• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wexta ku diz nebin, yek hewşa xwe asê nake

Wexta ku diz nebin, yek hewşa xwe asê nake


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Gelawêj 20, 2014, 11:39


Pêşgotineke me kurdan heye, dibejin, ” kesên ku bê hesab be, peve pişta wiya li erdê ye” Rêvebirên kurdên başur jî bi vê şêwazê nezî jiyanê dibûn û rêvebiriya xwe bi rêve dibirin. Ji wan were ku wê peve wisa bimeşê. Her çar Dewletên dagirkerên kurdan ku bi sedsalana dijminahiya kurdan dikin, kurd bi sedan caran diqatliaman re derbas kirine û bi zimane- kî heşkere dibejin heya ku ji me werê em nahêlin Dewleteke kurdan çêbibe. Ji xwe ne xasim Dewleta tirkan, serok wezîrên wan bi devê xwe got ku li ser heyvê jî perçeyek ax bi navê kurdîstanê çêbibe, ji me werê em ê xira bikin. Cuwanmêrên dijminên kurdan dîse jî mêrin, hamu kiryarên xwe û gotinên xwe heşkere dibejin û dikin, ma hîn ji wê wêdetir wê çîdin bikin û bibejin. Yên ku bê aqil û nezan serok û rêvebirên kurda ne. Zanîstekî gotiye, “çiqasî raste anjî ne raste ez jî nizanim,” Dibejê gelên bindest, nikirkêr û lewazbe, pêşgotinên wan pirrin, jiber ku jiyana wan hamu dinava trêjêdiyan de derbasdibe, peve pêşgotinan di afirênin. Li gorî nerînên min ez dibejin gotina wî zanîstî raste, çimku pêşgotinên me kurdan pirrin û jiyana kurdan hemu trejêdi û kerasete. Jiber ku ez ê dise serî li pêşgotineke bidim, min ew gotina wî zanîstî anî ziman. Dibejin “REH DİBE BOST, DİJMİN NABE DOST” Dinava Dewletan de dostanî nîne, tenê jibonî berjewendiyan xwe têkilî hene, dive tucarî yek pişta xwe bi tu dewletan ve girênedê, ji xwe waxta ku ew Dewlet dijminên te bin, divê bi sedan caran tu gotin û kiryarên wan dibejinge re derbas bike û li gorî wêya tu xwe bi rêxistin bike.

Çi cara ku pisgirek dinavbera Berzanî û revebirê İraqê Şia de derdike- vê Berzanî derdikevê televisyonan, dibejê wextê Kurdîstaneke xweser hatiye û em ê kurdistaneke xweser ilan bikin. Dive ku gel ê Şia siyaseteke şaş bi rêve dimeşînin, gel ê Şia jî wekî kurdan bi salan dibin desthilatiya dagirkerên İraqê de bi qatlîaman re rûbirû mane û nizanibin siyasetê bikin. Jiber ku nikarin xwe biparêzin Berzanî peve bi ilankirina Kurdîstaneke xweser wan tehdît dike. Ha! hûn dikarin bibejin ma kurdîstaneke xweser ne mafê kurda ne? Kurdîstana xwe ser mafê kurda ye û wekî şîr ê dayika wan li wan helale, lê Berzanî qonjoktûra dinya yê û çar Dewletên dakirkerên kurdan li ber çavan nagire, ev çar Dewletên dagirkerên kurdan di dîrokê de tu carî nebûne dostên hev, lê wax ta ku mesele tê ser kurdan ev her çar Dewletên dagirker dev ji pisgirêk û dijminahiya navbera xwe di berdin, didine aliyekî û berê xwe di dina kurdan. Ev nêzî bîst û çar salin ku serweriya başurê kurdîstanê didestê Berzanî de ye û başurê kurdîstanê birêve dibe, ji sedî hivdehan pişka nefta İraqê distîne, derîye xabur ku rojê sê hazar, çar hezar tir û qamyon derbas dibin di destê wîya de ye, bazirga- niya maldarên kurdên başurê kurdîstanê gihîştiya milyar dolaran, nefta bi xweser difroşê, bi kurtasî ev bîst û çar salin ku tu zenginiya ser erd û bin erd a başurê kurdîstanê dixwê û didawîde çar çeteyên qun bicilik dikevin xaka kurdîstanê de, didine pey bi hezaran paşmergeyên te, axa te dagir dikin û gelê te diqatlîaman re derbas dikin. Waxta ku YPG û HPG bi hewara te ve negihîştane, piştî du rojan wê ew çete û hov bikatane Hewlerê de, wî wextî rewşa başurê kurdîstanê wê çawa çêbibûna ez jî nizanim. Haqê we ne li we heye û ne li gelê kurd heye ku hûn dibine sebebê qirkirina vî gel ê mazlûm û bindest. Rêberê gel ê kurd bi rêz APO bi salana we hişiyar dike û dibejê qonferanseke netewî çêbikin, yekbûna xwe ava bikin û hêzên xwe bikin yek, naxwe we ev Dewletên dagirker û emperyal wê we diqatlîaman re derbas bikin, lê kesekî goh nedan gotinên bi rêz APO. Evya jî xwe dide xuyankirin ku dinava serok û rêberên kurdan de heger siyasetvanek hebê ewya jî bi rêz Rêber APO ye. Dive çi serok û rêvebirên kurdan hene gotinên bi rêz APO pişt goh nakin û baş bi nirxênin û li gorî wêya xwe birêve bibin.

Bangawaziya me Ji Mesûd Berzanî û kesên derdora wiya re ev e, diz, hov û keftar li derdora gel ê kurd pirrin, pêşî hawşa xwe asê bike, yekbûna kurdan ava bike, hêzeke xwe wekî wan agîd û mêrxasên PYD û HPG ê damezrêne û bi şûnda gazî wan diz, hov û keftarên derdora xwe bike û bibeje vaye ez Kurdîstaneke xweser ilan dikim, ha waye meydana kerxesêna li wuraya, kî ji we tê keremkin werin xwe bi ceribenin û xwe berdin meydanê. Na xwe tu bi wan paşmergeyên ku te ji qartonan afirandiye bi ti şêwazê nikarê Kurdîstaneke xweser ilan bike. Bila xwendavanên ku van nivîsan dixwenin min bi bexşînin, vê bûyera Şingalê em pirr aciz kirine, dive ku hin gotinên çewt ji devê me derketibin, li min bibûrin kezaba me dişewitê.

 

15.08.2014

dîtin: 265

Pêveker:

wexta ku diz nebin yek hewşa xwe asê nake