• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Dermanê Felçbûnê Pêkhat

Vedîtina Dermanê Felçbûnê Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 20, 2017, 6:18


Lêkolînerên British Heart Foundation (BHF) vedîtina dermaneke nû pêk anîn ku dermanê nû dikare rê li ber felçbûnê û qeyranê (qrîza dil-rawestana dil) bigire. Lêkolîner bi dermanê nû kêmkirina kolesterolê ya di nav xwînê de ye pêk anîne.

Ceribandina dermanê nû li ser 27.000 kesên nexweş pêk hatiye û lêkolîner ji ber encamên xebata xwe pirr kêfxweş in. Ceribandina dermanê nû li ser kesên nexweş yên bi kolesterola pirr zêde Xwedê dane, pêk hatiye û bi awayeke baş û xurt kolesterola di nav xwîna kesên nexweş kêm kiriye. Her sal ji ber kolesterola zêde 15 mîlyon kes diherin ber rehma Xwedê.

Ji testên li ser 27.000 kesên bi kolesterola zêde pêk hatî, tê dîtin ku mirovahî di demeke nêzik de dikare wê dermanê bikar bîne, sûde ji werbigire û ji rîska bi felçbûnê û qeyrana dil dûrbikeve. Dermanê nû ku jê re evolocumab tê gotin, bandorê li pişika reş dike û vediguherîne, û bi veguherînên ku li pişika reş rûdidin, kolesterol ji xwînê tê avêtin. Lêkolînerekî BHFê wiha dibêje; "Encamên testên me pirr balkêş û muhteşem bû. Dema me xebatên xwe li ser kesên beşdar pêk dianî, tiştê girîng û kêfa me pirr jê re dihat ev bû, kolesterola zêde ya di xwîna kesên beşdar zûbizû hindik dibû. Dîsa kolesterola kesên beriya lêkolînê hin dermanên din digirtin, bi girtina dermanê nû ji sedî bîst hindik dibû."

Evolocumab antîkorek e û weke antîkorên di laşê me de ji aliyê muafiyetê ji bo rê li ber girtina enfoksiyonê tê çêkirin. Taybetmendiya evolocumabê ev e ku evolocumab bandorê li proteînekê ya di pişika reş de ye, dike. Testên pêk hatî, diyar kirin ku kolesterola di nav xwîna kesên beşdar ji sedî şest hindik dibû.

Çavkanî: BBC

dîtin: 209

Pêveker:

zanist felç qeyran bhf derman