• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
VIDEO - Huda-par dijminê Kurdane an birayê Kurdan?

VIDEO - Huda-par dijminê Kurdane an birayê Kurdan?


barkirin: Rezber 19, 2014, 1:39


Rêvebir û endamên Huda-par ê li gel Mita tirkiyê, MHP û BBP roja heftê meha cotmehê li Stenbolê civînek lidar xistin û dîmenên vê civînê di torbendên civakî de belav bûn.
Bi taybet piştî ku teroristên daîş êrîş birin ser Kobanê li Bakurê Kurdistanê Kurd rabûne ser piyan. Di vê serhildanê de yekser hevkarên DAÎŞ huda-par û îslamîstên dîtir ku piştevaniya daîş dikin helwestê xwe dijî Kurdan dane diyarkirin û di van pevçûnan de him ji Huda-par ê çend kes hatin kuştin him huda-par ê çend Kurd şehîd kirin û di torbendên civakî de henekê xwe bi kuştin û termên Kurdan kirin.
Dijî vê rewşe gelik kesên ku heya wan ji kurayiya rewşê nîne, şer û pevçûn wekî şerê birakujî an jî pevçûna Kurdan şirove kirin. Lê belê him di daxuyaniyên rayedarên huda-par ê de, him jî di belgeyan de aşkereye ku Huda-par rêxistineke dijî tevgerên Kurdî yên tekoşînvan ava bûye û bi taybet dijî berjewendiyên Kurdan ava bûye û vê yekê jî bi navê îslamê dikin.
Di vê vîdeoya ku kete torbendên civakî de aşkere huda-par helwestê xwe dijî Kurdan diyar dike û destsaxî bo daîş dixwaze ku Kurd şehîd kirine.

Wekî dîtir cîgirê serokê huda-par ê Abdurrahman Cens di 14 ê cotmehê de beşdarî bernameyeke  Tv ya Kanal A bû. Di vê bernamê de jî pêşkeşvan dema jê pirsî -Ne tenê 3 endamên we hatine kuştin nêzîkî 40 kesî di van bûyerade hatine kuştin- wiya jî weha bersiv da.

Min peywendîdar nake. Ez tenê ser miriyên xwe diaxifim.

Huda par him di daxuyanî û ragihandinên xwe de him jî di vê vîdeoyê de jî carekî dîtir aşkere dike ku wekî salên natî dijminiya Kurdan dike û wekî baskê dewleta veşartî dixwaze ku berjewendiyên Kurdan têk bide. Dîsan aşkere dibe ku bûyer û nakokî ne ya Kurdan ne lê belê ya Kurdan û dijminê Kurdan e.

dîtin: 831

Pêveker:

video huda par dijminê kurdane an birayê kurdan