• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vedîtina Xezîneya Ji Serdema Romayê

Vedîtina Xezîneya Ji Serdema Romayê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 25, 2017, 10:20


Şûnwarnasên hewesdar li Hollandayê vedîtina xezîneya ji serdema Romayê pêk anîn. Şûnwarnasên hewesdar bi dedektorên xwe li gundê Lienden a li devera Betuweyê ye destpê lêkolînê dikin û li wir vedîtina pereyên hûr yên ji serdema Romayê ne pêk dihînin. Şûnwarnasên hewesdar bi vê yekê li Hollandayê xezîneya herî giran ya ji serdema Romayê ku ji pereyên hûr pêk dihêt, bidest xistine.

 

Şûnwarnasên hewesdar di sala 2016an de 23 heb pereyên hûr yên zêrinî di baxçeya mêweyan de bidest xistine û rêvebirên Zanîngeha Amsterdamê ji vedîtina xwe agahdar kirine. Bi wê agahiyê lêkolînerên ji Zanîngeha Amsterdamê û berpirsiyarên Dezgeha Çandî û Keleporê destpê xebateke berfireh kirine.

 

Lêkolîner di wê baxçeya mêweyan de xebatên xwe pêk dihînin, lêbelê li wir nikarin hin pereyên hûr an jî xezîneyên din bibînin. Di arşîvê de dihêt tê dîtin ku di sala 2010an, 1905an û 1840î de pereyên zêrinî li Liendenê hatibûne vedîtin. Lêkolîner tevahiya zêrên vedîtî berhev dikin û hejmara zêrên berhevkirî 40 heb bûye, lêbelê gumana lêkolîneran jê nîne ku hejmara pereyên zêrinî pirr zêde bûye. Lêkolîner Stijn Heeren wiha berdewam dike; "Dibe ku pereyên zêr ji aliyê qraleke Frenkî hatibûne veşartin, qralê Frenkî li ser navê Împaratoriyaya Romayê dixebitî, li ser navê qralê Împaratoriyaya Romayê li hember dijminên Romayê şer dikir û ji ber vê jî qralê Romayê şervanên xwe bi zêrên giranbuha xwoşnûd dikir."

 

Dîsa di wê baxçeyê mêweyan de hestiyên sê kesan jî hatiye dîtin û serdema Romayê destnîşan dikin. Ji ber vê gumana lêkolîneran jê nîne ku xezîne ne ya qraleke Frenkiyan e.

 

Çavkanî: BELGA

dîtin: 82

Pêveker:

xezîne roma Împaratoriya frenk vedîtin lêkolîn serdem

Babetên nêzîk