• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tê gotin karmendên TV yeke Tirkiyê çûne Îmraliyê

Tê gotin karmendên TV yeke Tirkiyê çûne Îmraliyê


barkirin: Gelawêj 29, 2015, 9:45


Li gorî nûçeya Rûdaw ê û nûçeyên di torê de belav dibin karmendên TV yeke Tirkiyê çûne Imraliyê da ku li gel Serokê PKK Evdille Ocalan hev bibînin û li gel hevpeyvînekê pêk bînin. Li gorî nûçeya Rûdawê dê Ocalan bi rêka vê TV yê bangekê bike.

Rûdaw derdibire ku wana agahî ji deverên ewle wergirtine û heftiya bihurî tîmek a televizyoneka Tirkiyê çûye girava Imraliyê.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku navê wê tv ye hîna aşkere nebûye.

Di malpera rûdawê de pirsîna vê mijarê ji Berdevê HDP Ayhan Bilgen jî hatiye kirin. Ayhan di bersivên xwe de dibêje; Me tu agahî wernegirtine ku tv yekê li gel Evdille Ocalan hevdîtin pêk aniye lê belê me bihîstiye ku dê ev pêk bê.-

Li gorî gotinên Ayhan Bilgen ku ji Rûdawê re kirî dê lijneyeka mirovên hişmend jî li gel Ocalan hev bibînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Parlementerê AKP ya Mêrdînê Orhan Miroglu gotiye -Min ji karmendekî Televizyonê bihîstiye ku wana hevdîtin li gel Ocalan pêk anîne-

Li gorî nûçeyê Orhan Miroglu weha dibêje; Tê gotin Ocalan dê 1 ê Îlonê peyama aştiyê bide û dê bixwaze çek bêne bêdengkirin. Lê agahiyeka ji aliyê hikumetê ve ku vê yekê piştrast bike min ne bihîstiye-

dîtin: 551

Pêveker:

gotin karmendên tv yeke tirkiyê çûne Îmraliyê