• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Wêje - Pel 9

Gotar û bûyerên di derbarê wêjeyê de

Sermawêz 10, 2013, 2:13

Wêje û Serhildan – Sîdar Jîr

J. P. Sartre dibêje: “Nivîskar ji bo ku bangê li azadiya xwendevanan bike dinivîse. Nivîsandin rakirina çarika li ser dinyayê ye.”Em dikarin bi hêsanî ji bo wêjeyeke ku tu gotinekê jî der barê kêşeyên civaka ku tê de dijî nakin, bibêjin ku êdî dewra wan boriye. Tu nivîskar nikare çavên xwe ji qewimî.. berdewam...
Sermawêz 4, 2013, 9:40

Hejmareke nû ya Dîwar derket!!

Hejmareke nû ji kovara Dîwar ya wêjeyî ku li Elmanyayê weşana xwe dike gihişt ber destên xwendevanên xwe.Di vê hejmarê de mijara sereke “şano û wêje”ye. Bi taybetî nivîsandina deqên şanogeriyê ku di wêjeya kurdî de kêm têne dîtin. Li ser vê mijarê Kawa şêxê bi sernavê ” şanoya kurdî li Rojava” nirxa.. berdewam...
Sermawêz 3, 2013, 5:49

Careke din merheba!

Careke din merheba!Ev demeke jiber kar û barên PENa Kurd min hinekî navber dabû nivîsandinê. Xuyaye emê carê li vê quncikê slavekê bidin hev û hin nerîn û azmûnên xwe bihevre parve bikin.Jibo vê derfetê jî ez spasdarê edîtorê Rewanbêjê me. Ez bawerim jibo herkesî nebe jî gelek kes di nivîsên xwe yê .. berdewam...
Gelarêzan 27, 2013, 1:07

Û ez çûm Duhokê – Beşa duyem

BEŞ 2Belê, em roja 6’ê meha 11’an ji hewlêrê di rêya ku di nava deştê re di bin ezmanê sayî ku balafirên pir bilind difiriyan û li şênahiya jor xêtikên spî çêdikirin re diçûn ber bi Duhokê ve. Wan balafiranê ku li ser dilê Kurdistanê xêtik çêdikirin xeyala dema Seddam bi min re çêkir. Û min ji xwe r.. berdewam...
Gelarêzan 24, 2013, 10:42

Pênûs û Zindan

Pênûs û zindan di dirêjahiya dîroka mirovahiyê da du heval hev bûne, ji hev hez nekirine, lê dawîya dawî pênûsê li dijî zindanê nivîsiye û rûyê hocreyên wê yên tarî, reştir kiriye. Hewarên azadiyê ticarî nikarin bêne fetisandin.Li Ameda paytext du penên Kurd û Tirk li ser azadîya bîr û raman, rojnam.. berdewam...
Gelarêzan 24, 2013, 8:49

Du pirtûkên bi deng ên weşanxaneya Azad derketin!

Pirtûkên bi deng ên bi navê “Mem û Zîn” û “Herdem ciwanê” derketin pêşberî Kurdîhezan.Di vî warî de cara ewil e ku ev du pirtûkên bi deng ên bi Kurdî tên çapkirin.Gerînendetiya herdu pirtûkên bi deng EslîxanYildirimê girtiye ser xwe. Derhêneriya wan Mustafa Gazî girtiye ser xwe û di heman demê de mu.. berdewam...
Gelarêzan 22, 2013, 8:07

Ji Sitenbolê ber bi Duhokê ve

Roja 6’ê Mijdarê serê sibehê zû seet di 6’an de ji bo ku ez herim Dîdara Wêjeya Bakur û Rojava ya li Duhokê, min berê xwe da balafirgehê ji bo biçim Hewlêrê. Ji ber amadekariya rêwîtiyê û peroşiyê wekî gelek caran ez wê rojê jî qet ranezam hetanî sibehê. Di nava gerxêleya mirovan de li taxa Altûnîza.. berdewam...
Gelarêzan 22, 2013, 11:51

Êrîşa hêzên îslamî bi ser neket

Şerê Rojava, berî wê şerê Kurd û Ereba, şerê ku bi navê ol û baweriya îslamî li cîhanê bi tundî û xurtî tête meşandin karîgeriya xwe û li her deverên jiyanê dike û ev şer di warê torbendiyê de jî bi xurtî tête meşandin.Di vê heftiya dawî de ji aliyê komeke -xirapker- an jî hackera ya navdar ve êrîşe.. berdewam...
Gelarêzan 18, 2013, 10:20

