• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vê şevê min termê keça xwe di hembêzê de girt û razam

Vê şevê min termê keça xwe di hembêzê de girt û razam


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 16, 2015, 10:18


 

Dayika Cemîle Çağirga : ’’vê şevê min termê keça xwe di hembêzê de girt û razam’’

Hatîce Kamer –BBC- Cizîr

 

Endamên malbatê di hewşa malê de pêşwaziya mêvanên ku ji bo serxweşiyê hatine dikin.

Cemîle yekemîn qurbaniya malbatê nine.

Di pevçûnan de 7 kes ji malbata wê hatine kuştin.

Remezan Çağirga bavê Cemîlê dibêje, ’’ sedema mirina wan topeke (105)î bû ku li mala wan ketiye.

‘Min xwe avête ser Cemîlê, dema rabûm birîndar bibû’.

Bav û dayik û xwîşk û bira, met û xwarza û Fatimeya keça 10 salî di vê teq3inê de jiyana xwe ji dest dane.

Emîne Çağirca dayika Cemîlê dibêje, ’’ sê keç û 5 kurên min hebûn, 23 sal beriya niha keça min a mezin û niha jî keça mina biçûk di temenê 10 saliyê de jiyana xwe ji dest da’’.

’’Mala me li cihekî bilinde. Ji nav bajêr jî dengê teqîneke zêde dihat. Em çûne derê da bizanîn çi qewimiye. Bi yekcarî em jî dane ber guleyan. Halatîne nav hewşê. Cemîle li ber min da ket. Ez jî da wê biparêzim min xwe avête ser. Dema hestam, min dît Cemîle birîndare. Min hawar ki û  hevkarî xwes, lê Cemîleyê di destên min de jiyana xwe ji dest da’’.

 

’Gelo zarok, pîr û dayika heft zarokan terorîstin?’

’’ Di hembêza min de mir. Wê şevê min termê keça xwe di hembêzê de girt û razam. Sibê min hinê li por û destên wê da, piştre me şuşt û kifin kir. Ji bo ku cenaze têk neçe, me frîzereke jinbiraya me anî û keça xwe xiste nav. Sê rojan cenazeyê keça min di frîzerê de ma. Piştre parlemantar hatin û me cenaze bire sarxaneya nexweşxanê’’.

Dayika Cemîlê dibêje, bi axiftina serokwezîrê Tirkiyê Davudoğlo ku gotibû ’’ Li Cizîrê tu kesê sivîl jiyana xwe ji dest nedaye’’ gelek birîndar bûye:

’’Bila serokwezîr û serokkomar werin keça min bibînin. Ew zarok çawa dikare terorîst be? Cenazeyê keça min çend roje di nava sincê de ye, lazime dinya alem bên bibînin ku terorîst nebûye. Belkî di nava kesên kuştî de PKK e jî hebin, nizanim lê zarokeke 10 salî, Maşalah a dayika heft zarokan, Zeyneba bûka wê û pîreke 70 salî jî terorîstin?

 

Remezan Çağirga yê bavê wê dibêje aştiyê dixwazin

Ew dibêje di pevçûnên sala 1992ê de, heft kes ji malbata wî hatine kuştin. ’’ heft kes jî birîndar bûn, em xwînê naxwazin, bila xwînrêştin bidawî bê, aştî bê û êdî kes neyê kuştin’’.

Remezan Çağirga dibêje cenazeyê keça wî ji bo pişkinînê birine sarxaneya Şirnexê: ’’em banga aştiyê dikin, lê guh daxistîne, ka dengê me digehe tukesî/ê?’’

di bersiva yên ku dibên sivîl nehatine kuştin, dibêje: ’’heya ew rastî neyê zanîn em cenazeyên xwe naspêrine axê. Bila werin û terorîsta 10 salî bibînin’’.

Jê diopirsim temenê te çiqase, dibêje: ’’ 53 salî me, lê hûn binivîsin, biqasî 200 salan tişt dîtine’’.

Birayê mezinê Cemîlê di encama topa ku di sala 1992ê de li mala wan ketiye ji çokê xwe birîndar bûye. Vê demê ew 9 salî bûye. Ji wî dipirsim navê te çiye, dibêje: ’’ Baran, lê ji ber ku li gor karmendê nifûsê, Baran navekî terorîstî ye navê min weke ’’Behram’’ tomar kiriye’’.

