• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Teknîk; Navgihîna yekem ya çapkirî derket

Teknîk; Navgihîna yekem ya çapkirî derket


barkirin: Pûşper 26, 2015, 10:32


Navgihîna yekem ya cîhanê ya bi capê tête çêkirin derket.
Navgihîna bi kaşeya Local Motor hatî derhênan di sala bihurî de meha Tîrmehê de li Şîkago hate nasandin û dê sala 2016 an bo firotinê bête pêşkeşkirin.

 

Bûhayê navgihîna li ser elektrîkê kar dike di navbera 18 hezar û 30 hezar dolar de tête guhertin.
Taybetmendiya vê navgihînê ewe destpêkê şêwazê navgihînê bi computerê tête amadekirin. Ev belgeya digîtal tête çapkirin. Piştî bi rengê digîtal şêwazê navgihînê hate derhênan, bi vê belgeyê li cihê birînê şêwazê navgihînê tête birîn. Piştî vê pêvajoyê mitor, rawestok û parçeyên dîtir têne amadekirin. Piştî evna hatin bihevvekirin navgihîna we amadeye.

 

Navgihîna 3D tête amadekirin ji plastîk û karbonê tête afirandin. Li gorî dazanîna Rêvebirê Local Motors John B. Rogers di qonaxa pêş me de dê navgihîn ji parçeyên kêmtir bête amadekirin. Mînak navgihîna asayî ji hezar parçeyî pêk tê lê navgihîna bi navê Stratî ya 3D ji 49 parçeyan pêk tê. Mitor, ta û rawestokên navgihînê bi çapxanê nayêne amadekirin lê belê qalibê navgihînê û daniştokên wê bi çapê çêdibin.

 

Navgihîna du kesan digre nava xwe 800 kîloye û di demhijmêrê de 40 kîlometre dikare biçe.

dîtin: 471

Pêveker:

teknîk; navgihîna yekem ya çapkirî derket