• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Wêje - Pel 3

Gotar û bûyerên di derbarê wêjeyê de

Rêbendan 27, 2016, 4:46

Min xatir ji Amedê xwest / Ez çûm Amedê – 4

Û Min Xatir Ji Amedê XwestEz çûm Amedê (4)Roja 13.02.2016 an ez çûm Ba nivîskarê heval ku di Tv yê de bernameyan çê dike. Avahiya wan hinekî li perê bajêr bû, ji bo wê jî rê nîv ax û hê nû çêdibûn. Avahiya Tv yê jî nû bû, plazeyeke mezin, li ser 3 qatan û fireh. Her wiha ode û studyoyên wan modern û.. berdewam...
Rêbendan 23, 2016, 3:13

Ez çûm Amedê – 2

Li nava bajêr, nêzî sûranÎro 12.02.2016  roja înê ye. Li mala mazûbanê ewilî, sibehê saet di 9an de em çûn metbexê, taştê. Li ser taştê jî ji ber ku mijar her vedigere ser şer, ez dipirsim, çima gel ji bo Sûrê nakevin çalakiyek mezin an jî tiştekî bi bandor. Ji axaftina wan xuya dibe û dibêjin, ji b.. berdewam...
Rêbendan 23, 2016, 1:51

Asoyê helbesta Kurdî, Deryayeka çanda Kurdî di destê we de

Sala 2015 ê Payizê meha yanzdeha, Beraname an ku sepaneka telefonên desta wekî gencîneyeke çand û wêjeya Kurdî kete nav bazara Google Play.Sepana bi navê – Asoyê Helbesta Kurdî – wekî berhevdanak dijîtal ya herî mezin ya Kurdî xwe ava kiriye. Bername ji hersê zaraveyên Kurdî; Kurmancî, Dimilkî û Sor.. berdewam...
Rêbendan 21, 2016, 9:32

Ez çûm Amedê – 1

Îro 11.02.2016 ye. Belê… Gellek roj bûn ku min nenivîsandibû. Ji ber ku êdî rewş hê pir guheriye û bawerim destê min nediçû klavyeya kompiturê. Û belkî jî min pir fedî dikir ji ber qehremanî, bêzarî û trajediya brindarên li Cizîrê di bin betonan de, di jêrzemînan de bû. 60 kes di jêrzemînan de û ev .. berdewam...
Rêbendan 18, 2016, 5:11

Merheba temaşevanên hêja, em li Hezexê ne!

Gotina rast tahl e.L i min bibore Hezexê! Tiştek ji destê min nayê û nikarim derewan jî li te bikim!Dizanim piştî gelek bajarên Kurdan wê ev dagirkerî bi kêfxweşiyeke mezin te jî tarûmar bike.Dema van hevokan dinivîsim bi stranên xwe yê nijadperest û bi tanq û topên xwe dest bi êrîşa ser te kirine j.. berdewam...
Befranbar 6, 2016, 10:48

“Merheba Sêvê”

Merheba Sêvê,Pêşî li me bibor e, em nehatin bi hewara te ve, yek ji me!Dema tu û hevalên xwe brîndar bûne we telefon kiriye û gotiye ku eger heta deh deqeyan hûn bi hewara me neyên emê ji ber xwîna me ya diherike bimirin!Li welatê me berf dibare û gur daketine bajaran!Xwîna ku ji we diherikî û negih.. berdewam...
Befranbar 3, 2016, 1:22

Alain G Ganon “Neteweyên Kêmîne” bi Kurdî Derket

Pirtûka Alain-G. Ganon ya bi navê “Neteweyên Kêmîne Di Serdema Nedîyarîya de Li Ser Federalî û Cihêrengîya Neteweyî” bi wergera Ergin Öpengin Ji Weşanên Lîsê Derket.Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadk.. berdewam...
Gelarêzan 23, 2015, 9:58

Li ser rewşa weşangeriyê û rexneyan çend têbînî

 Di jiyana mirovan de hinek tiştên tê kirin pir hêsan dikarin bên kirin û kedek nayê dayin ji bo wan. Yek ji wan  jî rexneya ne analîtîk an jî ya bê bingeh û bêyî hizirandin û lêkolîn e. Ji vê cure rexneyê re mirov dikare bibêje “dev avêtin.”  Di gellek waran de ev cure rexne an jî devavêtin henin. .. berdewam...
Gelarêzan 21, 2015, 10:23

