• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tevgera Gorran: Bila partiyên biçûk beşdarî hikûmetê nebin

Tevgera Gorran: Bila partiyên biçûk beşdarî hikûmetê nebin


barkirin: Rezber 21, 2013, 1:48


Organzîtorê Pêwendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Gorran Mihemed Hacî, diyar kir ku ew li dijî wê ne ku hemû partiyên siyasî beşdarî hikûmeta nû bibin û ji partiyên biçûk ên Herêma Kurdistanê jî xwest, bibin opozîsyon.

Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêj û hevdîtinên navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo avakirina hikûmeta nû dest pê kiriye û roj bi roj germtir dibe.

Di çarçoveya vê yekê de, organîzatorê pêwendiyên dîplomatîk ê Tevgera Gorran Mihemed Hacî ji rojnameya Şerq el Ewset re diyar kir ku divê bingeha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berfireh be û nûnertiya hemû hêz û fraksyonan bike û her kes li gorî giranî û hêza xwe beşdarî hikûmetê bibe.

Mihemed Hacî ragihand ku Tevgera Gorran di wê baweriyê de ye hikûmeta binfireh çareseriya herî baş bo meşandina qonaxa bê ye ji ber ku partiyên serkeftî dê bi awayekî aktîf beşdar dibin.

Li gorî Hacî, hikûmeta yektiya niştimanî di vê qonaxê de pêwîst nîne ji ber ku ferqa navbera hikûmeta binfireh û hikûmeta yektiya niştimanî ew e ku di hikûmeta binfireh de tenê partî û hêzên bibandor ên mîna PDK, Gorran, YNK û Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî beşdarî hikûmetê dibin lê di hikûmeta yektiya niştimanî de jibilî partiyên han partiyên din jî dikarin beşdar bibin bêguman ev jî zirarê dide wan partiyên ku kursiyên zêde bidest xistine.

Organîzatorê Pêwendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Gorran zêdetir li ser hikûmeta yektiya niştimanî axivî û wiha got: “Pêwîstiya me bi hikûmeta yekitiya niştimanî nîne ji ber ku em ne di rewşeke şer yan awarte de ne. ji ber wê jî zirara wê yekê nîne eger partiyên biçûk bibin opozîsyon li nav parlamentoyê de.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de wî berpirsê Tevgera Gorran daxwaza mekanîzmek eşkere bo dabeşkirina wezaretan kir û wiha anî ziman: “Nabe mirov partiye ku 24 kursiyên wê heye û partiya ku tenê kursiyek bidest aniye, yek bigire.”

Mihemed Hacî bang li partiyên biçûk ên Herêma Kurdistanê kir û ji wan xwest ku bibin opozîsyon ji ber ku Tevgera Gorran cara berê bi 25 kursiyan bibû opozîsyon.

Di hilbijartinên îsal ên Parlamentoya Kurdistanê de ku roja 21ê Îlonê hat sazkirin, PDK bi 38 kursiyan dengên herî zêde bidest xist. Tevgera Gorran jî bi 24 kursiyan bû hêza duyem a Herêma Kurdistanê û hevrika wê YNKê jî di rêza sêyem de cî girt.

rudaw

dîtin: 175

Pêveker:

tevgera gorran bila partiyên biçûk beşdarî hikûmetê nebin