• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Twitterê zora Erdogan bir

Twitterê zora Erdogan bir


barkirin: Adar 22, 2014, 3:02


Tevî ku ji şeva çarşemê de tora civakê Twitter li Tirkiyê hat qedexekirin, lê piştî qedexekirina wê bi çend saetan zêdetirî 2 milyon twit ji Tirkiyê hatin şandin.

Twitter li Tirkiyê li ser biryara serdozgeriya komarê ya Stenbolê ku ji aliyê Serokatiya Saziya gîhandinê doz hatibû vekirin, û di bin navê tevdîrên parastinê hat qedexekirin.

Li gor datayên destpêkê, hikûmeta Tirkiyê di qedexekirina Twitterê de şikest û bikarhênerên Twitterê li wî welatî karîn di rêyên teknîkî yên cuda re hejmareke mezin a twitan bişînin.

Dezgeha Brandwatch ya şirovekirina malperên civakî, rêjeya twitên ku ji Tirkiyê hatine şandin li hember roja berî qedexekirina wê malperê, bi qasî 138% bilind bûye.

Herwiha kompaniya Sysomos diyar kir ku bikarhênerên li Tirkiyê karîne piştî çend saetan ji qedexekirinê, zêdetirî milyonek twit bişînin, wate zêdetirî 17 hezar twit di deqeyekê de.

Malpera Zete ya tirkî jî aşkere kir ku di saetên destpêka qedexekirinê de, 2 milyon û 400 hezar twit ji Tirkiyê hatine şandin.

Serokwezîrtiya Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî derbarê qedexekirina Twitterê de derxist û tê de got “Di dema serokwezîrê Tirkiyê li Bursayê behsa Twitterê kir, ew hêmayek bû bi biryarên serdozgerî û dadgehê”.

Rêveberên Twitterê li hember biryara qedexekirina tora wan li Tikriyê ragihandin ku ew wê biryara girtina tora wan li Tirkiyê ji nêzîk ve dişopînin û hêvîdarin ku hikûmeta Tirkiyê ji biryara xwe paşde vegere.

Li cîhanê 250 milyon kes Twitterê bikar tînin, jê 12 milyon li Tirkiyê ne.

Ji dema Twitter hatiye vekirin de, bi tenê yê ku ew tor qedexe kiribû Çîn û Îran bû , lê di îlona 2013an de carek din hat vekirin, dîsa dema ku xwepêşandan li hemberê serokê Misrê yê berê Husnî Mubarek destpêkir, wê demê Misrê ev tor qedexe kir.

Rudaw

dîtin: 450

Pêveker:

twitterê zora erdogan bir