Serdema nû û amadekariyên Kurda

Sedmîn salroja îmzakirina peymana Sykes Picot(16. 05. 1916) di navbera du welatên Ingilistan û Fransayê da nêz dibe. Peymana ku erdnigariya li jêr desthilatdariya Osmanîyan dikire sê perçe û temenê wê empiratoriyê jî bidawî dianî. Di destpêkê de sê zilhêzên serdemê anku Ingilistan, Fransa û Rusya di.. berdewam...
Gelarêzan 17, 2015, 11:55

Helîm Yusiv li Silêmaniyê xelata Romana Kurdî wergirt

Nivîskarê navdar yê Kurd Helîm Yusiv li bajarê Kurdistanê Silêmaniyê xelata Romana Kurdî wergirt. Li Silêmaniyê, di çarçoweya sêyemîn festîvala rewşenbîrî û hunerî ya Endêşe de, ku ji 14 heta 16ê vê mehê bû, romannivîs Helîm Yûsiv xelata romanê ya îsal wergirt.Bi beşdarbûna bi dehan nivîskar û huner.. berdewam...
Gelarêzan 14, 2015, 3:41

15 ê mijdarê diyariye ji bo Nivîskarên zindanî

PEN a Navnetewî her sal 15 ê mijdarê diyarî Nivîskarên zindanê dike. PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd jî bi vê boneyê Panelekê lidar dixin û vê rojê watedar dikin. PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd bang li hemî peywendîdar û Nivîskaran kir da ku beşdarî Panelê bibin.Berfirehiyên zanyariyê P.. berdewam...
Gelarêzan 13, 2015, 1:00

Nurten Demirbaş li ser leyistika “Mekîneya Hamlet” nivîsî

Nivîskarê Almanî Heiner Müller, bingeha armanca nivîskariya xwe li ser ‘xerakirin’ê ava dike. Di lîstika xwe ya Mekîna Hamlêt de, kesê/a ku ji aliyê Rojavayê ve dixwaze bê afirandin, bi rêya wendakirina nasnameyê ve mekîneya ku hatiye afirandin parçe dike. Li ber çav raxistina her parçeyên mekînê ar.. berdewam...
Gelarêzan 2, 2015, 10:07

`Gava ku masî tî dibin` bi Soranî DERKET

Romana Helîm Yûsiv “Gava ku masî tî dibin” ku berê ji kurdî ji bo tirkî, îngilîz û farisî hatibû wergerandin û weşandin, niha ji aliyê Salah Bayazîdî ve ji bo soranî hat adaptekirin û roman bi soranî derket. Her wiha Helîm Yûsiv ji bo vê yekê dê li Silêmanî beşdarî festîvalê bibe û romana xwe îmze b.. berdewam...
Rezber 31, 2015, 11:40

Pirtûkên Kurdî yên nû tên

Weşanxana J&J pirtûkên nû berdestî xwendevanên zimanê Kurdî kirin û di rojên pêş me de pirtûkên dîtir jî têne çapkirin. Weşanxana J&J navên pirtûkan weha ragihand.PirtÛkên ku nÛ derketine; Reş: Cîhan Roj Laşê Bê Serî: Yakup Meşe Payîza Pelweşan: Kadîr Çelîk, Teşî (çapa 2.), Rêwî (çapa 2.) Zimanê Kur.. berdewam...
Rezber 25, 2015, 10:53

Fûlarov

Hertişt wê şevê destpêkir. Ber tabloya Melekê Tawis Fûlarov runiştî çaya kaçax vedixwar. Fotokêş Ramo ji nişkê ve got: “Nelive!..”Şîp şak…(Ramo): “Min ew zeftkir”Fûlarov lê fekirî û weke ko bibêje tu çima ji xwe re narunî, karê betalan dikî… Fotokêş li ser fotoşopê şopa bêqisûriyê digeriya. Hema qed.. berdewam...
Rezber 25, 2015, 7:08

