• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Wêje - Pel 7

Gotar û bûyerên di derbarê wêjeyê de

Gelawêj 30, 2014, 1:13

Rabe bavê kal, Şemsê te nedîr daye!..

Min îro li ser textê rewşenbîrê meyî hêja Hejar Dawûd ev wêneyê dilşewat yê kalemêr-pêneberê ji Şengalê dît. Ez nikarim bêxem vê êş û jana dilê vî bapîrê êzîdî mêze bikim! Lewra jî vî wêneyî tevî we pareve dikim û wek birêz Hejar kela dilê xwe dirêjim! Hejar helbesteke xemgînî li ser vî wêneyî nivîs.. berdewam...
Gelawêj 30, 2014, 12:38

Kela Dawî “Şengal” | Newaf Mîro

Di dîrok û dizûrê êzdiya de, bi qasî Lalişa pîroz, welatê Xalta û ziyareta Qolebaba û Şêxevinda û hin warê din jî ew qas pîrozin û divên êzdî weke roniya çavê xwe bi parêzin. Lê li welatê Xalta, an li bakur êdî êzdî bi tiliyê destan têne jimartin. Bi qasî pêşiyên me digotin; li welatê Xala 365 gundê.. berdewam...
Gelawêj 16, 2014, 1:58

Li hêviya tolhildana Koço me | Husên Duzen

Kêliya min vê nîvroyê nûҫeya li ser qetilkirina 80 zilamên êzîdî li gundê Koҫo xwend, Șukrî hat bîra min. Ji hîngê û vir de ne Sukrî ne jî zarokên wan gorbuhuștan ji bîra min diҫin. Gelo ҫi bi zarokên wan hat? Dibe ku ew jî kujștibin û di nûҫeyê de pedivî nehatibe dîtin ku ferqê bixin navbeyan wan û.. berdewam...
Gelawêj 15, 2014, 2:15

Sê navên pîroz, sê rojên dîrokî

Azadiya Welat, Musa Anter û Fermandar EgîdMin ji lîderekî Kurd pirseke wiha pirsî:“ Mazlum Dogan bi agirê canê xwe çi da we?!“, bersiva wî kurt û watedar bû:“ Mazlum jiyaneke nû da me…“.Niha ger ji min bipirsin: Gelo Azadiya Welat çi da te?“, bersiva min jî yê ev be: Azadiya Welat şexsiyet û nav, ji.. berdewam...
Gelawêj 9, 2014, 12:20

Pirtukek û çîroka nivîsandina wê

 5 sal derbas bûn, em îro li ser mezarê mamosta ARAM TÎGRAN bûn.پنج سال از درگذشت هنرمند نامی‌ آرام تیگران گذشت, امروز همه همراه با خانوادهٔ محترمش سر مزارش بودیم. ۵ سال له‌ وه فاتی ماموستا آرام تیگران ده رباس بون.Dawî ya sala 2003an bû. Mamosta Aram weke her carê hatibû serlêdana me li Medya TV. Ew.. berdewam...
Pûşper 20, 2014, 9:50

Yê ku bîra rewşê dibe

Yê ku bîra rewşê dibeHeta niha pir kesan li ser rewşenbîriyê an rewşenbîran nivîs nivîsandine, min jî got bila çend têbiniyên min jî hebin di wê gola gotinê de û ez jî tiştên ku di hişê min re carinan derbas dibin bibêjim. Mijar rewşenbîr e tabî. Bi sedan caran tê gotin û bilêvkirin û mezinkirin ‘re.. berdewam...
Hêzîran 26, 2014, 11:27

Soneyên Shakespeare Kurdî jî di navde bi 80 zimanî derketin

Nivîskarê Kurd û di heman demê de wergêrê jîr yê Kurdî Kawa Nemir li gel wergerên hejmareka zêde ya pirtukan ji zimanê Ingilîzî bo Kurdî berhemên herî giranbûha yên ku ji Ingilîzî wergerandine Kurdî Soneyên Şekspîr(Shakespeare) bûn.Kawa Nemir wekî pira navbera zimanê Ingilîzî û Kurdî di nava wêjeya .. berdewam...
Hêzîran 20, 2014, 12:05

