• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Termê Zarokekî

Termê Zarokekî


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Êlûn 9, 2015, 12:17


1-Zaroke deh salî li Cizîrê ji aliyê polîsan tê kuştin. Diya wê ji bo laşê wê xera nebe di sarincoka xwe ya malê de diparêzê!

2-Di wan dema de eskerên Tirkan yê derketine şer tên kuştin.

3-Selahattin Demirtaş li ser kuştina leşkeran bernamaya xwe ya li Ewrupaye betal dike û tê ‘welêt’.

4-Esat Canan û nêzî sed welatî ji bo ku termê leşkeran xera nebe bi hestên mirovî diçin wan ji çiyê tînin û radestî berpirsiyarên leşkerî dikin.

5-Di heman demê de serokwezîrê Tirkiyê daxuyanî dide û dibêje ‘heta li wan çiya yek terorîst jî bîmîne wê operasyonên me berdewam bikin û emê wan çiyana ji terorîstan p-a-q-i-j bikin.’

6-Li hemû bajarên ku Tirk lê dijîn erîşeke mezin heye li hem ber Kurdan, hemû dikan û malên wan didin ber agir û keviran.

7-Xorteke ku sê meh berê ji bo xebatê çûye Stenbolê, dema li rawestgehê sekiniye û bi telefonê bi malbata xwe re bi Kurdî dipeyive ji aliyê şeş Tirkên faşist ve bi kêra tê kuştin.

8-Fîrmayên otobusên Kurdan dema di bajarên Tirkan re derbas dibin bi êrîşên faşîzane rûbirû dimînin.

9-Xebatkarên demî yê ji bo du sê meha diçin bajarên Tirkan rastî êrîşê hovane dibin û vedigerin welatê xwe.

10-Navendên HDP ê û di serî de Navenda Giştî ya HDP ê li ber çavê her kesî hate şewitandin.

 

***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***        ***

 

Îcar ez meraq dikim û çend pirsên min hene.

Gelo bedena wê zarokê ji bo Selahattin Demirtaş û siyaseta HDP ê ne wekî wan bedenê leşkerên ku derketibûn operasyonê û hatibûn kuştin xwedî wateyekê ye?

Ev pênç roje dewlet nahêlê firin jî vebe û Cizîrê li ber top û tanka dinale, gelo ji xeynî çend parlementerên belengaz ku baz didin vir û bazdidin wir siyaseteke giştî ya HDP ê tuneye ku xweditiyê li gelê xwe bike?

Ew çepgirên Tirkan ku li ser pişta Kurdan dibin ‘her tişt’ û di rastiya xwe de ne tu tiştin çima rojeke ji rojên xwedê ‘slavekê’ nadin bajarên Kurdan yê ku tên şewitandin?

Esat Canan û ew gelê me yê pê re çûn rahiştin termên wan leşkeran, fikirîn ma gunehê wê zaroka deh salî çi bû ku wê di sarincoka malê û di hêmbêza diya wê de bi roja dane sekinandin?

 

Eger xweditî li wê zarokê bikirana wê ji hestên wan yê mirovî çi kêm biba?

Xortek ji ber bi Kurdî dipeyive tê kuştin û em hîn jî li ser Tirkî wisa ‘dimirin’!

Lê dizanim, şêrînbûna ya li ber dilê ‘efendiyên xwe’ wekî şekirê helandiyê!

Dizanim êdî hîsên me, kodên me yê mirovî ne wekî yê neteweke normal e!

Em hemû hinekî bûne Tirk, hinekî bûne Ereb û hinekî bûne Ecem!

Sed heyf û mixabin!

Zarokekî me ji aliyê dagirkerên me tê kuştin û di malekê de di hembêza diya xwe de wisa mirî bi roja dimîne…

Û em…

Ji ber hestên xwe yê mirovî bernameyên xwe yê li derve betal dikin!

Û em…

Dest ji wî zarokî berdidin û bi bazdanê bazdidin ber bi termê dagirkerên xwe!

Dibe ku hin ji ‘wan’ ji ‘me’ re bêje EFERIM!

 

 

 

ŞÊXMÛS SEFER KÎ YE?

dîtin: 539

Pêveker:

termê zarokekî