• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Teknîk | Herkes dê cilê xwe çap bike

Teknîk | Herkes dê cilê xwe çap bike


barkirin: Gelawêj 29, 2015, 11:04


Di rojên bihurî de şêwesazekî Israîlî li Tel Aviv pêşangeheke neasayî lidar xist.

Şêwesazê Israîlî Danit Peleg di pêşangeha xwe de berhemên ku bi nivîskera 3D hatî çêkirin pêşkeş kirin.

Hemî berhemên pêşangehê ji berhevkara şêwesazê Israîlî derket ku bi nivîskera 3D hatine çêkirin.
Danit Peleg bi vê serkeftina xwe rê ji her mirovî re vekir da ku karibin bi her cûreyî cilên dixwazin ji xwer bidin çêkirin.

Bi vê teknîkê ve êdî herkesek dê karibe bi her awayî cilên li gorî modê ji xwere çêbikin.

Cilên Şêwesazê Israîlî, ji qumaşê herî baş û saxlem yên FilaFlex pêk tê.

Lê belê vê demê çêkirina cilên 3D (Sê bejnî) him gelek behaye him jî demekî pir dirêj jêre divê. Parçeyekî di meziniya A4 (Kaxezeke nameya) 20 demhijmêr dem dixwe. Cilekî tev çêkirin jî 300 demhijmêr dixwe.

 

Peleg, dibêje ku dê bi xêra van nivîskera 3D dê şoreşek di warê modayê de pêk bê û berdewam dike; Bi xêra van nivîskeran em dê bighêjin wî derfetî her tiştên kesên navdar li xwe dikin em jî li xwe bikin. Ew maddeya cil jê têne afirandin ne plastîka hişke lê belê gelekî nerme û di mekineya amanşiştinê de tête şiştin ne ku ya cilşiştinê.

Şêwesazê Israîlî dibêje nivîskereke ku wekî ya wî karibe cilên 3D çêbike nêzîkî 2 hezar dolar nirxê xwe heye.

Peleg dibêje ku dê bi demê re bûhayê wan jî dakeve.

Şêweyên cila bi rêka peyama-Elektronîk dê ji bo mişteriyan bête rêkirin û mişterî dê yekser bi nivîskerê çap bikin û cilên xwe li xwe bikin.

 

 

Euronews

dîtin: 542

Pêveker:

teknîk | herkes cilê xwe çap bike