Grev | Fergîn Melîk Aykoç

Ev navê pirtûka çîrokan ya Seyidxan Kurij e. Bi kirmanckî (dimilî) hatiye nivisandin, yekê/a ku bi kirmanckîya deverekî bizane, dikane bi hêsanî bixwîne, heta yên ku Kurmancî baş bizanin jî, dikanin jê fêm bikin. Zimanê wê gelek herikbar e, hevokên wê kurt in. Bi giranî li ser serhildana Şeyx Seid û.. berdewam...
Hêzîran 14, 2014, 2:05

3 berhemên nû ji weşanên AR

3 berhemên nû yên giranbûya ji aliyê weşanên AR ve hatin weşandin.Berhema Yekem; Pêncî Romanên Kurdî ku ji aliyê Lokman Polat ve hatiye nivîsîn.PÊNCÎ ROMANÊN KURDÎPirtûka nivîskar Lokman Polat a bi navê “Pêncî Romênên Kurdî” ji aliyê “Weşanxaneya AR’ê ve hate çapkirin.Ev xebata nivîskar Lokman Polat.. berdewam...
Hêzîran 7, 2014, 1:39

Nameya Kurekî ji bavekî re “Mîrasê bavekî ji Kurekî re ”

Mîrasê bavekî ji kurekî re, Ji serhildana Oremar heya komara Kurdistan.Silav babo, bavê minê ezîz, xoştivî û pir hêja!. Ez vê nameyê dereng dinivîsim, lê me gelek caran suhbeta tiştên wiha kiribû. Belkî ji min û te re kevin bin lê bila hevalên min jî baştir te nas bikin.Nizanim ji kû û çawa dest pê .. berdewam...
Hêzîran 2, 2014, 10:27

115 nivîskaran ji bo DÎHA çi gotin? | Cemil Oguz

Pêşgotin: Ev nivîseke li ser etîka rojnamegeriyê …Em ji vir dest pê bikin:“Freedom House” (Mala Azadî) li ser çapamenî her sal raporan diweşîne û li kîjan welatî çapemenî azad e, nîvazad e, yan jî qet ne azad e eşkere dike. Freedom House îsal biryar girt ku Tirkiyeyê di warê çapemeniyê de ji beşa “n.. berdewam...
Hêzîran 1, 2014, 1:34

80 saliya Ahmedê Hepo | Eskerê Boyîk

Ahmedê meyî Hepo 80 salî ye. Tê bêjî duh bû. Em nivîskarên gênc bûn, xwendevan, heval… Rojnema RIYA TEZE, Radiyo para axaftinê kurdî, sêksiya nivîskarên kurd, ciyêrasthatinên me bû. Yêrêvana salên şêstî-heftêyî, bîranîn… Paşê Ahmed çû Bekûyê.Çiqas zû sal derbas bûn.Emir çemekî leze. Emrê me wek çeme.. berdewam...
Gulan 28, 2014, 7:20

Amed Çeko şahidiya “Berbangeke kuştî” dike

Berbang jî şahid e, pirtûka Amed Çeko Jiyan a 3 yemîn e, pirtûk ji Weşanên J&J derket.Amed Çeko di vê desteçîroka xwe de, berbangeke salên 90î ya Taxa Baglar a Amedê vedibêje.Tevna çîrokê wek çemekî boş diherike û hemû çîrok berdewamiya hevdu ne û weke ‘romançeyekê’ me bi şahidiya çend kesan, her ye.. berdewam...
Gulan 21, 2014, 1:16

Heyva Gulanê

Gulanê!Ev çi ewrê reş e,Tu di ser asmanê bajarê min reDibî û tînî?!Çima tu dêmê xwe ji xelkên bajarê min QamişloDiguherînî..?!Nakokî, dubendî û berberiyêDi nav xelkên min deGur, bilind û sor dikî..?!Gulanê!Tu heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..Heyva çûk, çivîk û şalûla ye..Heyva aramî, tenahî û evînê ye.. berdewam...
Gulan 9, 2014, 9:19

