• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
The Longest Road: Şerê Gerîllayên Kerkûkê vedibêje

The Longest Road: Şerê Gerîllayên Kerkûkê vedibêje


barkirin: Êlûn 29, 2015, 2:28


Komek derhênerên Amerîkî, jiyana gerîllayên HPG û YJA STAR’ê yên ku li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê şer dikin, dike fîlm.

Derhênerê fîlm, Matthew Charles Hall, ji Eyaleta Californiya ya Amerîka ye û cara yekeme tê Rojhilata Navîn û Kurdistanê.

Navbirî dibêje, berê havalên min di şerê  Iraqê de beşdar bûne, lê ev filma em amade dikin, awayekî hezkirinê ye. Me çek bi xwe re neanîne ji bo em xizmetê bikin, lê em bi riya hezkirinê xizmetê dikin”.

Charles Hall derbarê naveroka fîlm de dibêje: “Mijara fîlmê me şerê li dijî DAIŞ’ê û kesên ku wî şerî dikin e. Navê fîlma jî ’’The Longest Road e – Riya herî direj’’ e. Herwiha em dê bi giştî behsa rewşa penaberan û Kurdistanê bikin”.

Derhênerê filmê ’’The Longest Road’’ derbarê hilbijartina gerîllayên PKK’ê dibêje: “Min PKK’ê weke hêzeke pêşketî dît. PKK hereketeke ji bo mafên gelê xwe şer dike û weke hev dîtina wan bi terorîstên DAÎŞ’ê re bê wijdaniyeke mezine”.

 

Çavkanî: Yeni Ozgur Politika

dîtin: 255

Pêveker:

the longest road Şerê gerîllayên kerkûkê vedibêje