• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Uruguay Birîtanya perîşan kir

Uruguay Birîtanya perîşan kir


barkirin: Hêzîran 20, 2014, 1:06


Işev( 19.06.2014 ) du tîmên gokê yên bi hêz di yariyên xelata cîhanê de hatin beramberî hev. Tîma gokê ya welatê Uruguay û Birîtanya hatin beramberî hev. Di yariyê de kêliyên kelecanî û dijwar hatin jiyandin. Tîmên Koma D Uruguay û Birîtanya leyistikekî wisan leyistin ku derveyî temaşevanên ku di dema yariyê de li hola gokê bûn lêbelê temaşevanên li ber şaşeyên xwe yên televizyona jî matmayî temaşe kirin.

Berî yariyê piranî hizirê hezkiriyên yariya gokê ewe bû ku Birîtanya dê bi ser bikeve. Lê belê Tîma welatek ji wan welatê herî biçûk yê cîhanê Uruguay bi tekoşîneka hişk û leyistikeka birêk û pêk ve hizrê herkesî guherand.

Di yariyê de di xuleka 39 an de ji aliyê yarîzanê Uruguay û leyistikvanê FC liverpool ê Luis Suarez ve bi lêdaneka zanayî ya serî ve gok ji bo torên Birîtanya hatiye hinartin.

Bi vê golê ve tîma Uruguay bêhtir xwe şidand û xwe dane gokê. Nîvê yekemîn bi êrîşên Urugay bidawî bû.

Lê belê nîvê dûyem yê yariyê Tîma Ingilistanê wekî ku êdî yarî ji mijara heneka derxistin û bêhtir berbi tora Uruguay ve beziyan. Di encama tevgera tîma Birîtanî de yarîzanê Birîtanî Wayne Rooney rewş kire wekî hev û di xuleka 75 ê de gok avête tora Tîma Uruguay.

Herçend piştî gola Tîma Birîtanî Uruguay hindekî sist bûbin jî bi êrîşên yekane û cot ve çend derfetên baş bidest xistin û yarîzanên Birîtanî tirsandin.

Dîsan jî yarîzanên Birîtanî bi xwe bawer bûn û bêhtir li ber devê tora Uruguay hewldana golavêtinê didan.

Lê di xuleka 85 ê de dîsan bi avêtina gokê yên dirêj ve yarîvanên Uruguay xwe gihandin tora Birîtaniyan. Dîsan Suarez derbeka hostayane li gokê da û di yariya gokê ya Cîhanî de dîrok nivîsî û rewş kire 2-1

 

Dazanîn:

Uruguay kudere? Û çi welateke?
Welatê Uruguay bi navê xwe yê fermî ve Komara Rojhilat ya Urugay tête nasîn. Bi ispanyolî; Repûblica Oriental del Uruguay

Welatek ji welatên başûr yê Emerîka Başûr e. Li derdorê wê, Bakurê wê Brezîlya, Rojavayê wê çemê Uruguay û Arjantîn, li başûrê wê Okyanosa Atlas heye.

Paytexta wê; Montevideo ye, zimanê ku li vî welatî tê axaftin jî Spanî ye, Sedî 88 sipîk, sedî 8 Mestizo, Sedî 4 jî reşikên çermsorên Uruguay ne.
Di 25 ê Tebaxa 1825 ê de ava bûye.

Hejmara nişteciyên xwe biqasî ya Amedê û Rihayê ye, 3 milyon 494,382 hezare.

Perê ku tê bikaranîn Pesoyê Uruguay

Welatek ji welatê herî arame di warê siyasî û aborî de.
Wateya Uruguay ji Guarani tê ku tê wateya –Rûbarê çûkên boyaxkirî-

Welatê ku destpêkê pergala –rojê 8 demhijmêran kar- pêk aniye Uruguay ye.
Di cîhanê de welatê ku destpêkê esrar bi awayekî fermî serbest kirî jî Uruguay ye.

 

 REWANBÊJ

dîtin: 502

Pêveker:

uruguay birîtanya perîşan kir