Kovareka nû tevlî karwanê weşangeriya Kurdî bû; Zarema

Kovareka nû ya Kurdî tevlî karwanê weşangeriya Kurdî bû. Kovara ku hejmaraq xwe ya yekem hate weşandin bi Edîtoriya Fexriya Adsay û gelik xebatkar û karmendên Kurdînivîs ve dest bi karê xwe kir.Nivîskarên ku di karê Kovarê de cih digrin;Fexriya Adsay, Ferzan Şêr, Burhan Yek, Hesenê Dewrêş, Mihemed Ş.. berdewam...
Gulan 1, 2014, 1:59

Strana jiyanê; Roja karkerên cîhanê | Kakşar Oremar

Jiyana me bi hemû xweşî û rengînîyên xwe yên îro re deyndarê ked û xwîna hinek kesên mezine ku hê jî di civaka me de baş nehatine naskirin. Dema min bi rêya sîstema youtube guhdarî marşa „ L`Internationale“ a bi zimanê Fransî kir, wê melodî û peyvên xweş çend rêyên din jî nîşanî min dan:Roja 1ê Gula.. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 11:43

Şehîd û sembolên hunera Şoreşê; Ji Vîktor Jara heya Sefkan

Huner îlhameke îlahî ye ku hisên me bilind û nevî dike. Carna em bi wan hisan difrîn û carna şadîn û carna jî xemgîn. Huner giranbûhaye û zû-zû nabe bi para her kesî. Kesên ku qîmeta hunera xwe dizanin, di şetên herî giran û dijwar de giraniya xwe diparêzin. Her rojê bi sazekê nareqisin û xwe nakene.. berdewam...
Nîsan 25, 2014, 10:30

Ev çi gû bû me xwar?

Dema ku min dest bi xwendina dibistanê kirî temenê min 5 sal bû. Li gundekî ser bi Nisêbînê ve navê wî Qesirbelek ê min dest bi xwendina dibistana Tirkan kir. Mamosteyê me wekî hemî deverên Kurdistanê bi darê zorê dixwest me hînî zimanê Tirkî bike. Li gund Tirk tunebûn. Ji xwe piştî min dest bi dibi.. berdewam...
Nîsan 23, 2014, 12:53

Bêgunehê

Çavên te tê bîra min her wek gullekê bera li qefesa sînga min dikeve Xezalê… Çavkaniyên êşên min wek avzêmeke bêdeng diherike li dû te, li dû te valahiyeke xweza kerr dike dimîne… Hemî derdên xwe yî takekesî bigûwêşim nagihe sedema perçekirina te û perçekirina welatê me bêgunehê!..“Dayê dê perçeyên .. berdewam...
Nîsan 11, 2014, 11:44

Hesrên Dergûşa

Ezê hesrên xwe bidoşimLi ser dergûşa mirar çû yî di bêdengiya şevê deBila hayê te ji tepa tepa hejandina dilê min jî nebeKu bi te diçû û bi te dihatHeyhat heyhat heyhatEzê reşmalekê ava bikim di newalekê deKu rojên te û wecê te bi min bide jibîrkirinÛ şev hemû wek vê şevê binSar û tarî Ezê di nav ba.. berdewam...
Nîsan 10, 2014, 10:39

Rêwîtiya min bi kovara “Kürt Tarihi” re

Min lampeyên hindûr girtin, deriyê kargehê jî miftekir û derketim kolanên şil û pil. Baran hûr hûr dibare îşev… Kortalên car bi car derdikevin pêşiya min bi avê tije, bi ronahiya derûdor wek awêneyan mişt dibiriqe. Yatkiya dor stûyê xwe hinekî din min dijidand, pora xwe yî nîvşil bûyî bi rexekê ve t.. berdewam...