• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Teknîka Nû û Teşhîskirina Nexweşiya Êşa Zirav

Teknîka Nû û Teşhîskirina Nexweşiya Êşa Zirav


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 22, 2017, 7:40


Zanyarên Brîtanyayî bi gavekî pirr mezin û girîng teşhîskirina nexweşiya êşa zirav (tuberkuloz) pirr hêsan kirin. Bi teknîka nû, ji bo teşhîskirina nexweşiyê pêdivî bi çend rojan heye.

 

Lêkolîner dema xebatên xwe pêk dianîn, pêdihesin ku çend heb şaxên nexweşiyê bi prosesekî dikare were îzolekirin. Prosesa îzolekirinê jî weke "rêzkirina genomê" binav kirine. Lêkolîner bi vê teknîka nû dikarin temenê teşhîskirina nexweşiyê kurt bikin û kesên nexweş zû bi zû bi dermanên rast tedawî bikin.

 

Berpirsiyarên Îngilîz yên Dezgeha Tenduristiyê ji teknîka nû bihêvî ne û wezîrê Dezgeha Tenduristiyê wiha dibêje: "Bi vê teknîka nû em dikarin rê li ber mirina kesên bi nexweşiya êşa zirav bigirin. Me dît ku teknolojiya nûjen dikare alîkariya me bike û em jî çima sûdê ji teknolojiyê wernegirin? Niha mesele ev e, em dikarin bi xebatên berfireh nexweşiyê tune bikin an na? Divê em li ser vê xalê hûr bibin û xebatên xwe pêk bihînin."

 

Çavkanî: BBC

dîtin: 123

Pêveker:

tuberkuloz Êşa zirav teknîka