• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Teqîna Meteorîtê li dema Gihiştina Atmosfêrê Weke Hêza 20 Bombên Atomê Bû

Teqîna Meteorîtê li dema Gihiştina Atmosfêrê Weke Hêza 20 Bombên Atomê Bû


barkirin: Hêzîran 14, 2013, 11:28


Ajansa NASA Ragihand ku, hêza teqîna ku roja Îna çêbûyî li dema derbasbûna meteorîtê ji atmosfêrê re teqya û li Ûralê rûxya bêtir ji 300 kîlotonî bû. Ev yek bi 20 caran ji hêza ênêrjiya bomba atomê ya li sala 1945 li Hiroşîmayê teqya bêhtire.

Pispor destnîşandikin, ku ji dema ketina meteorîta Tûngûskê di sala 1908-an de ev mezintirîn laşê ezmanî ye, ku li zemînê dikeve. Barana meteorît roja Îna çêbûyî li serê sibehê li 5 herêmên Rûsyayê hate xwarê. Bi taybetî li herêma Çêlyabînskê camên gelek avahiyan jiber vê bûyerê şikestin.

Li gorî zanyariyên dawîn yên wezareta karê hundur, di encamê ketina meteorîtê de dora 1,2 hezar kesî ziyankişandin û bêtir ji 50 kesî hatin dermankirin. Ziyana jiber ketina meteorite êdî bi ser 1 milyar rûblî (dora 33,5 milyon dolarî) ketiye.

Di vê derbarê de serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wezareta rewşên ewarte erkdar kir kû di demk pir kurt de alîkariya ziyankêşên di encamê ketina mêteorîtan de li Ûralê bike. Her weha Pûtîn wezaret teklîv kir, ku bi awakî objektîv ciyên jiber vê bûyerê ziyankişandina binirxîne. Ji bilî wê, serokê Rûsyayê hayedarî berkêşî ne jirêziya bûyera, ku li Çilyabînskê qewimî kir. Wek Pûtîn dibêje, pispor gerek di vî warî de bixebitin û milet bi bûyerên wisa pêşwext agahdarbikin.

D. R. B. Kurdî / C. M

dîtin: 129

Pêveker:

teqîna meteorîtê li dema gihiştina atmosfêrê weke hêza 20 bombên atomê