• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Vekirina FIFA 2014 bi pêşandaneka bê hempa pêk hat

Vekirina FIFA 2014 bi pêşandaneka bê hempa pêk hat


barkirin: Hêzîran 14, 2014, 1:26


FIFA 2014 ya xelata cîhanî destpêkir. Di vekirinê de, di nava hola pîrozbahiyê de kevokên aşîtiyê difirîn li derve jî di navbera xwepêşanderan û polêsên Brazîlî de pevçûnên dijwar hebûn.
Brezîliya Îsal malbendiya rêxistina cîhanê ya herî mezin ya gokê FIFA dike. Pîrozbahî û vekirin bi kevokên aştiyê û pêşandaneka bêhempa pêk hat.

Pitbull ft. Jennifer Lopez û Claudia Leitte bi sitrana We Are One(Ola ola) showeke serzîvrêner lida xistin.

 

Ji aliyê dîtir ve vekirina FIFA 2014 ê bi pevçûn û şer destpêkir.
Berî leyistika Brazîliya û Xirvatistanê û di dema leyistikê de li derveyî hola yariyê di navbera gelê Brazîlî û Polêsan de pevçûnên dijwar derketin.
Brazîlî dijî wê derketin ku li welat di warê perwerde, tendrustî û gelik aliyên dîtir yên aborî de tu nûbûn û çare û gav nayêne avêtin lê belê hikumeta Brazîlî nêzîkî 14 milyar dolar ji bo Xelata Cîhanî ya FIFA 2014 ê xerc kirine.
brezilya7 bre-1 bre-4 brezilya42

REWANBEJ

dîtin: 562

Pêveker:

vekirina fifa 2014 bi pêşandaneka hempa pêk hat