• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tirkiyê xwekujan nas dike

Tirkiyê xwekujan nas dike


barkirin: Rezber 17, 2015, 3:03


Ligor agahiya, saziyên ewlekariyê yên Tirkiyê zanyariyên kamil derbarê nasnameya 21 hevwelatiyên Tirkiyê bidest xistine ku bi mebesta xwekujiyê vegeriyane wî welatî.

Ligor nûçeyeke Rojnameya Radîkal a Tirkiyê, lîsteyek ku navê 21 hevwelatiyan ku 6 kes ji wan jin in, di bin navê ’’xwekuj’’an de li ber destê saziyên ewlekariyê yên wî welatî de ye.

Ligor zanyariyan, tê gotin 18 kes ji wan xwekujan xelkê Adiyaman’ê ne û sê kesên din biyanî ne û tevahiya wan kesan ser bi bazineyeke Tirkên di nava Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ê de, bi navê ’’ Dokumacılar’’ in ku ji aliyê hevwelatiyekî radîkal yê Tirk bi navê ’’Mustafa Dokumacı’’ ve têne rêvebirin.

Tê îdîa kirin ku endamên vê grûpê di bûyerên xwekujiyê yên Amed, Pîrsus û Ankara yê de dest hebûye û nav û nasnameya wan ji havîna sala 2014’ê ve li cem polîs û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hebûye.

dîtin: 531

Pêveker:

tirkiyê xwekujan nas dike