• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tîma Elmanya bû palewanê cîhanê

Tîma Elmanya bû palewanê cîhanê


barkirin: Pûşper 14, 2014, 12:38


Yariya dawî ya palewaniya cîhanî îşev (13.07.2014) bi dawî bû. Di encama tekoşîna dirêj û sext û dijwar de bi golekê tîma Elmanya, tîma Arjantînê têk bir û bû palewanê cîhanê.
Leyistika dawî ya palewaniya cîhanê ji xuleka destpêkê ve bi tekoşîneka dijwar ve pêk hat û wisan jî berdewam kir hetanî xulekên dawî. Hemî yarîvana hemî hêza xwe bikar anîn da ku tîma xwe bibin serkeftinê. Bi taybet yarîzanên Arjantînê him bi rêk û pêk leyistin him jî hişk leyistin. Lê belê mixabin yariya wan ya xweş û baş ew nebirin serkeftinê. Çend caran derfetên gelekî baş bidest xistin ji bo ku gokê bavêne nav torê lê belê nekarin bikin gol.

90 xulek bi tekoşîneka wisan dijwar ve bi dawî bû. Paşê berdewamî hatin leyistin. Di berdewamiyan de jî herdû aliyan hêza xwe pêşandan û êrîşên dijwar dijî tora hevdû pêk anîn. Lê belê herdû aliyan jî encam bidest nexistin.
Di xuleka 113 an de yarîzanê Elman Gotze gok avête torê û tîma Elmanya 1:0 derxiste pêş. Ev gola yarîvanê Elman çarenivîsa tîma Elmanya jî bi xwere diyar kir û ew gihande palewaniya cîhanî.

Di xuleka 122 yan de leyistik bi dawî bû û Elmanya li himber Arjantînê bi 1:0 ve biser ket û bû palewanê cîhanê.
Piştî bidawîbûna yariyê, ji alyê şandeya rêkxeriya xelata cîhanî, yarîzanê cîhanî yên berê Michael Pelle, Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û gelik kesên dîtir yên navdar ve xelat û gerdanên zêrîn bo yarîzana hatine dayîn. Berî pêvekirina gerdanên zêrîn torvanê Elmanya Manuel Neuer lepika zêrîn, yarîvanê Arjantînî Messî jî cîhana zêrîn wergirt.

Piştî wergirtina xelata zêrîn ya cîhanî him tîma Elmanya, him hemwelatiyên Elmanya dest bi pîrozkirina serkeftina xwe kirin.

 

 

REWANBÊJ

dîtin: 288

Pêveker:

tîma elmanya palewanê cîhanê