medyaya sosyal jî li kes û rêxistinên ku qaşo dewleta serbixwe nedixwestin bi tîrên xwe yê ji pênûsa çêkiribûn êrîş dikirin. Îroj hinekî jî li wan difikirim bê xwe ji bo rêxistin an perçeyekî şêrîn bidin xuyakirin bê çawa xwe perçe dikirin.

Gava me bihîst ku wahşên Daîşê êrişî Şengalê kiriye û peşmergeyên me revî revî bazdane wekî Kurdekî me çi hîs kir gelo? Bi hezaran peşmerge beyî ku yek fîşekê biteqînin, beyî ku yek endamê çeteyan bikujin tevî çekên di destê xwe de ber bi Kurdistana azad de diçûn, gelo nedifikirîne ku Şengal dilê Kurdistanê ye. Hizir nekirin ku Şengal ji nefta Kerkukê bêtir ji me re lazim e. Dibe nefta Kerkûkê têra xwe dewlemendiyek di nav hin siyasetmedarên başûrî de dabe peydakirin lê ma nizanin em bêtir ji hêjarî û xizaniya çiyayê Şengalê hez dikin.

Ma çawa karîbûn wan keç û jin û zarokên Êzidiya di nav wan wahşa de tenê bihêl in û birevin, biçin. Duho di televizyoneke Kurdan de min temaşeyî mezineke Êzidiya kir û digot; 45 keçên me ji bo nekevin destê Daîşê bi destê hev girtin û xwe avêtin ji zinaran.

Gelo ji wan peşmergeyên qehreman yekî ji wan li vê nûçeyê gohdarî kir û çizînî bi dilê wî ket gelo?

Meraq dikim û dixwazim bipirsim. Gelo gava zarokên Êzidiya di nav wan taht û zinaran de ji tîna mirin hûn çawa dikarin bi rehetî avê vexwin. Dilê we çawa dikare rake?

Gelo eger keçikên we yê gihiştî hebin û bi saya serê qehremaniya we ew keçikên Êzidiye ku her yek wekî Edûlê xweşik bûn her roj bi dehan tecawuzkarên Daîşê rû bir û dimînin, gava hûn çav keçên xwe dikevin çi hîs dikin. Hûn venarşin gelo?

Dixwazim bipirsim qey em bi salan bi derewan mezin bûn ku gava me navê pêşmerge dibihîst serê me pê digihişt ezmana ku ew qas qehreman û li pêş mirinê bê hesap bûn. Wekî yekî Êzidî digot bi rastî hûn bûne paşmerge qey?

Erê em dewleteke serbixwe dixwazin û yê herî pir nêzîkê vê yekê jî başûrê Kurdistanê bû. Ma wê nepirsin ji we gelo hûn nikaribin li ber çeteyekê axa xwe biparêzin hûn behsa kîjan serbixwebûnê dikin. Ma careke din gava hûn behsa vê yekê bikin di serî de gelê me yê Êzidî û hemû dinya wê bi vê yekê nekenin.

Birêz Berzanî wê rojê di axaftina xwe digot; çekên me li hembêr yê wan qels û lawaz in. Ev bi sala ye ew çeteyên wahş êrişî Rojava dikin lê bi tu awayî nikarîbûn derbasî yek bajarê Kurdan bibin. Gelo çekên çawa di destê Kurdên Rojava de hebûn ku ew qas li ber xwe didan? Ya din ev nêzî 25 sal e ku bi awayekî de facto serbixwebûnek heye û êdî dewlemendên dinyayê di nav welatiyên başûr de peyda dibin. Gelo ew qas pere jî têr nedikir ku çekên ku axa xwe ji çeteyan biparêzin li cem xwe bicih bikin. Tişteke din; gava van çeteyan êrişî Rojava dikir dest ji alîkariyê berdin bi ser de sînor li ser xûşk û birayên xwe digirtin. Anha jî di ser hala de tê gotin 200 kon li deriyê Sêmalka tên sekinandin û nahêlin derbasî Kampa Newrozê bibe ku Êzidî li wir in. Eger rast be –ku ne wisa be çima bê gotin- mirov ji qahra tenê dikare dev laşê canê xwe bike.

Tenê vê dikarim bêjim. Kîjan rêxistin, nivîskar, siyasetmedar û çi kesên li ser vê xakê bin û derd û kulên wan yê Kurdistanîbûnê hebe û berjewendiyê xwe bi awayekî din derbixe pêşiya berjwendiya gelê Kurdistanê wê dîrok lanetê lê bibarîne.

Kêmasiyên her mirovî û her rêxistinê dibe ku çêbibe. Lê tiştên jê hene nayê qebûlkirin di wicdanê mirovahiyê de. Ev qirkirina Êzidiya wekî yê din jî wê neyên ji bîr kirin. Lê wê di pelên dîrokê de rola peşmergeya neyê ji bîr kirin û wê di rûpelê ewil de bê nivîsandin berî wehşeta çeteyên Daîşê.

Divê mirov heqê herkesî nexwe. Hin pêşmergeyên qehreman ku ji çiyayê Şengalê derneketin û şehîd jî ketin hebûn. Ew di riya dîrok û kevneşopiyan mezinên xwe de çûn û îxanet bi gelê xwe nekirin. Hin ji wan merivên hevalên me bûn. Em herî kêm wekî wan êşiyan.

Gotina min ya dawî ji hin televizyonên “Kurdan” re ye ku tu xizmeteke wan ji Kurdan re tuneye. 24 saetan wekî wezarêtên yê propagandayê ya dema Hîtler derew û propagandaya dikin.

Bijî ji were.

Wa ye we li ser zarokên ku li ber rokê ji tîna dimirin, keçên ku ji bo nekevin destê çeteyan xwe dikujin, zilamên ku wan bi saxî binax dikin û kesên ku serê wan tên serjêkirn… Hûn ji ser wan re jî “nanê” xwe derdixin.

Pîroz be li we doza Kurd û Kurdîstanê!

Lê vê yekê ji bîr nekin tu carî. Her roj Êzidî sibehê, nîvro û êvarî berê xwe didin rojê û duayên xwe yê herî xweş ku çawa ji dilê wan tê wisa dikin, wê ji bo we jî çend gotinên wan hebin.

Rastiyê qet nebe ew baş dizanin.

Hûn dikarin bi televizyonên xwe têra xwe dezenformasyonê bikin. Lê ew roja ku Êzidî baweriya xwe pê tînin şahidê her tiştî ye.

Meraq nekin, tiştê ku ew jî dibêje heye, her çi qas televizyona we cih nedê jî…

 

 

 

 

 

dîtin: 406

Pêveker:

te got serxwebûn