 

’Weke ku li Xezeyê dijîn’

Baran dibêje di torên civakî de zanyariyên şaş derbarê parastina cenazeyê xwîşka wî di firîzerê de belav kirine, ’’ ji vê lîstoka qirêj bêzarim. Di Facebook û Twitterê de şiroveyên çewt têne belav kirin, ku ew cenaze ne yê Cemîlê ye, belkî yê zarokekî xelkê Xezeya Filistînê ye. Rast dibêjin, em jî di nava heşt rojan de di rewşa Xezeyê de jiyan û weke wan me jî termê zarokên xwe di nava frîzer û jêrzemînên sar de bicîh kriin’’.

Firîzera ku cenazeyê xwîşka wî têde bû nîşanî min dideû dibêje: ’’ ev frîzera mala mamê mine, lê bû tabûta xwîşka min. Êdî em dê çawa karibin bikar bînin?’’.

Gotineke serokkomar vedibêje ku gotibû ’’ pêvajoya çereseriyê di frîzereke kûr deye’’, dibêje: ’’ nizanim proseya aştî û çareseriyê xistine ku, lê lazime serokwezîr û serkkomar bizanibin ku em neçar bûyin cenazeyên xwe bikene nav frîzerên kûr’’.

Çend kolan wêdetir diçime nav malekî. Dengê lorînê jê bilind dibe. Evder heman cihe yê ku Maşlah Edîn a 35 salî û dayika heft zarokan tevî Zeyneb taşkin a Bûka wê ya 17 salî, dayika zarokekî canê xwe ji dest daye. Heya niha ji şopa çelemîskên xwînê li ber deriyê malê mane.

 

’Zarokek di hembêzê de, çû derê û dirêjî ser erdê bû’

Katîbe edîn, ku dişa Maşalahê ye wiha behsa bûyerê dike:

Ehmedê zilamê Maşalahê ajovanê kamyonê ye, vê rojê li Îraqê bû. hevjîna xwe meraq dike û telefona mala mamê xwe dike û dixwaze bi Maşalahê re biaxive. Maşalah tevî bûka xwe Zeynebê diçine ber telefonê. Bi bilind bûna dengê teqîn û guleyan ber bi zarokê ku di malê de bicîh hiştine ve diçin. Kesa yekem ku derdikeve, Zeyneb e. (Berxwedan) kurê wê yê şeş mehî li ber sînga wê ye. Dema diçe ber derî dirêjî ser erdê dibe. Jina ciwan her li vêderê timam dibe. Panî û guhê zarokê wê jî birîndar dibe. Maşalah bi dengê qêrîna Berxwedanê sawa xwe davêje nav kolanê, li dû wê jî Eşrefê mamê zilamê wê derdikeve. Maşalah di nav kolanê de û Eşref li ber deriye. Eşref zarok digre û ber bi deriyê baxçê ve direve, di vê kêliyê de ji piyê xwe birîndar dibe. Maşalaha ku dixwaze bûka xwe pelkêşî nav hewşê bike dikeve ser erdê.

Maşalahê heft zarokên sêwî li pey xwe hiştin. (Çîçek) keça wê sê salî ye û hê pîlik di dev deye. (Berfîn) jî 5 salî ye. Êdî aram û xwedîkirina wan du keçên biçûk êdî li stûyê (Ketîbê) ye.

 

’Dayika te çûye Şirnexê’

’’ Ji Berfînê re dibêjim diya te çûye Şirnexê, Çîçek jî carê fêm nake, lê çend roje digirî. Bavê wan zarokan nexweşe û bê dê mene’’.

Di vê kêliyê de qerebalix zêde dibe, Berfîna biçûk ku nizane diya wê miriye, li cihê ku çelemîskên xwîna dayika wê lê rijiyaye dike, serê xwe bilind dike û li heşameta cimaet3e dike. Ger carbicar bigirnije jî, dema navê dayika xwe dibihîze, çavên wê tije rondik dibin û bêden digrî. (Ketîbe) ya meta wê jî wê dilorîne û aram dike.

 

Ji Tirkî: Dêrsim Oremar

dîtin: 202

Pêveker:

şevê min termê keça xwe di hembêzê de girt û razam