“99 Morîkên belavbûyî” li Nisêbînê hate xwendin

Romana dawî ya Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv li Nisêbînê hate xwendin. Hejmarek hezkiriyên zimanê Kurdî îro li Nisêbînê pirtûka nû ya nivîskarê Kurd Helim Yusiv xwendin. Bi navê koma xwendinê Omer Gultekin, xwendina “99 morîkên  belavbûyî” weha derbirî;“99 Morîkên Belavbûyî, pirtûka Helîm Yûsiv ya dawî.. berdewam...
Rezber 21, 2015, 11:47

Navdarê Kurd Hesenê Hecîsilêman çû ser dilovaniya xwe

Navê Hesenê Hecîsilêman (Hesenê Eylazê Mihê Hecîsilêman) eyana di nava dîroka wêjeya kurdê Sovetstana berêda (Hevalbendêya Yekîtiya Komarên Serbixwe) usa jî ji sînorê wê der çawa helbestvan, niviskar, ronakbir, rojnemevan, wergervan dersdar û pêşewtîye çanda kurdîye herî naskirî. Ew zûva xwendevana .. berdewam...
Rezber 20, 2015, 12:59

Çaya tehl û zimanê Kurdî | Heysem Muslim

Cîh : Gundekî KobanêDemsal : Seqema zivistanêEz mêvandarî li gel hevalekî xwe bûm, tevî ku 15 salan ji min mezinire ,lêgelek tiştên hevbeş di navbera min û wî de hene, yek jê em herdu jî çayê giran vedixwin.Di qobeke biçûk de sobeyeke tepikan danî bû , me herduyan ji gurriyên agirê sobê destê xwe di.. berdewam...
Rezber 7, 2015, 11:20

Navnîşana pirtûkên kurdî yên li Yekitiya Soviyetê

Ji sala 1929’ê heta sala 1953’ê, bi navbirîya çend salan, gelek pirtûkên Kurdî yên bi tîpên latînî, bi alfebaya kurdên Soviyetê, ku Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov amade kiribûn, çap bûne.Îro ji wan pirtûkan pir hindik mane. Lê hinek ji wana li kitêbxaneyan têne parastin, kê bixweze, dikare wan pirtûk.. berdewam...
Rezber 7, 2015, 10:06

Pirtûka Kobanê, şerê paşeroja rojhilata Navîn derket

Pirtûka bi navê ”Kampf um Kobane: Kampf um Zukunft des Nahen Ostens – Şerê ji bo Kobanê: Şerê ji bo Siberoja Rojhitana Navîn” destpêka vê mehê ji weşanên ”Edition Assemblage” derçû. Pirtûk bi çend maqaleyên cuda ji aliyê nivîskarên Kurd û biyanî ve behsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê, aktorên wê yên se.. berdewam...
Êlûn 28, 2015, 12:57

Dîroka Şanoya Kurdî – DERKET

 Pirtûkeke zêrîn tevlî wêjeya Kurdî bû. Pirtûka mijara Şanoyê hildigrê dest ji bo dahatiya hunera Şanoyê ya Kurdî wekî pêlekanekê berheveke azmûnên giranbûha di nava xwe de radigre. Berhema ji aliyê Weşanên Peywend ve derketî bo xwendevanên xwe amade ye.Weşanxaneya Peywend dazanîna berhem weha ragih.. berdewam...
Êlûn 23, 2015, 12:32

’’Tarîxa Edebiyata Kurdî’’ ya Qanatê Kurdo bi farsî çap bû

Weşanxaneya Emû Elewî di nûtirîn xebata xwe de pirtûka ’’Tarîxa Edebiyata Kurdî’’ ya Prof.Dr. Qanatê Kurdo bi zimanê farsî weşand.Pirtûka Tarîxa Edebiyata kurdî ji şeş beşên:1. Dîroka lêgerîna edebiyata kurdî di nava Kurdan û li Soviyetê.2. Rolê kovar û rojname û belavokên Kurdî di dîroka edebiyata .. berdewam...
Êlûn 20, 2015, 10:59

Berî 23 sala îro hatibû Şehîdkirin

Têkoşer, Rewşenbîr, şoreşger, nivîskar û pira navbera Serhildanên Kurd Mûsa Enter (Anter) beriya bi 23 salan di 20 ê Îlona 1992 ê de li Amedê taxa Seyrantepe encama êrîşa çeteyek ji yê artêşa Tirk JITEM ê ve hate kuştin. Rojnamevan Orhan Mîroglu jî jiber wê demê li gel Mûsa Enter bû birîndar bû.Di s.. berdewam...