• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Turkiye firokek Sûriyê xist xwarê

Turkiye firokek Sûriyê xist xwarê


barkirin: Gulan 16, 2015, 8:13


Kenala NTV ya Turkî belav kiriye ku, îro firokên cengî yên Turkiye firokek cengî ya Sûriyê xistiye xwarê.

Wê kenalê amaje bi wê yekê kiriye ku, piştî xistina wê firokê, ew firok li nav axa Sûriyê têkşikiyaye, lê hîna Wezareta Berevaniya hîna Turkiye tu daxuyaniyek di wê derbarê de nedaye.

Xistina firoka Sûriyê ji aliyê firokên cengî yên Turkiye ve bi sêyemîn buyera bi vê awayî tê hejmartin ku, di heyva Adar ya sala 2014`an jî de Turkiye firokek cengî ya Sûriyê xistibû xwarê.

Eve di demekê de ye ku, ragihandina Sûriyê ji aliyê xwe ve ew nûçe red kir û têkest kiriye ku, firoka cengî ya Turkiye firokek biçûk ya bê firokvan xistiye xwarê.

dîtin: 328

Pêveker:

turkiye firokek sûriyê xist xwarê