• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Welatî cemedê dişkînin û ajalên xwe av didin

Li Welatî cemedê dişkînin û ajalên xwe av didin


barkirin: Adar 5, 2015, 9:22


Li Herêma Serhedê sir û seqemeke zêde heye. Şivan û gavanên xelata Belîsê ji bo ku ajalên xwe av bidin, cemeda li ser gola Nazûkê bi tevir û meran dişkînin.

Her çiqas ku li Rojavayî welêt û deverên li ber behrê biharê dest pê kiribe jî li herêma Serhedê hêj berf û cemed berdewam e.

Ji ber sermaya zêde Gola Nazûkê ya gundê Dilburnuya Xelata Belisê qeşa girtiye û li ser rûyê golê nêzî nîv mîtroyê cemed heye.

Ev yek jî herî zêde şivan û gavanên herêmê dixe nav tengasiyê. Lewra ew ajalên xwe bi ava vê golê avdidin.

Xwediyên heywanan yên li derdora golê ji bo ku ga û golikên xwe avbidin her roj serê sibê bi tevir û meran qeşaya li ser golê dişkînin û avê derdixin.

Ajalên ku ji govê tên berdan jî tên li ser vê golê ava xwe vediwxin û careke din vedigerin gova xwe.

dîtin: 381

Pêveker:

li welatî cemedê dişkînin û ajalên xwe av didin