• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Tiştê ku Obama ji Iraqê re nekir ji Kurdistanê re kir | Ako Mihemed

Tiştê ku Obama ji Iraqê re nekir ji Kurdistanê re kir | Ako Mihemed


barkirin: Gelawêj 11, 2014, 11:15


Berî çend demjimêran, di demjimêr (4:34) ê berê sibehê de, serokê Amerîkayê Barak Obama gotarek pêşkêş kir ku, bi dirêjiya herdu gerên desthilatdariya xwe ewqasî qala kurdan nekiriye.

Barak Obama bi hûrbînî qala hevpeymaniya Amerîkayê bi kurdan re kir û qala karesata kurdên êzîdî li çiyayê Şengalê kir. Herweha qala wê yekê kir ku, ew berevaniya ku kurdên hevpeymanên Amerîkayê li hember çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dikin, beşeke ji şerê parastina ewlekariya hevwelatiyên Amerîkayê jî.

Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ku, bi şev û bi roj di hewldanan de bûn, ji bo bidestxistina piştevaniyeke cîhanî ji Kurdistanê re li hember DAIŞê; di gotara Obama de, Kurdistan gihandin lûtkeya serketineke pirr mezin a dîplomatîk di warê komkirina piştevaniya cîhanî de ji bo Kurdistanê û karesata gelê kurd, li hember hêzeke tundrew û sînorbezên ku bi çekên amerîkî yên pêşketî (ew çekên ku di êrişa 09.06.2014 de ji artêşa Iraqê bidest xistin) şerê pêşmergeyên Kurdistanê dike.
Piştî gotara Obama, piştevaniya navneteweyî ji bo Kurdistanê û li dijî komkujiya kurdên êzîdî pirr zêdetir dibe, ango kilîta vê piştevaniyê ew gotara Obama bi xwe bû.

Serkirdatiya kurd, serketineke pirr mezin ji bo Kurdistanê tomar kir, nemaze bidestxistina piştevaniya navneteweyî di şerê kurdan li dijî DAIŞê de ku, Nûrî Malikî tevî hemû hewldanên xwe nikarîbû wê piştevaniyê, di şerê xwe yê li dijî hêzên DAIŞê de bidest bixe. Lewra jî nikarîbû wan parêzgeh û navçeyên ku ev du meh in di destê DAIŞê de ne, ji destê wê derxe.
Azadiya Başûrê Kurdistanê, di encama karvedaneke navneteweyî li hember zordariya rêjîma Sedam Hisên derheqê gelê kurd peyda bû. Piştre jî bi siyaseteke guncav û ne li dijî siyaseta cîhanî, karîbû bibe pêkhateyeke qebûlkirî ji hêla cîhanê, tew dû re ji hêla dewletên navçeyê jî hate qebûlkirin.

Bi liberçavgirtina hemû şoreşên Kurdistanê û qurbanîdanên gelê Kurdistanê, lê tevî vê yekê jî, dirustbûna Herêma Kurdistanê, encama biryar û piştevaniyeke navneteweyî bû ku, vê proseyê bi dirustkirina “herêma li dijî firînê” di nîsana 1991 de destpê kir. Vêga jî da ku bikare berdewam bibe û bêhtir bi pêş bikeve, pêwistiya wê bi piştevaniya navneteweyî heye.

Piştî gotara Barak Obama, parastin û serdestiya esmanî ya Kurdistanê bi ser DAIŞê de destpê dike. Lê hêzên pêşmergeyan û berdewamkirina hewldanên dîplomatîk jî li kêleka piştevaniya esmanî, Kurdistanê ji mezintirîn gefa li ser navçeyê ku, vêga di hêza DAIŞê de bergewde dibe, diparêzin.

 

Rûdaw

dîtin: 195

Pêveker:

tiştê ku obama ji iraqê re nekir ji kurdistanê re kir ako mihemed