• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wêje û Serhildan – Sîdar Jîr

Wêje û Serhildan – Sîdar Jîr


barkirin: Sermawêz 10, 2013, 2:13


J. P. Sartre dibêje: “Nivîskar ji bo ku bangê li azadiya xwendevanan bike dinivîse. Nivîsandin rakirina çarika li ser dinyayê ye.”

Em dikarin bi hêsanî ji bo wêjeyeke ku tu gotinekê jî der barê kêşeyên civaka ku tê de dijî nakin, bibêjin ku êdî dewra wan boriye. Tu nivîskar nikare çavên xwe ji qewimînên li civaka ku tê de dijî re bigire. Nivîskar bi awayekî aşkera yan jî veşartî be jî bi şiklekî xwe didin der. Çi neteweyî, civakî, siyasî, olî, çandî û çi jî zayendî ferq nake, nivîskar neçar e ku xwe li civaka xwe bigire. Ji lew re, kan û maka ku pênûsa wî/ê jê têr û xwedî dibe ew e.

Wekî ku Elias Cannetti jî gotiye, tu çem bê qerax tune ye. Wêje jî domdar e, wekî çemekî ye. Di nav civakê re diherike. Wê demê em ê çawa bifikirin ku wêje ji qewimîn, hewldan û berxwedanên di nava civakê de pêk tên û gelek caran civakan ango çavkaniya nivîskêr serobinî hev dikin dûr dimîne? Berovajiya wê dûrmayînê, divê nivîskar di wî warî de kone be û tam jî di wê kêlîkê de bêhtir ji wê kanî û çavkaniyê vexwe. Ji ber ku encax hêza xurt a afrîner a wêjeyê dikare jiyana îroyîn, bûyer û qewimînên civakî ku dirûv didinê bigihîne nifşên li pey xwe.

Di vê ragihandinê de, bêguman pevçûna di navbera çînan de gelekî bi tesîr e. Mînaka herî taybet jî roman e.

Roman di eslê xwe de, her çiqas berhemeke burjuwazî be jî, piştî pevçûneke hundirîn û di heman demê de ya bi çîna xwe re, wekî berhemeke berxwedanê û di serencama wê berxwedanê de dibe wekî şahîkaya serhildana tenêtiya burjuwaziyê ye.  Encama çewisandina desthilatdariyê kiriye ku wekî bertek roman biafire.

Her wisa di sedsala 19’an de jî xwesteka azadiyê ya bi her awayî kiriye ku romanên wekî “Mirovên Hejar”, “Germinal”,  “Madam Bovary”  werin afirandin. Her wisa di sedsala piştî wan de jî nivîskaran dane ser heman rêçê û hemû serobinbûna parzemînan vegotine.

Bêguman ev serhildêriya wêjeyê bi van dest pê nake. Don Quijote ya Cervantes wekî destpêk bê xuyakirin jî Cervantes pişta xwe dide Boccaccio û Rabelais.

Ji ber ku Don Quijote li hemberî hemû kiryarên desthilatdariyê yên dogmatîk û qedexeyan serhildaneke ku bi ‘dînîtî’ ye dide der e…

Bi taybetî jî piştî Don Quijote, divê baş bê fêmkirin ku wêje serhildanek e li hemberî otorîteyê. Ew desthilatdarî û otorîte çi nazîzm û faşîzm û çi jî sosyalîzma reel a ku Stalîn ew pûç kiriye, qet ferq nake. Di encamê de hemûyan derb li civakê xistine û wêjekaran bi berhemên xwe, bi awayekî serî hildane li hemberî wan otorîteyan.

Di dîrokê de Helacê Mansûr, Ezop, Unomuno, Osman Sebrî, Erebê Şemo, Nazim, gelek nivîskarên li welatên Amerîkaya Latîn ku di bin dagirkeriya Spanî û Portekîzan de û hwd. heta roja me mirov dikare li mînakan zêde bike.

Tê dîtin ku hemû beşên civakê yên di bin hişkiya otorîteyê de ne û banga azadiyê dikin û dixwazin wê çarika ku J. P. Sartre qal dike ji ser dinyayê rakin, hemû berê xwe didin beşeke hunerê û bi taybetî berê xwe didin wêjeyê. Bi taybet û xwezaya xwe ya serhildêr, di mercên heyî û yên borî de, bi giştî huner û bi taybetî jî wêje tim di navenda têkoşîn û serhildanê de ye.

 

Jêder: Azadiya Welat

 

dîtin: 252

Pêveker:

wêje û serhildan