• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Valerie Toranian; Jinên Kurd dijî hovîtiyê bi Egîdî şer dikin

Valerie Toranian; Jinên Kurd dijî hovîtiyê bi Egîdî şer dikin


barkirin: Rezber 3, 2014, 11:00


Kovara ELLE ya cîhanî ku bi taybet li ser jinan derdikeve û hîna di salên dema şerê Cîhanê yê Duyem de dest bi weşana xwe kirî de ji aliyê rêvebira kovarê ve nivîseke balkêş li ser Jinên tekoşînvan yên Kurd hate nivîsîn. Rêvebira Kovarê Valerie Toranian piştî erkê xwe yê 13 sala bi vê nivîsa balkêş ku li hemî cîhanê olan dayî ve dawî bi rêvebiriya xwe jî anî. Me jî ji bo we nivîsa xanim Valerie Toranian wergerande Kurdî.

Tevayiya nivîsa Xanim Valerie Toranian
Liberxwe bide!

Tekoşîn jineka Kurd ya 27 salî ye. Li gel hevalên xwe yên çekê, ji bo ku hovên Dewleta Îslamî ku DAÎŞ tê gotûn û li Iraq û Sûrî terorê belav dikin, ji çiyayên Bakurê Îraqê derbixin şer kir. Ya dîtir tu tiştê ku wêya ji zilamên hevalbendên wê yên tekoşîne cûda bike tune; heman cil û berg, heman şepala bi hêz û perwerde û hetanî heman çeka êrîşê. Tenê ew porê wê ya wekî pirça hespa ku ji piştve girê dayî jinbûna wê destnîşan dike. Van Jinên Kurd di salên 90 î de ji bo ku li rojhilatê Tirkiyê Dewleteke Kurdî ya serbixwe ava bikin dest bi şer kirin. Îro di wê zanebûnêde ne ku tekoşîna wana ji bo azadiya jinê, ji bo azadiya jinên li herêma wan yên Kurd, Siryanî, Misilman, Mesîhî, Êzîdî hemî jinane.

Ew naxwazin ku dijî dijminekî wisan ku dixwaze wana di nava biyanîbûna serdema derebegayetî û koletiya rigezî de mehkum bike serî biçemînin.

Narîn Êzîdiyeka 14 salî ye; Li Bakurê Îraqê dijiya. Dema ku ji wan cîhadiyan êrîşker yên li jinên ne misilman ku naxwazin ola xwe biguherin gefa kuştinê dixwarin reviya hate girtin. Zilam ji jinan cuda kirine û gule li ser wan reşandine. Keçik ji jinên zewicî cuda kirine, wekî xenîmetên şer li ser bingehê ku xizmetê ji endamên Dewleta Îslamî re bikin wekî hevser an jî cêrî ew pêşkeş kirine. Narîn û xwarziya wê kêreke ku ji aşxanê wergirtî xistine bin kincên xwe û bi wêna deriyê bendîxanê vekirine û reviyane, piştî rêvingiyeka dirêj gehane Erbîlê(Kurdistanê).

Tekoşîn, Narîn û gelekî din, dijî çarenivîsa kirêt ya jinên ku neçar dimînin di navbera xuyanebûn an jî ji holê windabûnê de hilbijartinekê bikin, bi wêrekiyekî ku divê jêre rêz bête girtin têdikoşin. Hêzên Yekîneyên Gel yên ku li Sûrî ser sînorê Îraqê dimînin herê kîm sedî 40 jê ji jinan pêk tên. Eve jî hejmareka pir zêdeye ku cîhadiyên dihizirin ji aliyê jinekê ve dema bêne kuştin dê biçin dojê ditîrsîne.

Ev jinên çekdar, di tekoşîna dijî cihadiyan de ne tenê hebûneka leşkerî pêk tînin; di heman demê de mafdariyeka wisan pêş dixin ku di nava şer de û piştî şer jî mafê wan hilde bin ewlekariyê. Herî kêm hêviya me eve.

Serok Obama û Hollande; Divê em piştevaniya berxwedana Iraqê bikin lê ya Sûrî jî.
Ewana dû qat hêjayî arîkariya demokrasiya ne. Ji ber ku ewana dijî hovîtiyê bi egîdî şer dikin. Ji ber ku ewana ji bo tiştekî wisan şer dikin ku hîna di dîroka jinê de nehatiye nivîsîn. Û tekoşîna demdirêj û aloz ya tekoşîna azadiyê ya cîhanî vaye neha destpê dike. Jibîrnekirina wan mijara rûmetê ya tevayî cîhana azade.

Meşa jinan tu carî ranaweste.

Têbînî; Ez kovara ELLE ku eve 13 salê min birêve dibir berdidim. Ji bo saziya Nivîsê û hemî karmendan rêz, silav û sipasiyên xwe pêşkeş dikim û ji dil serkeftina hertimî dixwazim. Her bijî ELLE!

 

Wergêr: Rewanbêj

dîtin: 224

Pêveker:

valerie toranian jinên kurd dijî hovîtiyê bi egîdî şer dikin