Zimanheziya min Ji Doda dest pê kir

Doda gundê min e, li navbera Qamişlo û Nisêbînê ji rex rojhilatî ve û Amûdê û Mêrdînê ji rex rojavayî ve dikeve. Gundekî sînorî ye. Li ser herdu şivên hesin e. Di sala 1917an de dema ku Almanan xeta tirênê a (Berlîn – Bexdayê), di Nisêbînê re derbas kirin û li gundê Tilzîwan sekinî, hingê Dodayî ji .. berdewam...
Gelarêzan 15, 2013, 11:28

Ji raya giştî ya Kurd re! Li ser rewşa nivîsîna min

Ji raya giştî ya kurd re! Xweşta û xoştîviyen delal, êdî edete an jî pêdiviye? baş nizanim, lê ji bo zelalkirina mijara romanên xwe yên heta niha derçûne û yên ji niha pe ve derbiçin, dixwazim çend têbinî ligel serwextkirinekê û mîsogerkirina mafê xwe ya derbarî romanên min de ye, bi cenabê were û h.. berdewam...
Gelarêzan 9, 2013, 11:06

Hemû pirtûkên Helîm Yusiv ji nûve têne çapkirin

Nivîskar Helîm Yûsiv beşdarî weşanxaneyê nû Peywend bû. Peywendê dest pê kir hemû pirtûkên Helûm Yûsiv ji nû ve çap dike. Ji wan sê heb çap kirin jî.Weşanxaneya Peywend nû dest bi weşana xwe kir. Peywend ligel pirtûkên nû, hin pirtûkên nivîskaran ên berê hatine çapkirin jî çapa wan a nû dike û wan d.. berdewam...
Gelarêzan 8, 2013, 8:16

Pirtûka Zargotina Kurdên Serhedê derket

“Zargotina Kurdên Serhedê – Kilam û Destanên Epîk ên Dîrokî, Mêrxasî û Serhildanan“ ku ji aliyê Mehmet Gûltekinî ve hatiye berhev û amade kirin, di nav weşanên Avestayê de derket. Dema Kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdû ra bi Kurdî diaxivin û dijenin.Rohat Alakom, di pêşgotina ku j.. berdewam...
Gelarêzan 2, 2013, 10:59

Ji ” Asulaender Beg” Çîrok û Mesel

Min tu car pirtûkek di dema hat weşandin de nexwendiye, ev li min bûye xuyek. Pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê “Ausländer Beg” jî wiha bû, min nû xwend û qedand. Helîm Yûsiv wekî herdemê bi kurdiyeke pak, zelal, herikbar û bi hêz vegotiye.Ez her dem ji şaş bikaranina peyvan tirsiyam û hê jî ditirsim. J.. berdewam...
Rezber 29, 2013, 6:59

Pirtûka Çîrokan ya Mehmet Dicle “Ta” derket

Pirtûka nû ya çîrokan a Mehmet Dicle, “Ta” di nav weşanên Avestayê de derket.Piştî herdu pirtûkên xwe “Asûs” û “Nara”, Mehmet Dicle vê carê jî bi pirtûka xwe ya sêyemîn a çîrokan bi me re ye: “Ta”. Ew dîsa me vedixwîne Asûsê. Dibe “Sala Kulê”, dema xelayê: “Qimil hatin, mihacir hatin, kul hat, li me.. berdewam...
Rezber 23, 2013, 5:36

Çapa sêyemîn ya Meme Alan derket

Sêyemîn çapa pirtûka “Meme Alan” ku navdartirîn destana Kurdî ye û ji aliye Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa Meme Alan li Avesta di 1997an de derketibû, Tevi çapa dawi Heta niha 5000 heb hatiye çapkirin.Celadet Ali Bedirxan, ji bo “Meme Alan” Wiha dibêj.. berdewam...
Rezber 9, 2013, 9:01

Helbestên Xunav Altunê: Dilzîn

Lokman PolatHer ku diçe nivîskarên jin ên kurd zêde dibin. Di hêla afirandina berhemên edebî de nivîskarên jin ên kurd herî pir helbestan dinivîsin û berhemên helbestan diafirînin. Li şaîr-helbestvanên jin yek lê zêde bû; ew jî Xunav Altun e.Xwendevan dikare bipirse bê Xunav Altun kî ye? Ji ku derê .. berdewam...
Rezber 8, 2013, 2:58

