• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wekî min xwend

Wekî min xwend


nivîskar: Dilnas Berazî
barkirin: Gelawêj 2, 2017, 5:51


WEKÎ MİN XWEND
Dilnas BERAZÎ
BEREVAJÎ FİRENDEKAN, Pirtûka kurteçîrok ya nivîskarê kurd Ebdulbaqî HUSEYNÎ, duh berî roj herê ava gihîşte ber destê min. Mala te ava, te soz da tu pirtûka xwe ji min re bişînî û min jî soz da te ku ez e bixûnim. Belê, min ji dest xwe dananî heya gihîştim rûpela dawîyê . Berî ku ez û xewa xwe  bibin heval, ez bi qehremanên çirokên te re bûme heval û bajar bi bajar, welat bi welat geriyam... Kekê Ebdulbaqî gurzek çîrok wekî gurezek gul, ku ji her yekê bihneke cuda jê dihat, di nava van rûpelên spî de komkiribûn û  mîna dîyarîyekê ji min re şandibû, ez gelekî dilşa kirim.
Di nava pirtûkê de gelek mijarên civakî hene ku ez bawerim  hema hema sêparên wan di nav civaka me de rojane diqewimin. Jixwe, ew mijar bûne dîyardeyeke rojane û li nava her mal an malbatê, li gund û bajarên me,  rûdidin. Mijar, wekî ku qewimîne û bi zimanekî gelêrî, zelal û xurû mîna ku mirov li filimekê tameşe bike, hatine rêsandin. Di nava 15 çîrokan de, gelek babetên jihev cuda hene û her yek li cihekî an jî li warekî hatine pê. Pirtûka ku ji 125 rûpelan hatîye civandin, di her çîrokeke xwe de, bûyerekê vedibêje. Naveroka çîrokan gelek babetan digrine nava xwe, hinek evînî, hinek netewî,hinek çivakî...hwd gelek têkîlîyan vedike. Her çîrokek te bi alîyê xwe ve dikişîne, daku bûyeran xwe bibêje te.
Çîrok bi zimanekî xuristî pak û zelal hatine hûnandin, bêyî ku mirov li gelek kaş û newalan rastwere dighê armancên wan. Tevî ku ziman hinekî herêmî ye; ango bi devoka herêma nivîskare, rastnivîs hinekî xav e, lê li pê bihna çîrokan mirov rê şaş nake û dide ser şopa nivîskar û rîya xwe dajo heya dighêje dûmahîkê. Jixwe, di dawîya her çîrokekê de, nivîskar dixweze tu tecruba xwe jê hilînî, ew pelek spî dide destê te û dibêje; fermo tu navekî li vê wanê bike. Her çende ku babet hinekî nêzikî hev in, bûyer di demeke belî de qewimîne, lê şêweyê vegotina wan jihev cuda ne. Di her çîrokekê de, sirek heye, kesên ku van çîrokan dixûnin, ew li gorî hêz û şîyana xwe, li gorî dem û cihê xwe, bi qasî ku ev çîrok bi kesayeta wan re digunce, dikanin bighêjin wateya wan.

Bijarteya nivîskar jibo beşa kurteçîrokê biserêxwe wêrekîyeke mezin e, jiber ku kurteçîrok hinireke zirav û hunerke piralî dixweze jibo ku nivîskar bikare di nava çend rûpelan de, hêvi û xeyalên xwe, armanc û mebestên xwe  bighîne xwendevanên xwe. Loma jî, hunera nivîsîna kurteçîrokê hosetetîyeke mezin dixweze jibo ravekirina bûyeran û hûnandina wan, her weha, bêguman ew zimanekî şirîn û mijarên hilbijartî jî dixweze. Tevî ku jîyan civaka me tijî çîrok e; stranên me çîrok in, helbestên me çîrok in civatên me çîrok in..û hwd lê disan jî, di warê nivîsîn û weşandina berhemên kurteçîrokan de, mixabin em kurd gelekî li pê civakên hawîrdora xwe mane.her çiqas ku li welatê me rojane çîrokên balkêş rûdidin, lê ji ber ku nayên nivîsandin û tomarkirin, li cihê ku rûdidin hema li wî cihî jî dimrin û jibîr dibin. Bi sedan çîrokên ku di rêza çîrokên yekaneda têne jimartîn di nava çîrokên cîhanê de, li welatê me, wekî zarokekî mirî jidayîk dibin û di nava çend rojan de,  wenda dibin.
Nivîskarê me Ebdulbaqî HUSEYNÎ, di rîya vê pirtûka kurteçîrokan re, BEREVAJÎ FİRENDEKAN , dixweze van çend çîrokan ji mirinê rizgar bike û wan zindî bihêle. Tenê ma em bibêjin: mala te ava..destê te xweşbin.
Wekî min xwend, hûn jî dikanin bixûnin...

dîtin: 66

Pêveker:

berevajî firindekan ebdulbaqî huseyni