• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Teknîk | KITT a nûjen, Navgihîna zane

Teknîk | KITT a nûjen, Navgihîna zane


barkirin: Pûşper 28, 2015, 9:05


Navgihîna bi şêweyê KITT ya salên 80 yan de ji aliyê derhênerên navgihîna yên Çînî ve hate çêkirin. Navgihîna ji aliyê Youxia X ve hatî çêkirin wekî jibergirtina modela Tesla ya Emerîka hate dîtin.

Navgihîn bixwe wekî navgihîneka Elektronîk hate avakirin.

Di dawiya sala 2016 an de dê navgihîn bi hejmarên zêde bêne çêkirin û di destpêka 2017 an de dê bêne veguhestin ji bo bazarên firotin.

kitt_tesla_002

Şêwazê navgihînê ji navgihîna Tesla ya Emerîkî Modela S hatiye wergirtin. Û jibergirtina dîtir jî ya Youxia ji filîmê –Knight Rider- (Bruska reş) hatiye wergirtin. Effekten ronahiyê, taybetmendiyên elektronîk, pergala computerî û gelik taybetmendiyên dîtir yên navgihînê, taybetmendiyên navgihîna di filmde KITT tîne pêş çavan. Pergala computerê ya navgihînê jî dê ji Android 5.1 pêk werê. Navê wê jî KITT OS hate lêkirin.

kitt_tesla_001

Navgihîn di nava 5,6 saniya de ji 0 ê dighêje 100 km/h yê. Mitora elektronîk hetanî bi 348 ps yî bihêze.

Di nava navgihînê de 3 batarî cih digrin. Ji vana yek 40,60 ya dî jî 85 kWh. Ye. Bi bateriya mezin hetanî 270 kîlometreyî rêk dikare biçe. Bi tevayî dagirtina vê batariyê jî nîv demhijmêr dem dixwe.

Bûhayê navgihîna Çînî di navbera 29.000 û 43.500 Euroyî de ye.

kitt_tesla_003

dîtin: 605

Pêveker:

teknîk | kitt a nûjen navgihîna zane