Weşanxaneya Avesta pirtûka Mişel Temo ‘GOPALÊ SOR’ weşand

Weşanxaneya Avesta, Mişel Temoyî, di duyemîn salvegera qetilkirina wî de, bi pirtûkeka çîrokên wî, bi bîr anî. Navê pirtûka Şemo Gopalê Sor e.Ciwanê Abdal, çîrokên Mişel Temo wiha dinirxîne: Mîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kirine, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih an.. berdewam...
Rezber 7, 2013, 7:41

Bîranînek dokumenterî: Pirtûka “DU PISMAM”

Analîz: Zarathustra Gabar ÇIYANMin, pirtûkek wisa bi dilê xwe, bi zimanek kêşar, mijarek balkêş, ji awira dîrokî ve bi nirx û bi agehdariyên berfireh barkirî, demek e nexwendibû. “DU PISMAM” bi hewara min ve hat. Xwendina pirtûka 298 rûpelî sê rojan dom kir. Her beş ji ya din bi heyecantir û rengînt.. berdewam...
Rezber 4, 2013, 2:26

Li vê derê jî te ji bîr nakim

Her bêhnekê, rengê wê dihête guhartinPirç zereke, li beramber min tavê dixweWek te lê dihêt, dizivire, pelîtkên agirî vedixweLi ser teniştê dibe tîrojkek layzerê ûRadibe nexşê kevnarê li mêzerêŞemendefer, diçe li ser pirçên ewiranTu carekê xatwînokî û careka dî pîrhevokîMin divêt ez vê dukesiya te b.. berdewam...
Êlûn 30, 2013, 9:35

Antolojiya Helbestên Kurmancên Başûrê Kurdistan – Xelîl Duhokî

Pirtûka antolojiya helbestan bi navê ‘Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr’ ji nav weşanên Berbang’ê derket. Weşanxaneya Berbang ku ev demeke kurt e li Stenbolê dest bi weşanan kiriye pêşî 3 pirtûk belav kirin. 1 ‘Antolojiya Helbesta Nû Ya Kurmancên Başûr’ (amadekar Xelîl Duhokî. 2- ‘Peyarêk’ Ç.. berdewam...
Êlûn 22, 2013, 1:49

Pirtûka Çiya Mazî PEYARÊK di Berbangê de derket

Pirtûkeke nû ya Çîrokan kete nav pirtûkên Kurdî de.Pirtûka bi navê PEYARÊK ya Nivîskar Çiya Mazî di weşanxaneya Berbangê de derket.Ji bo bi destxistin û peywendiyê zanyarî li jêrê ne. Pirtûkên weşanxaneya Berbangê hûn dikarin li van derana bibînin.Mêrdîn……………….Leylan Cafe- kitapQoser…………………Kadîn Pir.. berdewam...
Êlûn 21, 2013, 9:47

Weşanxaneyeke nû ya Kurdî vebû BERBANG

Weşanxaneyeke nû ya Kurdî li bajarê Tirkî Stenbolê vebû.Weşanxaneya bi navê BERBANG bi Editoriya Çiya Mazî û Şivan Zeren dest bi karê xwe kir.Weşanxane di ragihandina xwe de diyar kir ku ewê tenê pirtûkên Kurdî bi weşînin.Weşanxane li Beyogluya Stenbolê ciyê xwe vekiriyeû dest bi karê xwe kir. rewan.. berdewam...
Êlûn 20, 2013, 10:55

Nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di Rûdawê de

Nivîsa dawî û serpêhatiya nivîsandina di Rûdawê deLi şûna xatirxwestinêRûdaw, bê ku xatir bixwazim, qunciknivîsandina min bi fermanekê sekinandÇapameniya kurdî, bi televîzyon û rojname û alavên din yên ragihandinê rasterast girêdayî rêxistin û partiyên siyasî ne. Her kes vê rastiyê dizane. Gava Rûda.. berdewam...
Êlûn 17, 2013, 7:25

Rewşa Nivîskarên Kurd wekî Jinênanê ye

Rewşa Nivîskarên Kurd wekî Jinênanê ye Di civaka me Kurdan de jinênan arîşeyeka mezine. Ji ber ku hemî kes jinê li gorî xwe dixwaze. Bav dinêre ka bûk xizmetkare an na, bejin û bala wê lebar e an na?. Dayik dinêre ma quna wê xwehre, nizanim çavê wê şînin, porê wê dirêje, xwedî nimêje, jîre. Bira din.. berdewam...