• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Çelefîka Homo Sapiensê Pêkhat

Vedîtina Çelefîka Homo Sapiensê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 26, 2018, 9:29


Lêkolîner li Îsraîlê vedîtina fosîlekê pêk anîn û mirovnasên li seranserê cîhanê ji vedîtina nû pirr kêfxweş in. Fosîla pirr kevn parçeyek ji çelefîka çeneya mirov e û di derbarê peresîna Homo Sapiensê de agahiyên nû radigihîne.

Îsrael Hershkovitz, mirovnasê ji zanîngeha Tel Avîvê fosîla çeneya mirov li welatê xwe, li Îsraîlê vedîtî û li ser xebitiye. Xebata wî di kovara Science de hatiye weşandin û dibêje ku çelefîka mirov zerar û ziyan nedîtiye û temenê wê çelefîkê jî bi qasî 177.000 û 194.000 sal kevn e.

Hershkovitz di sala 2002an de vedîtina fosîlê pêk aniye, lê beriya ku encama xebata xwe rabigihîne, bi hevkarên xwe bi qasî 15 salan li ser fosîlê xebitiye û di dawiyê de encameke pirr girîng û balkêş bidest xistiye. Heya vê gavê, ji bilî parzemîna Afrîkayê, temenê fosîlên mirov yên li parzemînên din hatibûn vedîtin, di navbera 90.000 heya 120.000 salî de bûn. Fosîla nû ji fosîlên berê kevntir e û zanyariyên li ser belavbûna Homo Sapiensê ji holê radike. Mirovê hevdem ji parzemîna Afrîkayê pirr berê derketiye û li pey xwe hîştiye.

Hershkovitz wiha dibêje; “Divê em zanyariyên xwe yên derbarê Homo Sapiensê de ji bîr bikin û destpê çîrokeke nû bikin. Dibe ku di wê demê de ne bitenê dîasporeke mezin hebûye, mirov pirr berê jî her tim diliviya û digeriya û pirr caran Afrîka terikandiye.”

Xwediyê çelefîkê ciwanek e ku zayenda xwediyê çelefîkê nahêt zanîn. Fosîl bi 6.000 kêr û amûrên pîj û tûj di şikeftekê de bûye. Lêkolîner diyar dikin ku amûrên di şikeftê de şêweyeke endustriyê ya ji wê serdemê destnîşan dike. Hershkovitz wiha berdewam dike; “Jiyana rojane ya xwediyê fosîlê ne ewqas zelal û vekirî û ne jî bi serê xwe tenê bûye. An heval an jî xizmên wî/wê hebûye, lewre wî/wê bi tenê serê xwe nedikaribû ewqas kêr û amûrên pîj û tûj çêbike.” Hin lêkolînerên din rexneyê li vê teoriyê digirin û dibêjin; gumana me jê heye ku kêr û amûrên pîj û tûj yên Homo Sapiensê bibin, Neanderthalerî jî dikaribûn heman karê pêk bihînin.

Lê guman jê nîne ku çelefîk, ya Homo Sapiensê ye. Fosîla nû ne bitenê dema terikandina ji parzemîna Afrîkayê pêş dixîne, her wiha temenê mirovê hevdem pirr dirêj dike. Fosîlên herî kevn yên li Afrîkayê ne 300.000 salî ne, lê dibe ku 500.000 sal beriya wê em daketine li ser xweliya parzemîna Afrîkayê.

Hershkovit diyar dike ku em ji nû ve li ser çêbûn û destpêka mirovê hevdem biramînin û bi neanderthalerî re çawa û bi çi rengî li ber bayê peresînê ketiye, vebînin.

Çavkanî: Science

dîtin: 256

Pêveker:

zanist homo sapiens neanderthalerî Çene