• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tirkiye her carê bivrê xwe li kevir dixe

Tirkiye her carê bivrê xwe li kevir dixe


barkirin: Êlûn 12, 2013, 4:36


Her pêngaveke polîtîkaya derve ya Tirkiyê bi têkçûneke din encam dibe û her diçe Tirkiye zêdetir dikeve pey polîtîkayên paranoyayî. Bi gotina pêşiyan, fêrbûne bivrê xwe li kevir bixin.

Ev Bihara Erebî qet kêr Tirkiyê nehat. Ji dema ku pêvajoya raperîna welatên Ereb destpê kiriye heta niha Tirkiye bi helwest û nêzîkatiyên xwe yên di polîtîkaya derve de, li ser hev şkeste dixwe. Vê cara dumahîkê de jî di mijara Suriyê de lingên Tirkiyê carek din li hewa de man.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di serdema qaşo pisporbûna xwe ya desthiladariyê de, navê polîtîkaya welatê xwe ya derve weke ‘Digel cîranan sifir pirsgirêk’ bi nav kir û ji bo pêkanîna van polîtîkayan jî wezîrê xwe yê xudan hizreke kûr yê stratejîk Ehmed Dawutoglu erkdar kir. Lê belê pêwendiyên digel welatên cîran û bi giştî jî di polîtîkaya derve de Tirkiye negehişte miraza xwe. Heger mirov tenê pêvajoya bi navê ‘Bihara Ereban’ jî meyze bike, ev yek aşkira derdikeve holê.

Di destpêka vê pêvajoyê de digotin ku Tirkiye dê li Rojhilata Navîn bibe welatê model. Ji xwe Erdogan jî her tim digot ku Tirkiye êdî ne welatek wesa ye ku bibe duvikê welatên din, dê welatên din Tirkiyê bişopînin. Tirkiye dê li herêmê rolan diyar bike.

Lê belê ev daxwaz an jî planên Tirkiyê tenê li ser belgeyên nivîskî û tenê di gotinan de ma. Ya di rastiyê de pêk hat berovajiyê vane.

Ji bo şiroveya vê têkçûnê ez dûrûdirêj behsa polîtîkaya derve ya Tirkiyê nakim. Ji xwe naveroka nakokiyên Erdogan yên digel Îsraîlê têne zanîn. Tirkiye li ber çavê Îranê jî reşbûye. Di mijara Libyayê de li ber çavê hemû gelên herêmê rûreş bûye. Di dema derbeya li Misirê de jî kesê bi dilsoziya wê bawer nekir û ti kesî giringî neda qîrewîra wan.

Heger tenê di rojeva dawî ya Suriyê de mirov li helwest û daxuyaniyên hikumeta Tirkiyê û li beramberê vê pêngavên Suriyê binere tabloya giştî ya têkçûna polîtîkaya derve ya Tirkiyê dikare aşkira bibîne.

Ji destpêka raperîna li Suriyê ve Tirkiye bi awayek vekirî piştgiriya opozîsyona Suriyê dike. Bi her awayî harîkarî dide şervanên opozîsyonê, wan xudan dike, çek û perwerde dide. Ji aliyek din ve jî ji bo destwerdana derekî ya li ser Suriyê bangawaziyan dike. Her weha senaryoyayn jî amade dike. Destpêkê gotin leşkerên Esed balafira me ya F4 xist eve egera şere. Piştî hingî di teqînên Reyhanlî de rejîm bû berpirsê vê rûdanê. Lê van herdu senaryoyan jî nekarî bibe sedema êrîşeke derekî.

Di dumahîkê de mijara bikaranîna çekên kimyewî û kuştina kesên sivîl bû rojev. Li ser vê yekê di nava demek kurt de Emerîka, Brîtanya û Fransayê planên lêdana Suriyê gengeşe kirin. Di parlemento û konresên van welatan de erêkirina biryara operasyonek leşkerî bû rojeva serekî. Her çend parlemento û kongresên van welatan bi germî biryara operasyonê pêşwazî nekirin jî Tirkiyê eve bo xwe weke firsendek dîrokî dît. Ji xwe hikumet piştrast bû ku êdî vê carê Esed nikare dûvê xwe rizgar bike.

Ji ber vê Recep Tayîp Erdogan bi lez û bez daxuyand ku ew ji bo hemû awayê koalîsyonê amadeye. Xwe serserkî xiste nava îtîfaqên xeyalî. Her weha li ser şêwazê lêdana Esed jî pêşniyar dikirin. Qet nebe hema bila bi şêwaza Kosowayê ji hewa ve li Esed bixin!

Lê belê, piştî ku Suriyê pêşniyara Rusyayê ya radestkirina çekên kimyewî qebûl kir, rengê pêşdeçûna pêvajoyê jî guherî. Neteweyên Yekbûyî û welatên din yên ku daxwaza operasyonê dikirin, helwestên xwe guhertin. Êdî îhtîmala operasyoneke leşkerî her diçe lewaz dibe. Ji xwe serokdewletê Emerîkayê Obama jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew dê welatê xwe weke ya Efganîstanê û Îraqê nexe nava şer de. Bi gotina Obama potalê leşkerên Emerîkî nakeve ser axa Suriyê!

Nexwe dê hilweşandina rejîma Esed bi destê opozîsyonê be? Erê rojnameya Emerîkî The Washington Post dibêje CIA niha çekan dide opozîsyonê. Eve berî de dihate zanîn. Lê wesa diyare ku dewsa hilweşandina rejîma Esed, lewazkirina rejîmê vê gavê armanca serekî ye.

Xulase diyare ku dema Dawutoglu stratejiya kûr ava dike ti hesabek kûr û dûr nake û Erdogan jî fêr bûye her carê li ser van hesabên kêm, bivrê xwe li kevir bixe. Ti îtîfaq û hevgirtineke Tikiryê ya herêmî û navnetewî ji bo vê polîtîkayê ji têkçûnê rizgar bike, têrê nake.

Hemû kes baş dizane ku rewşa Suriyê tevahî herêmê bi xwe ve girê dide. Lê Tirkiye ku cîranê herî nêzîk yê Suriyê ye di nava wan de 900 km sînorê hevpar heye, hêşta giringiya vê mijarê tênegehiştiye.

Ji xwe Rusya û Îran ji serî ve li dijî destwerdana Suriyê ne. Her weha Îsraîl jî ji aliyekê ve naxwaze opozîsyona tundraw ya îslamî li dewsa Esed bibe desthilat. Ma Tirkiye bi tenê serê xwe dikare bikeve Suriyê ku berî digotin em dikarin taştê li Enqerê, firavînê jî li Şamê?

Diyare ku dê bi vê kûrahiya stratejîk negehijin ser sofreyê û nebin mêvanên ezîz…

 

 

dîtin: 184

Pêveker:

tirkiye her carê bivrê xwe li kevir dixe