• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Viyana; 25 hezar kes bo penaberan meşiyan

Viyana; 25 hezar kes bo penaberan meşiyan


barkirin: Êlûn 1, 2015, 11:50


Li bajarê Ewustirya Viyana yê, 25 hezar kes, ji bo mercên penaberên li Ewustirya meşiyan.
Xwepêşandarên Viyana yê bi wênenivîsa `Kein Mensch ist Illegal`(Tu mirovek ne illegale) rakirin. Koma mirova ya dehhezaran bi rêka torbendên civakî birêk ketin û bi navê `Li Ewustirya bi mirovî jiyankirin` kom bûn û çalekî lidar xistin.

Çalekvana siyaseta hikumetê ya dijî penaberan, kiryarên derveyî mirovî yên di wargeha Traiskirchen ya penaberan de rexne kirin.

Li gel penaberan bi dehhezaran hemwelatiyên Ewustirî, nivîskar, rewşenbîr û nûnerên civakên sivîl beşdarî meşê bûn. Bêhtir wênenivîsên weha rakirin; Tu mirov derveyî qanûnî nîne, Hun bixêrhatin penaberno, Mirovan biparêzin ne benqeya, Em li Ewustirya dixwazin bêne pejirandin, Em naxwazin bêne derkirin.

Di daxuyaniya bi navê komê hatî kirin de weha hate gotin; Em dixwazin mercên derveyî mirovî yên kampên penabera yên Ewustirya bêne guhertin. Em şûnwarên ji germê, sermê û baranê biparêzin dixwazin. Ji bo keç û jinan cihên mayinê ji yên zilama cûda dixwazin û arîkariya dermanî û derûnî em dixwazin. Em li gel sazî û komên kar yên civakî dixwazin kar bikin. Em ji bo malbat û zarokan adan û vexwarina têr dixwazin. Em mirovin, helwestê wekî mirovan dixwazin bibînin.

Çalekvanên li pêş parlemena Ewustirya kom bûn ji bo penaberên ku di rêka revê de jiyana xwe winda kirî jî çira vêxistin.

Çalekî piştî 3 demhijmêra bidawî bû.

 

Rewanbêj

dîtin: 469

Pêveker:

viyana 25 hezar kes bo penaberan meşiyan