• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Molekûleke Nû Pêkhat

Vedîtina Molekûleke Nû Pêkhat


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 9, 2017, 10:38


Lêkolînerên ji zanîngeha Louvain-La-Neuve ku zanîngeh li Belçîkayê li herêma Walona ye, vedîtina molekûleke nû pêk anîn, molekûla nû dikare rê li ber tedawîkirina nexweşiyên cihêreng yên kula heftpençeyê vebike. Molekûla nû îhtimala tedawîkirina nexweşiyê ya bi rêya dermanekî du caran zêdetir dike û rê li ber şaneyên bi vîrûs digire daku nepekên/veneguhezin lebatên din ên laşê mirov.

Lêkolînerê nexweşiya kula heftpençeyê Pierre Sonveaux bi komeke lêkolînerên din ên ji zanîngehê di sala 2014an de bi xebateke berfireh vedîtibûn ku mîtokondrî xwediyê roleke mezin in û dikarin rê li ber pekîna şaneyên bi vîrûs bigirin. Ji testên li ser mişkan hatibû dîtin ku molekûla “mitoq” dikare rê li ber pêşketina metastazê bigire. Lêkolînerên ji heman zanîngehê bi berdewam kirina xebatên xwe vedîtina molekûleke din jî pêk anîne. Molekûla nû li Endonezyayê di nebatekê de dihêt dîtin.

Vedîtina molekûka bû îhtimala tedawîkirinê û tunekirina nexweşiya kula heftpençeyê ji sedî-sed zêde dike. Tiştê hê jî pê nahête zanîn û lêkolîner serê xwe pê diêşînin ev e; her du molekûl bi hev re dikarin li ser laşê mirov bihêne ceribandin an na? Dermanfiroşê binav û deng BePharbelê Belçîkayê dixwaze dermanekê bi molekûla nû çêbike.

Mitoq molekûleke sentetîk e, lê molekûlan nû, catéchine:lysine 1:2, molekûleke resen e. Molekûla mitoq û molekûla catéchine:lysine 1:2 dikarin rê li ber pêşketina nexweşiya kula heftpençeyê bigirin.

Çavkanî: De Morgen

dîtin: 243

Pêveker:

zanist vedîtin molekûl kula heftpençe xebat